DOLAR
9,3418
EURO
10,8711
ALTIN
533,61
BIST
1.432
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
24°C
Diyarbakır
24°C
Az Bulutlu
Perşembe Az Bulutlu
25°C
Cuma Az Bulutlu
26°C
Cumartesi Az Bulutlu
27°C
Pazar Az Bulutlu
27°C

Wezaretên Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin

15.04.2021
0
A+
A-

“Armanca van êrîşan, têkbirina asayîş û îstiqrarê ye”

Wezaretên Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê di daxuyaniyeke hevbeş de, êrîşên terorîstî yên ser bajarê Hewlêr û Bexdayê şermezar kirin û tekez dikin ku armanca van êrîşan, têkbirina asayîş û îstiqrarê ye.

Di daxuyaniya hevbeş de hat ragihandin: “Ev destdirêjiyên metirsîdar ku di van demên dawî de li dijî Hewlêr û deverên din hatin kirin, dikevin çarçoveya destdirêjkariya terorîstî ya rêxistinkir, ku asayîş û îstiqrara Iraqê û di nav wê de jî asayîşaHerêma Kurdistanê kiriye armanc û ji bo jinavbirina aştiya civakî û çandina tovê duberekî û têkelkirina kartan hewldanek e.”

Hat diyarkirin: “Em tevî şermezarkirina wê kiryara tawankariyê, tekez dikin ku ew destdirêjî hewlên mayepûç in ji bo gihandina zirarê bi wan pêşketinên erênî yên di pêwediyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de derketine holê, bi taybetî ji aliyê hemahengiya ewlehiyê ya asta bilind a navbera herdu aliyan ve.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ew hemahengî û hevkarî û temamkirina hev dê berdewam bibin ji bo desteberkirina asayîş û silametiya welatiyan û rûbirûbûna wan hewlên ku ji bo derxistina alozî û jinavbirina îstiqrara ewlehiyê têne dayîn.”

Hat destnîşankirin: “Her du wezaretên navxwe yên Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî tekezî li ser wê yekê kirine, ku desteberkirina asayîşa Iraqê li hember van cûre destdirêjiyan, berpirsyariya vê dikeve stûyê Hikûmeta Federalî û saziyên fermî yên nûnertiyê dikin û di nav wan de jî hêzên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê.”

Di dawiya daxuyaniyê de tê diyarkirin: “Tîma lêkolînê dest bi karên xwe kirine û erkê wan li gor fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî; hemû wan kes û aliyên ku destê wan di wan êrîşan de heye, eşkere bikin û bînin ber dadgehê.” /Kurdistan24

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.