DOLAR
16,3686
EURO
17,6223
ALTIN
975,32
BIST
2.450,84
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
32°C
Diyarbakır
32°C
Açık
Cumartesi Açık
33°C
Pazar Parçalı Bulutlu
35°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
35°C
Salı Az Bulutlu
34°C

Xuçê

04.03.2022
0
A+
A-

Sitrana nû ya Rewşan & Tara Mamedova ku bi hev re duetê dikin bi navê ‘Xuçê’ 4ê Adarê roja înê seat 00:00ê li ser hemû platformên dijîtalê tê weşandin.  Gotinên ‘Xuçê’ ji aliyê Tara Mamedova, beste/müzika wê ji aliyê Rewşan ve hatiye çêkirin. Stran, bi Believe Labelê li ser hemû platformên muzîk ê dîjîtalê tê belavkirin.   Klîba stranê heman rojî seat 17:30’de li ser qenalên hûnermendan ên Youtubê wê bê parvekirin.  “Xuçê” çawa hat çêkirin? Rewşan & Tara Mamedova bi nîyetekê ku straneke gerdûnî çêbikin û diyarî hemû jinên ku di jiyana wan de ne bikin derketin rê. Xwestin ku ev stran qîmeta xwişkbûnê bîne ziman.  “Hevgirtina jinan hêza xwe ji têkiliya xwişkbûnê distîne.  Ev têkiliya xef, belkî jî digihîje heta serdema ku jin pîrebokên zana, hûnermend û şîfakar bûn.  Mixabin ev têkiliya xwişkbûnê ku me li cem hev diheband, di nav demê de qels bûbe jî, bi temamî wenda nebûye. Ji ber ku em ew pîrebokên bi hêz in ku hîn jî stranan dibêjin, govendê digirin û bi dilovanî hevdû hembêz dikin. Em hewl didin ku têkiliya di navbera xwe de zexm bikin. Em vê ji bo xwe, ji bo me, ji bo dinyayeke baştir dikin.  “Ji ber ku em welatê hev in, axa hev in” Û strana “Xuçê” bi van hest û ramanan hat çêkirin.  

FIKRA ESASÎ YA KLÎBÊ 

Dinya weke ku ketiye nava bîreke bêserûber. Pandemî, şer, kuştina jinan, feqîrî, koçberî, krîzên aborî, krîzên ekolojiyê… Em hesreta hêviyeke biçûk in. Di vê serdema ku hêviyên û xeyalên me şolî dibin, belkî divê em bi şidtir xwe bispêrin çîrokan.  Bi fikra “çîrok derman in” em derketin rê û me xwest ji we ra çîrokekê vebêjin. Derhêneriya klîbê Melodi Tözüm, dizayna qapaxa sîngilê jî hunermend Hülya Özdemir çêkir.

ÇÎROKA KLÎBÊ

Ev çîroka jinikek e ku beriya salan xwiça xwe wenda kiriye û pir bêriya wê kiriye,  rojekê diçe wê koşka ku bi hev ra dilîstin. Ji derincikan hildikişe, dinêre ku ew odeya lê dilîstin ne di ciyê xwe da ye. Li şûna wî dûwareke heye, şaş dimîne. Dema dest dide dîwêr deriyekî vedibe û dikeve nav alemeke xeyalî. Bi hesreta dilê xwe, xuça xwe xêz dike, di wê kêliyê de xuça wê derdikeve holê. Weke berê bi hev re dilîzin, dans dikin û strnanan dibêjin.

REWŞAN

Li Stenbolê Hunerên Spehî ya Perayê beşa keman û viyolayê qedandiye, di heman demê de ji beşa psîkolojî û lîstikvaniyê mezûn e. Ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma “Dengên Bakur” ku li ser wêjeya devkî ya Kurdî û bîra çandî amade û pêşkeş kir.  Albûma wê ya yekem “Ax Lê Wesê”,  ji qeydiyên performansên zindî û stranên ber bi jibîrkirinê ne pêk hat. Ji bilî sîngilên wê, bi albûma wê ya Tov ku besteyên wê jî tê de bûn, di kategoriya World Muzîkê de albûmeke gelek serkeftî hat dîtin. Di sibata 2022’an de strana “Kavir” tomar kir û bi şêwaza Proggresive Folk weke sîngle parve kir. Yek ji avakar û endama îcrakara Orkestraya Stenbolê ya Mûzîka Fîlman e û li welat û li dervayî welat konserên xwe didomîne.

TARA MAMEDOVA

Zaroktiya wê li Kirgizîstan ve Rusyayê derbas bû, perwerdeya xwe ya muzîke li Fransayê domand. Her çiqas meyla wê ji ber muzîkjenên kuçeyê ku wê derê hev nas kirin, çûbe ser jazzê jî, bi melodiyên muzîka Romans ya Rusî, bi zimanê xwe yî zikmakî Kurdî re lihev anî û albûma xwe ya yekem “Ax” parve kir.  Bi tarza xwe ya cuda di endûstriya muzîkê de deng veda û li welat û li derveyî welat konserên gelekî serkeftî da. Bi hunermend û bestekara navdar Yasmin Levy re stranên hevpar çêkir, helbestên wê ji aliyê hunermenda Unesco û Rusyayê Zara Mgoyan ve jî hat xwendin. Ji bilî “Ax” “Live Studio Session Istanbul” û “Giran” tev tevî hev sê albûmên wê û gelek xebatên wê yên weke sîngle hene. Hunermend, bi tecrûbeyên xwe yê pir çandî muzîka xwe ya gerdûnî didomîne.  

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.