DOLAR
18,5487
EURO
18,2752
ALTIN
1.013,74
BIST
3.392,13
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
34°C
Diyarbakır
34°C
Açık
Salı Açık
35°C
Çarşamba Açık
33°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
30°C
Cuma Az Bulutlu
27°C

​​​​​​​Xalid Mistefa: Dibe senaryoyên Sûriyê û Efganistanê li Ukraynayê pêk werin

​​​​​​​Xalid Mistefa: Dibe senaryoyên Sûriyê û Efganistanê li Ukraynayê pêk werin
08.03.2022
0
A+
A-

Lêkolîner û pisporê kar û barên navneteweyî Xalid Mistefa destnîşan kir ku armancên Rûsya ji destwerdana xwe ya li Ukraynayê, niha hatine guhertin û got, Moskov xwe ji cezayan re amade kiriye û pergala diravî ya taybet ji bo xwe ava kir. Mistefa anî ziman ku dibe senaryoyên Sûriyê û Efganistanê li Ukraynayê pêk werin.

Ruxmî zextên rojavayî, Rûsya tevgerên xwe ya li Ukraynayê didomîne. Li gorî dezgehên çapemeniyê Kiev ji hemû aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Rûsya li gel topbarankirina taxên Kievê, hewl dide ji bakur ve êrişî paytextê bike.Rojnameya Washington Post ragihand ku DYA û hevalbendên wê amadekariyên avakirina hikumeta Ukraynayê li sirgunê dikin. Çek û cebilxane didin Ukraynayê da ku di şerê kolanan de wê xurtir bikin.Kremlin di daxuyaniyekê de got: “Serok Vladimir Pûtîn serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê agahdar kiriye ku Rûsya “Operasyona xwe ya leşkerî” ranawestîne heke Ukrayna şer ranawestîne û daxwazên Moskov neyne cih.Têkildarî mijarê lêkolîner û pisporê kar û barên navneteweyî Dr.Xalid Mistefa ji ajansa me re axivî.

ENIYÊN ŞER Û GIRÎNGIYA WÊ ÇI NE?

Xalid Mistefa di destpêkê de behsa eniyên şer û girîngiya bajarên Ukraynayê kir û got: ”Rûsya ji 4 eniyên stratejîk ve êrişî Ukraynayê kir. Ya yekemîn li bakurê Ukrayna ji sînornê Belarûsê. Di encamê de paytext Kiev hat dorpêçkirin. Her wiha operasyonên hewayî hiştin ku hêzên li ser erdê bi pêş kevin û paytextê dorpêç bikin. Eniya duyemîn, li bakur rojhilatê Ukraynayê ye. Ev enî gelek stratejîk e. Hêzên Rûsyayê bi rêya vê eniyê, bajarên mezin mîna Kharkiv dorpêç kir. Di encama dorpêçê de korîdorên ewle hat vekirin, dibe ku hêzên Rûsyayê di navbera têketinên Kharkiv û heta Kievê de bikevin liv û tevgerê.Eniya sêyemîn ev e, navçeya rojhilat, nexasim a herêma Donbass ku her du komarên cudaxwaz, stasyona Chernobyl, stasyona avê ya herî mezin li Ewropayê, depoya stratejîk a komir li cîhanê hene. Her wiha beriya hilweşandina Yekitiya Sovyet Donbass ji mezintirîn herêmên pîşesazî bû. Ev enî girîng e ji ber ku artêşa Rûsyayê alîkarî gihand cudaxwazên li wir ku hertim ber bi bakurê Ukraynayê ve bi pêş ve diçin.”Der barê eniya çaremîn de Dr.Xalid Mistefa wiha got: “Ev enî ji bakurê Qirimê dest pê dike û digihêje herêmên li ser çemê Dnieper di serî de bajarê Kherson ku niha di bin kontrola hêzên Rûsyayê de ye. Ev bajar xwedî cihekî stratejîk e, ji ber ku mezintirîn herêma avakirina keştiyan li rojhilatê Ewropa bi giştî ye. Tê de xeta yekane ya avê heye ku avê dide Qirimê û ji bo çandiniyê jî axa wê baş e. Di nakokiya Rûsya û Ukraynayê de ev herêma herî girîng e.Mistefa da zanîn ku Rûsya dixwaze di çend rojên bê de bajarê Odesa kontrol bike ku xwedî cihekî stratejîk a girîn e û wiha axaftina xwe domand: “Pêşketina hêzên Rûsyayê ji her çar eniyên navborî û piştî ku Rûsya hemû deriyên Deryaya Reş û Deryaya Azof kontrol kirin, desteka leşkerî yên deryayî yên artêşa Ukraynayê li başûr qut kir. Dorpêçek li Kievê ferz kir û tevgera hêzên Ukraynayê felc kir. Her wiha destekê li ser qut kir, korîdorên ewlehiyê vekirin ku dê Rûsya bi rêya îmdadan bişîne da ku êrişî Kievê bike. “

