ENKS Çi Ye û Çi dike: Yekitiya Siyasî piştî ku ava bû, ENKS’ê xist bin kontrola xwe û rêveberên wê di demên dawîn de bi hemû hêza xwe hewl didin dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet herêmên Kurdan, rewa bikin.
Dewleta Tirk a dagirker 21`ê Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kir. Beriya wan êrişan jî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi awayekî fermî leşkerên xwe ji derdora bajêr vekişandin û asîmanê deverên di bin kontrola xwe de li pêşiya balafirên dewleta Tirk vekir.
Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dagirkirina Efrînê wek rizgarkirin bi nav kir. Bi taybet berpirsên ENKS’ê yên li derve. Di nav de Îbrahîm Biro, Fuad Elîko û Ebdulhekîm Beşar ku dagirkirina Efrînê bi operasyona rizgarkirinê wesifand. Li hemberî vê yekê li ser bangewaziya gelê Kurd û gelê herêmê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê di 31`ê Adara 2018`an de civîna xwe ya bi hejmara 5’an li dar xist û tê de biryara girtina Fûad Elîko û Îbrahîm Biro da.
Di heman demê de ENKS`ê (Yekitiya Siyasî) dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Nîştimanî ve, wek rizgarkirin bi nav kir.
Di pêvajoya geşedanên bilez ên li Sûriyê de ENKS li dijî Însiyastîfa Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd di 26`ê Cotmeha 2011`an de ku ji 11 partiyan pêk tê, li Hewlêrê bi sponseriya serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî hate avakirin. Piştre partiyên di bin sîwana ENKS`ê de bûn 16.
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Sûriyê û Partiya Yekitî ya Kurd li Sûriyê (Yekitî) ENKS`ê bi rê ve bir û tu tişt ji gelê Kurd re nekir, lê belê di destê dagirkerên Kurdistanê û hêzên dijberî hêviyên gelê Kurd û gelên herêmê de bû amûrek.
Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Talal Mihemed ku endamê ENKS`ê bû, ji ajansa me re axivî û got: “Di dawiya 2012`an de kongreya damezirîner a Oposîzyona Sûriyê li Dewhayê li dar ket û bi navê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKS`ê şandeyek beşdarî kongreyê bû. Lê biryar tune bû ku tev li îtîlafê bibe.”
Mihemed ev li gotina xwe zêde kir: “Di 2013`an de dema dan û standinê di navbera Meclisa Rojavayê Kurdistanê û ENKS`ê de ji bo avakirina Rêveberiya Xweser hebûn, ENKS`ê bi opozîsyona Sûriyê re diyalog dikir û dan û standinên avakirina Rêveberiya Xweser dereng dixistin. Piştî demekê ENKS`ê ragihand ku ew tev li îtîlafê bûye. Pê re dan û standinên ji bo avakirina Rêveberiya Xweser rawestîn.”
ÇIMA ‘YEKITIYA SIYASÎ’ HATE AVAKIRIN?
Di encama siyaseta tevlihev û dijber a ENKS`ê de, 3 partiyên siyasî jê vekişîn ku ew jî Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê ya ku Mihemed Mûsa sekretêrê wê ye, Partiya Çepgir a Demokrat a Kurd li Sûriyê ku Salih Gedo sekreterê wê ye û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê ku Cemal Şêx Baqî sekreterê wê ye. Paşê ev her sê partî tev li Rêveberiya Xweser a Demokratîk bûn ku li herêma Cizîrê di 21`ê Çileya 2014`an hate damezirandin.
Talal Mihemed der barê vekişîna ji ENKS`ê de wiha axivî: “Sedema sereke, tevlêbûna ENKS`ê ya îtîlafê û rawestandina dan û standinên avakirina Rêveberiya Xweser bû.”
Ji ber bandora şepêla ku îdia dike xwedî li rêgeza Barzanî derdikeve, li ser ENKS`ê, di 14`ê Kanûna 2014`an de 4 partiyan; Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) ya Ebdulhekîm Beşar, Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê baskê Xeyrûdîn Murad, Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê baskê Mistefa Oso û Partiya Yekitî ya Kurdistanê ya li Sûriyê ku Ebdulbasit Hemo serokê wê bû, avakirina ‘Yekitiya Siyasî’ ragihand û êdî kar û barên ENKS’ê bi giştî bi rê ve birin.
ENKS`ê anku Yekitiya Siyasî hemû însiyatîfên ku ji bo yekitiya Kurdan hatin pêşkêşkirin, têk birin mîna însiyatîfa Desteya Bilind a Kurd û Lêvegera Siyasî ya Kurd. Di heman demê de Yekitiya Siyasî li dijî tevahiya partiyan derket ku li dijî siyaseta wê bûn, jê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê/ Muhyedîn Şêx Alî, Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî) /Nesredîn Îbrahîm û Partiya Wîfaq a Demokartîk a Kurd li Sûriyê/ Fewzî Şengalî. Piştre Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd endamtiya xwe ya di nava ENKS`ê de cemidand.
