DYA’yê îro cezayên nû li dijî ferd û blokên girêdayî hikumeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk birîn, di serî de jî Ehrar El-Şerqiye û terorîstê bi navê “Ebû Hatim Şeqra” ê berpirsê sîuqastkirina siyasetmedara sûrî Hevrîn Xelef.
Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand ku li dijî 8 ferd û 10 blokên Sûriyê di çarçoveya tedbîrên girêdayî têkoşîna li dijî terorê û tedbîrên girêdayî Sûriyê de, ceza birîn.
Ceza li dijî şaxên îstîxbarata giştî û leşkerî yên Sûriyê, çeteyên Ehrar El-Şerqiye û terorîstê bi navê Ehmed Feyad El-Hayis (Ebû Hatim Şeqra) ku berpirsê sîuqastkirina siyasetmedar û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû, hatin birîn.
Ebû Hatim Şeqra, serçeteyê Ehrar El-Şerqiyê ye û bi sûca qetilkirinê li dijî şehîd Hevrîn Xelef hat tawanbarkirin.
Têkiliya Ebû Hatim Şeqra bi aliyên Tirkiyê yên fermî re xurt e, her wiha di Nîsana 2018’an de Ebû Hatim Şeqra bi serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan re civiyabû.
Dewleta Tirk a dagirker piştgiriyeke xurt dide çeteyên Ehrar El-Şerqiye, bi koma herî sûcdar û kiryarên revandina sivîlan tê nasîn.
Ehrar El-Şerqiye girêdayî Cebhet El-Nusra bû ku ew jî di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye û damezrînerê wê Ebû Mariya El-Qehtanî ye ku berê di Cebhet El-Nusra de serçeteyê Meclisa Şêwirê bû.
(fr)
ANHA