ARMANCÊN RÛSYAYÊ

Têkildarî armancên destwerdana Rûsya ya li ser Ukraynayê Mistefa got: “Beriya destwerdanê armancên Rûsyayê tiştek bûn û niha cuda ne. Beriya destwerdanê du daxwazên wê yên sereke hebûn; bêaliya Ukraynayê û dûrxistina çek li ser sînorên Ukrayna û Rûsyayê, ji ber ku dikek avêtine moşekan û cebilxaneyên leşkerî yên mezin û derdora 80 hezar leşker li ser sînor hebûn. Li gorî serokê Rûsyayê, ji ber vê yekê Moskov metirsîdar bû. “Der barê armancên wê piştî destwerdanê de Mistefa ev li gotina xwe zêde kir: ”Rewş bi temamî hat guhertin. Niha Rûsya dixwaze destpêkê hemû axên Ukraynayê kontorl bike, hikumetê biguhere û hikumeteke alîgirê xwe erkdar bike. Di vê pêvajoyê de parçekirina Ukraynayê ji bo Rûsyayê mijareke girîng e. Her wiha dixwaze Ukrayna Qirimê nas bike ku di 2014`an de dagir kiriye.”Têkildarî mûzakereyan lêkolîner Xalid Mistefa got: “Dawiya her şerekî li cîhanî yan bikeftina aliyekê ye yan jî dan û standin e. Heta vê kêliyê, rewşa li Ukraynayê ne diyar e. Ya duyem, diyalogên di vê pêvajoyê de, çareseriya yekane ye. Lê diyalog bi sponseriya Belarûsê pêk tên ku di bingehê de Ukraynayê hesabê jê re dike, bi ser nakevin. Divê diyalog li ser astekî bilindtir pêk were. Divê di bin sîwana NY`yê de be û endamên wê Rûsya, DYA û Yekitiya Ewropayê tev lê bibin. Divê diyalog bi sponseriya navneteweyî be, şertên hemû aliyan beriya destpêkirina dan û standinan werin nîqaşkirin. Lê dan û standinên heyî wiha ye, ukraynayî li gorî perspektîfên zehmet ên Amerîkayê ku şertên Rûsyayê red bikin tev li diyalogan dibin. Rûsyayê jî şertên xwe diyar kirine.”Dr.Xalid Mistefa anî ziman ku heta vê kêliyê hemû gerên dan û standinan bi bin ketin û wiha pê de çû: “Dan û standin wê dirêjî bide. Dibe ku bi gelemperî dan û standin bi bin kevin. Heke Rûsya Kiev kontrol bike, ez di wê baweriyê de dê bibe destpêka danûstandinên demdirêj. Ez difikirim ku Amerîka wê demê ji serokê Ukraynayê re bêje li ser masaya diyalogan rûnê, xwe û gelê xwe xilas bike.  

RÛSYA XWE JI CEZAYAN RE HAZIR KIRIYE

Der barê cezayên li ser Rûsyayê hatine birîn de, Xalid Mistefa wiha got: “Rojava tev li hev bûye, ji ber ku mijara rûdana şerekî bi Rûsyayê re gelek dijwar e. Li gel cezayên hatine birîn, tiştek li pêşiya Washingtonê nemaye ku heta li ser hewaya ku rûs bêhin dikin cezayan bibire. Rûsya ji 2014`an ve, pergaleke diravî ya taybet ji bo xwe ava kir, da ku ji pergala SWIFT derkeve. Çînê jî heman pergala diravî ji xwe re ava kir û Rûsya hêvî dike ku ji pergala diravî ya cîhanî dernekeve ji ber ku xwe wek şirîk hemû dewletên Yekitiya Ewropayayê dibîne. Lê Biden baş dizane heke Rûsya ji SWIFT derkeve, dê bikeve hemêza Çînê. Yanî dê hêzeke mezin a diravî ava bikin ku dibe dolarê di pêvajoya bê de kontrol bikin. Ji lew ra Biden naxwaze Rûsya ji pergalê derkeve.” 