Piştî rêzevekişandinên di nav ENKS`ê de çêbûne, tenê Yekitiya Siyasî ma ku tevahiya siyasetên dewleta Tirk ên li dijî doza Kurdan qebûl kirin. Ji lew re endamtiya wê ya di nava Meclisa Wetenî ya Sûriyê de hat qebûlkirin ku piştre bû Îtîlafa Wetenî ya Sûriyê ku sîwana siyasî ya çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ye.
Yekitiya Siyasî di bin navê ENKS`ê de bi îstixbarata dewleta Tirk re dide û distîne. Bi dehan rapor û belege hene ku vê yekê îsbat dikin û ajansa me hinek jê weşandin di nav de civînên di navbera rêveberên Yekitiya Siyasî û istixbarata dewleta Tirk de ku sala 2016`an pêk hatine.
Yekitiya Siyasî hemû biryarên xwe ji dewleta Tirk û îtîlafa Sûriyê ya muxalifê û hikumeta Başûrê Kurdistanê digire. Mîna beriya hilbijartinên meclisên şaredariyê yên Herêma Cizîrê yên sala 2015`an bi du rojan pêk hatiye, wê demê nûnerên ENKS`ê bi nûnerên dewleta Tirk a dagirker re li Tirkiyê civiyan. Meclisê piştî wê endamtiya xwe ya di lêvegera kurdî de cemidand. Endama lêvegerê Mizgîn Ehmed ev yek piştrast kir.
Herî dawî jî piştî gelek belge û dîmenên têkildarî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî, nexasim li Efrînê hatin belavkirin; nûnerên Yekitiya Siyasî bi rêya televizyonên girêdayî Partiya Demokart a Kurdistanê (PDK) û dezgehên ragihandinê yên girêdayî opozîsyona Sûriyê xwestin van sûcan rewa bikin û bang li koçberên Efrînê kirin ku vegerin Efrînê. Ruxmî ku heta niha dagirkeriya Tirk nehiştiye Yekitiya Siyasî nivîsgehên xwe li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî veke.
Destpêka Tîrmeha derbasbûyî Ebdulhekîm Beşar di civînekê de li Başûrê Kurdistanê, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Efrînê derewandibûn û gotibû: “Dewleta Tirk li Efrînê tu sûc pêk neaniye, rewş baş e û divê welatî vegerin.”
Daxuyaniya Ebdulhekîm Beşar li tevhiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate redkirin û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî bi daxuyaniyekê 3`yê Hezîrana derbasbûyî piştrast kir ku Ebdulhekîm Beşar sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî rewa dike.
Beriya niha hate ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 25 hezar dolar ji bo dezgehên ragihandinê veqetandiye ku nûçeyekê li ser vegera welatiyên Efrînê belav bike. Gelek şênî jî bi van bangewaziyan hatin xapandin û dema vegerîn jî hatin revandin û li beramberî serbestberdana wan fîdye hatin xwestin. Her wiha gelek sivîl jî hatin kuştin.
21`ê Tebaxê 30 kes ji Efrînê gihaştin kantona Şehbayê. Ew kes ji ber sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê revîn û îdiayên ENKS`ê derewandin û gotin, tu kes nikare li Efrînê dagirkirî bimîne.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê di 2020`an de 987 kes hatine revandin, ji wan 92 jin in, zêdetirî 72 hezar dar hatine qutkirin û 50 cihên şûnwar hatine talankirin û dizîn.
Rêxistinê eşkere kir ku ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê zêdetirî 604 sivîl hatine qetilkirin, di encama topbaranê de 498 hatine kuştin û 696 kes birîndar bûne, ji wan 303 zarok in. Her wiha ji ber mayînan 207 kes birîndar bûne. Rêxistinê da zanîn ku di salên 2018, 2019 û 2020`an de zêdetirî 7 hezar û 343 kes hatine revandin û çarenûsa nîvê wan hîn jî ne diyar e.
Talal Mihemed diyar kir ku serokên Yekitiya Siyasî bi armanca rewakirina siyasetan çeteyên Îtîlafa Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê bi taybet siyasetên guhertina demografiya herêmên kurdî yên dagirkirî van propoxandayan dikin û wiha domand: “Vegera welatiyên Efrînê ya ji warên xwe re û di vê rewşê de ne rewa ye.”
Mihemed da zanîn ku serokên Yekitiya Siyasî hewl didin dagirkeriya Tirk rewa bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Armanca yekane ya van îdiayan rewakirina dagirkeriyê û sûcên ku dagirker li herêmên dagirkirî pêk tînin. Lê çareseriya yekane ya vegera şêniyan jî, bidawîkirina dagirkeriyê ye.”
ANHA
Sinews03