DOLAR
9,3418
EURO
10,8711
ALTIN
533,61
BIST
1.432
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
24°C
Diyarbakır
24°C
Az Bulutlu
Perşembe Az Bulutlu
25°C
Cuma Az Bulutlu
26°C
Cumartesi Az Bulutlu
27°C
Pazar Az Bulutlu
27°C

Yekîtîya Jinên Êzdîyên Rojava li Şehba Tê Damezrandin

06.07.2021
0
A+
A-

Yekîtiya Jinên Êzidî li RojavaParve bike

Bi tevlîbûna 300 jinên Êzdî konfransa damezrêner ya Yekîtîya Jinên Êzdîyên Rojava, li herêma Şehba hate li dar xistin.

Di konfransê de jinên Êzdî ji herêma Cizîrê, bajarê Helebê û Efrînê amade bûn, herwiha mêvan ji derveyî Rojava jî hebûn.

Dor armancên yekîtîyê û girîngîya wê endama Yekîtîya Jinên Êzdî ya Efrînê herwiha endama komîteya amadekar ya konfransê Gulê Cefer ji Dengê Amerîka re axivî.

Cefer dîyar kir: “Armanca me ku yekîtîya xwe xurt bikin û di serî de em wek jin kanibin roleke sereke bilîzin û di hemû waran de xwedî li civaka xwe derkevin”.

Di konfransê de grûpa mamosteyên ola Êzdî qewlên olî xwendin, herwiha çendîn gotar jî hatin pêşkêş kirin, tê de bal li ser rewşa Êzdî tê re derbaz dibin hate kişandin û bi taybetî li Efrînê.

Dor tişta divê bê kirin yek ji mêvanên konferansê Cazîya Hewran wiha bîra xwe parve kir: “Rêkeftin û yekîtî ji me tê xwestin, em destê hevdu bigrin û dijmin têk bibin, ku dixwaze ne tenê koka miletê Êzdî ji holê rake, lê belê ya 50 milyon Kurdî”.

Di dawîya konfransê de meclîsa yekîtîyê hate hilbijartin, ku ji van komîteyan pêk tê, perwerde, têkilîyên diplomasî, çand û huner, ciwan û ragihandin, herwiha 5 jin weke kordîne hatin dest nîşan kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hejmarek rêxistinên Êzdî li herêmên Kurdî yên Sûrîyê hene, ew bi serbestî û piştdana Rêvebirîya Xweser kar dikin, loma tê çaverê kirin ku ev yekîtîya nû anku Yekîtîya Jinên Êzdîyên Rojava derfetek zêde bide kar û xebatên civaka Êzdî. /Denge Amerika

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.