DOLAR
19,1507
EURO
20,8167
ALTIN
1.212,17
BIST
4.943,18
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Turnuveya futbolê ya jinên herêma Firatê bi dawî bû

30.09.2021
0
A+
A-

Turnuveya futbolê ya jinên herêma Firatê bi serketina tîma Berxwedan bi dawî bû.

Turnuveya futbolê ya jinên herêma Firatê bi beşdarbûna 7 tîman di 29’ê Hezîranê dest pê kiribû.  Ev turnuve ya yekemîn a jinan e ku li ser asta herêmê tê organîzekirin.

Turnuveya futbolê

Tîm li gorî du qonaxan hatibû birêxistinkirin. Her tîmekê 12 maç lîstin, dema her maçekê 50 deqe bûn. Tîmên beşdarî turnuveyê bibûn ev in: Umal, Wehda, Terbiya, Berxwedan, Firat, Nesrîn û Roşîn. Maç li stada Dosanî Kobanê-Nerwîc hatin lîstin. Turnuveya Berxwedan bû şampiyona turnuveyê

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/09/30/143021_rwhat-afndy.jpg

Lîstikvana bi navê Rohat Efendî kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna turnuveyê anî ziman û got: “Tevî gelekî astengiyên ku rastî me hatin, ji ber ku futbol di civaka me de ji bo mêran sînordar e, lê îro turnuveya taybet bi jinan hatin lidarxistin. Min karî qalibê zihniyeta baviksalarî bişkînin. Wekî lîstikvan dibînim ku ev turnuve girîng e, ji ber ku ronahî nîşanî jinan da ku beşek ji xewa xwe pêk anî û karî xwe îsbat bike.”

Tîmên beşdarî rastî gelek zehmetî û astengiyan hatin, ji wan tunebûna perwerdevanên akademîk û tunebûna destekda madî. Li gorî berpirsên turnuveyê, piraniya tîman astengî derbas kirin û hişt ku turunve serketî derbas bibe.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/09/30/143037_mstfa-khyr-zadh.jpg

Ji hekemên turnuveyê, Mistefa Xêr Zade got: “Tevî ku ev cara yekemîn e ku li herêma Firatê tunruveyeke wiha tê lidarxistin, lê heta astekê baş bû. Hêvîdar im ku sala bê elaqeyeke mezintir bi tîman hebe, nexasim ku turnuveyeke wiha hewcedarî perwerdevanên akademîk e. Wekî hekem jî, di dirêjahiya turnuveyê de tîmên ku bi ser nediketin sedema wê dispartin me. Em bi hêvî ne ku alîkarî ji bo me were kirin da ku em li gorî qanûnên futbolê ne li gorî qanûnên kesayetî kar bikin.”

Komîteya Turnuveya Futbolê ya Jinan a Herêma Firatê ku erka wê şopandina maçan bû tevî astengiyan û hejmara kêm ku tenê du kes bûn, roleke girîng di serxistina turnuveyê de lîst.

Endama komîteyê Medya Mihemed têkildarî mijarê got: “Turnuveyeke wiha li ser asta herêma Firatê gelekî girîng e, tevî astengiyan lê pir kêfxweş im. Ez dibînim ku jinên herêmê bi rihekî pêşbazî dilîzin. Bi hêvî me ku sala bê hejmara endamên komîteyê zêdetir be da ku rola xwe bi awayekî aktîvtir pêk bîne.”

ANHA

Sinews03

ETİKETLER: , ,
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.