DOLAR
13,8164
EURO
15,6712
ALTIN
789,77
BIST
2.038
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağışlı
12°C
Diyarbakır
12°C
Yağışlı
Cuma Parçalı Bulutlu
10°C
Cumartesi Az Bulutlu
13°C
Pazar Az Bulutlu
14°C
Pazartesi Az Bulutlu
15°C

P.Y.D.K.S û P.D.K.S bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li Tirkiyê bikin ku sûcên xwe rawestîne

10.05.2021
0
A+
A-

P.Y.D.K.S û P.D.K.S  sûcên dewleta Tirk a dagirker ên qutkirina avê bi sûcên dermirovî, derexlaqî û derhiqûqî wisif kirin û bang li civaka navneteweyî, di serî de Rûsya û Amerîka kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku rêzê ji mafên sûriyên li herêmên ku dagir kirine re bigire û tîkirina sûriyan rawestîne.

Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) û Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bi daxuyaniyeke hevbeş qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser Sûriyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk li pêşiya çavên civaka naveteweyî û bi bihaneya parastina ewlehiya neteweyî destwerdana kar û barên hundirîn a sûriyan dike û li van herêman sûc û siyasetên tund dide meşandin, pîvan û qanûnên navneteweyî bi bin dike, heta gihaşt asta ku şêniyên resen koçber bike û kesên din li cihên wan bi cih bike, mînaka wê jî Efrîn û Serêkaniyê ye, rejîma Tirk bi van sûcan sînordar nema û li dijî sûriyan şerê avê kir, her ji demekê ve ava stasyona Elok a Serêkanyê ji ser milyonek û nîv şêniyên Hesekê qut dike.

Ji beriya demekê ve zêdetirî nîvê para Sûriyê ya ji ava Firatê qut kiriye ku jêdereke sereke ya ava vexwarinê ya vî welatî ye û jêdereke sereke ya dayîna kehrebê û çandiyê ya her du beşan sewalî û giyayî ye.

Bikaranîna avê di çarçoveya kîjan regeşiyê de be, sûcekî dermirovî, derexlaqî û derhiqûqî ye.

Kiryarên wiha pîvan, rêgezên mirovahî û qanûnên navneteweyî bin pê dikin, li hemberî vê yekê jî civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafnas ên cîhanê bê deng in û dihêle hîn zêdetir li dijî sûriyan şer bike. Em her du partî bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember siyasetên dewleta Tirk bisekinin û di heman demê de bang li Rûsya û Amerîka dikin ku girêdana wan bi dewleta Tirk bi 9 têkikî û peymanên girêdayî Sûriyê hene, mîna Astana, fişarê li dewleta Tirk bikin û neçar bikin ku erkên xwe wek dewleteke dagirker pêk bîne û rêzê ji mafên sûriyên li herêmên dagirkirî bigire û tîkirina sûriyan, bi taybet di gel berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê û hatina havînê re.

(eh)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.