DOLAR
8,6396
EURO
10,1418
ALTIN
492,03
BIST
1.407
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
34°C
Diyarbakır
34°C
Az Bulutlu
Perşembe Gök Gürültülü
29°C
Cuma Çok Bulutlu
26°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
29°C
Pazar Az Bulutlu
30°C

Xelasîya ‘Kurd’ ji Zaliman

Xelasîya ‘Kurd’ ji Zaliman
24.06.2020
0
A+
A-

Yekrêzîya nava Kurdan jibo her neferek Kurd cihê serbilindî û bextewarîyê ye. Tişta ku îro dikeve ser milê her Kurdê fehmber jî ev e ku vê yekîtîyê biparêze, lê xwedî derkeve û jibona ku berfirehtir bibe bixebite, ked bide

Ked dayîna vî karî ne gelek zehmet e; li malê, li sûkê, di civaten de, di Medyaya Sosyal de, dema mijar hat ser yêkîtîyê, bidil û can vê serbilindî û bextewarîya xwe anîna ziman e, vegotin e. Lewra dibê em tev
baş zanibin, ger xelasîyek me Kurdan hebe, Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava fark nake, xelasî û felata me di yekîtî û yekdengî û yekrêzîyê de ye.

Meyzekin bê ji roja ku Kurd hatine cemhev kî dîn û har bûne, ji hed û hidûdên bavûkalên xwe derketine, Iran û Tirk-îye. Mêzekin herdûyan bihevre dest bi êrîşa ser Kurdan de kirin û Rûsya’ya qeftar xwe daye pişt wan, wek ku bêje, ‘aha dibeku ev ji min re jî bibe keysek.’ ger ne awha bûya, Dewleta Tirk nikaribû xwe di ser wan de bake û jinên Kurdan li Kobanî
şehîd bike. Berpirsê vî kara çiqas Erdogan û hukumeta vî be jî ewqas jî Pûtîn û hukumeta Rûsan e. Hezar qehr û bela li wan be, yên ku azadî û wekhevîyê, aşîtî û aramîyê ji gelê Kurd re heram kirine.

Derdê Rûsan ew e ku Tirk, Ereb, Faris, Azerî, Ermenî û Kurd tim û daîm di qirika hevde bin û muhtacî wan bin e.
Derdê Rûsan ku Amerika û Fransa ji herêmê vekişe û herêm bibe pirêzeya polîtîkaya wan; Israil, Ereb, Ecem, Kurd tev herin berdestên Moskova wana genî!
Ma derê Rûsan çî ye?
Dibên bila li Behrareş çivîk bêyê me nefir e, dibên li Behrasîpî kes jibêyî me nikare borîyan di ser Qibrisê re derbasî Ewropa bike û me bypas bihêl e.
Ma derdê Rûsan çi ye ku Pûtînê qatilê serê rojnamevanan, qatilê serê hevalên xwe, îro radibe li Kobanê bi destên Dewleta Tirkan jinên Kurd dide kuştinê. Hezar tuf li rûyên zalima, zalimên xwunxwar!

Em bi derdê Iran û Tirkan baş zanin
Devê xwe liber necisan, celadan, ker û kûçikan jî karin xwar kin û bêjin ” bile dewletek Kurdan çênebe, bila nebe, bila nebe….”

Yekî navê xwe kirîye ‘Êran’ yanê Aryan, yanê koka milletên Hindu-Ewropîyan, qaşo xwe di ser tevan de dibîne. Lawo ma em bi çîroka we
û ziman û çanda we nizanin. Ma em nizanin axa we Faristan bitenê ye wekî din yek bihostek heq û huqûqê we tune? Hûn ji rastîyê ditirsin, ji rastîya Kurd û Kurdistan dibizdin lê çare tune, hûnê jî herin ber wê sêdara ku hûn gelek jê hesdikin!

Yên din jî navê Kurdistan û Anatolîayê kirine ‘Tirk-îye’ û xwe wek dergevanên cehnimê li ber pen kirine, dibên ev der li ser me tapokirîye. Di dîrokê de ne navek ‘tirk’ heye ne jî welatek û yek bohist ax binavê ‘tirkîtîyê’ ne hatîye ”fetih” kirin. Niha Alparslan, Xazî Osman li jiyanê bûna dê bi şûrê destên xwe serê wan derewkaran bifirandana!
Ser û binê gotina wana îroyîn jî ‘Firatin Doğusu-Firatin Batisi’ ye. Yane Rojhilatê Feratê-Rojavayê Feratê.
Ez ji we re bêjim, jiber bêedaletî û zulma xwe hûnê di nêz de bikevin derdê Istanbul û Izmîrê…
U dema Kurd bi yek dengî li we kirin dengîn, ji Başûr û Bakur û Rojhilat û Rojava, hûnê bêjin ‘Sivas’in Batisi-Dogusu’,
hûnê bêjin ‘Rojhilatê Çemê Sor-Rojavayê Çemê Sor’.
Herê Lawo hûnê îro li Kobanê heyfa DEAŞê bi kuştina jinên Kurd hilînin; Xweda mezin e!

Dibê em Kurd li yekîtîya xwe baştirîn xwedî derkevin. Wek nan-av, wek ronya çewan. Xelasîya me ji wan zaliman dê bi mifteya ‘yekîtîyê’ be.
Bawer bikin ji min

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.