DOLAR
8,6396
EURO
10,1418
ALTIN
492,03
BIST
1.407
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
34°C
Diyarbakır
34°C
Az Bulutlu
Perşembe Gök Gürültülü
29°C
Cuma Çok Bulutlu
26°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
29°C
Pazar Az Bulutlu
30°C

Zarok im

Zarok im
30.04.2021
0
A+
A-


Ne ku xalifê me li bajarekî xerîb
dilikumîn awir li pêçekê zarokên li şopa nalînên kal ve dimeşin
pêlik pêlik ber bi jêrzemînan
dihat tunekirin xişxişk heftok û xeyalê
dema barana sor dibariya li kêleka holîkên vala
dadigirim boxçikên binîqul
ji kul û keserên cûdî û mela
dişînim mêvandariya bircên amedê û sûr’a Îsrafîlê bêferman
êdî bêkemalbû ne niviştên nebî nuh û nebî silêman
vediciniqî zarok ji ber qirpikên şevê
û dirindeyê bê îman
erê erê ez dibêjim ez zarok im
pinpinîk nikare serhevdiya temenê xwe li min bike
û
ez sêzdeh rengan xweşiktirim ji wan û sêzdeh xuleka di pêşiya we de me
kesek nikare bêje “heçê berê gula zer ê” ji ber ku ez li pêşiyê me
ya çi
ez dikarim bi navê Xwedê sondbixwim ditirsim sofiyên zikirê ji min bixeyide
hema bi wî kevirê paşiya mala û me nameyê evînê dixistin bin
oxir a min ev e
rêwiyekî rihşevî û dilbirçî min têrkirî ye

berriya qoserê
dengbêjê kilama herî dirêjim li amûdê
û
ez nebenîştê devê her dengbêjî me
li keviyên deryayan alan kurdî yê masî tî û birçî hiştiye
jibo van hevokên birîndar ji sebrî vûral ê dilê xwe bi ava sebir û keserê şuştiye
bipirse
ma qey kerê barê min nelê min jêre gote ço
mûafin pênûsên wênesaza ji zimanê vê helbestê re
li şûna xwe xemê çiyan fêrî firçeya wênesazan dikim
bila leonardo davîncî
bi xwîna welatê zarokên wî kuştî biwênîne
sûretê mona lîsa ya çavekî wê şil yên din bi ken gûman

Jibo xezaloka çevvekirî.

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.