‘SEKNA LI HEMBER HEV DÊ DIJWAR BE’

Dr.Xalid Mistefa daxuyand ku sekna li dijî hev dê dijwar be û bi domdarî got: ‘Heke Yekitiya Ewropa bi awayekî fermî tevlêbûna Ukraynayê di NATO`yê de qebûl, dê bibe destpêka şerekî. Heke DYA yan jî Brîtanya yan jî dewletên Yekitiya Ewropayê leşkeran bişîne Ukraynayê bi nêrîna min dê bibe çirûska şerê cîhanê yê sêyemîn. Ez baş dizanim ku rêveberiya Amerîkayê, Yekitiya Ewropa û Brîtanya, naxwazin li Ukraynayê li hember hev bisekinin, lê mixabin, UKranya ket xafka hêzên mezin. Serokê UKraynayê fêm nekir ku girêdana wî bi rêveberiya Amerîkayê ve çarenûsa Ukraynayê ne diyar kir.”

‘TIRKIYE DI ORTA WERÎS DE DILÎZE’

Lêkolîner Xalid Mistefa bal kişand ser  helwesta Tirkiyê ya derbarê Ukraynayê de û wiha axivî: ”Tirkiye her tim li ser navîna werîs dilîze. Ew ne li dijî e û ne jî pê re ye. Ew bi berjwendiyên xwe re ye. Serokkomarê Tirkiyê, her tim berjewendiyên xwe yên kesayetî û yên Tirkiyê dide pêş. Dema ku tiştek ne li gorî kêfa wê be li nêçîra xwe dide. Heger tiştekî veşartî hebe, ez di wê baweriyê de me ku ji dil li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û bi dil û can bi rejîma Rûsyayê re. Ez dikarim wê wekî margîseyê wesif bikim ku bi her helwesteke siyasî re rengê xwe diguhere.Tirkiyê bi rastî tengavên Bosfor û Dardenîl li pêşiya Rûsyayê girtin, da ku keştiyên Rûsyayê derbasî Ukraynayê nebin. Me hemû wisa fêm kir. Lê wate û sedema wê ya rastîn ne ev e, wê tengav li pêşiya keştiyên şer ên cîhanê bi giştî girtin. Yanî ev yek bandor li Rûsyayê nekir, ji ber ku ceblixane û moşekên Rûsyayê giştî li ser sînorên Rûsya û Ukraynayê ne yanjî li Ukraynayê ne.Ev tevgera Tirkiyê xuya dike ji bo berjewendiyên cîhanê, dewletên koalîsyonê û Ukraynayê ye, lê di bingehê de ji sedî milyon ji bo berjewendiya Rûsyayê ye. Lê Erdogan her tim ji me re xuya dike ku li pey berjewendiyên xwe yên kesayetî ye. Heke berjewendiyeke wî ya kesayetî di vê yekê tune bûya, tiştek wisa nedikir. Ji ber ku destpêkê girtina tengavan red kir. Ev yek bi awayekî veşartî bi şêwirên rûsan re pêk hat. Şêwirên ku kesek pê nizane. Yanî bi nêrîna min ji ber wê daxuyaniya girtina tengavan da. Heta vê kêliyê ev girtin, ji bo berjewendiyên Rûsyayê ye.

EV YEK DÊ ÇAWA BANDOR LI CÎHANÊ BIKE?

Têkildarî bandorên van pêşketinan li ser cîhanê Dr.Xalid Mistefa got: “Bi rastî herêmê bi giştî dê bi vê şerî bi bandor bibe. Heke dema şer dirêj kir, dê bandora wê jî metirsîdar be. Ji ber ku peymanên Rûsyayê yên têkildarî qada enerjî û petrolê bi Lîbya, Erebistana Siûdî, Qeter, Behreyn û Kiwêtê re hene. Li gelek dewletên Afrîkayê û herêma pîşesazîya mezin Gelek projeyên mezin ên Rûsya hene ku dê rojhilatê Kanala Siwêsê ya Misirê ava bike. Her wiha peymanên çek bi gelek dewletên ereb re îmze kirine ku dixwazin çek ji jêderên cuda werbigirin da ku ji hegemoya çeka amerîkî xilas bibin ku Rojhilata Navîn kontrol dike. Bi tunebûna Rûsya li herêma erebî re dê bi awayekî bandor li aboriya erebî bibe. “Ji bo Ukrayna Mistefa ev nirxandin kir: “Ukrayna li ser asta cîhanê pakêta xwarinê yê pêşîn e. jêdera yekemîn a genim e. Heke aloziya li Ukraynayê çareser nebe, dê bandor li depoya genim a gelek dewletên ereb bike.”

XUYAYE REWŞ DÊ ALOZTIR BIBE

Her wiha Mistefa diyar kir ku heke rêveberiya Ukrayna îstîfa neke, rewş dê aloztir bibe û Rûsya dev ji armancên xwe bernade.Mistefa wiha domand: ”Ji senaryoyên muhtemel; feyleqeke navneteweyî bê avakirin. Niha bi sedan îslamiyên tundrew bi rêya telefonê xwe digihînin şandeyên dîplomatîk ên Ukraynayê. Ev daxwaza DYA û Brîtanya ye. Derdora 30 hezar kesên tundrew ên xwedî nasnameyên brîtanî hene, kesek nafikire ku Ewropa, Amerîka û Brîtanya dê ciwanên xwe bişîne wir, lê belê dê îslamiyên radîkal bişînin wir ku cîhan tirsandin. Heke Kiev neket dest Rûsyayê dê şer veguhere şerê kolanan. Li gorî pirspor û rayedarên leşkerî dibe ev şer zêdetirî 10 salan dirêj bike. Yanî dê senaryoya Sûriyê û Efganistanê li Ukraynayê dubare bibe. Heta niha ev senaryoya herî nêzî rastiyê û zelal e. Lê divê sîwaneke navneteweyî ya dan û standinan hebe da ku armancên ku tên xwestin pêk werin. “Mistefa nirxandina xwe wiha dewam kir: “Brîtanya nikare hêzên xwe bişîne şerê li Ukraynayê ji ber du egeran. Ya yekemîn; Brîtanya li derveyî pergala Yekitiya Ewropayê ye. Ya din rêveberiya Brîtanya naxwaze li Ukraynayê bi Rûsyayê rû bi rû bimîne. Ruxmî ku wezîra karên derve ya Brîtanyayê bang li welatiyên brîtanî kir ku tev li feyleqa navneteweyî bibin, lê Wezareta Parastinê ya Brîtanya, bi rêya wezîrê parastinê û rêveberên şaxên sereke yên wezaretê gotin ew leşkerekî naşînin. Heger feyleke navneteweyî were avakirin dibe ku hin brîtaniyên tundrew ên xwedî paseportên brîtanî biçin û banga serokê Ukraynayê bi cih bînin û beşdarî şerê aloz ê li Ukraynayê bibin. Dibe ku misilmanên tundraw, erebên li Ukrayna û misilmanên li rojhilatê Ewropayê jî tev li feyleqî bibin. Her ev tişt pêk were wê şer dirêj bike.”

VEJÎNA PERGALEKE NÛ YA CÎHANÎ

Lêkolîner û pisporê kar û barên navneteweyî Dr.Xalid Mistefa di dawiyê de got: “Ev şer dê bibe sedema vejandina pergaleke nû ya cîhanê. Ji ber ku di van rojan de guhertineke girîng çêdibe. Êdî hemûyan fêm kir ku împeratoriya Amerîkayê êdî ne listikvanê yekane yê qada navneteweyî ye. Şer niha li dar e, di dîroka mirovahiyê de kêliyeke dîrokî ye. Dibe ku ev şer bibe sedema vejîna pergaleke nû ya cîhanî .”

(şx)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.