DOLAR
19,1620
EURO
20,8113
ALTIN
1.212,46
BIST
4.958,64
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Tîma Navbeynkaran a Xiristiyan: Hovîtiya dewleta Tirk û ya DAÎŞ’ê weke hev e

13.10.2021
0
A+
A-

Tîma Navbeynkaran a Xiristiyan diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hovîtiya DAÎŞ’ê weke hev e û bang li raya giştî ya navneteweyî kir.

Daneyên Tîma Navbeynkaran a Xiristiyan (CPT) ku ji sala 2015’an û vir ve berhev dike, asta operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk radixe pêş çavan.

Di raporê de ku ji bo diyarkirina binpêkirina mafên mirovan ên Xiristiyanan ên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê hate amadekirin, hate ragihandin ku ji ber operasyonê gundên Xiristiyan hatine valakirin, mal, dêr hatine hilweşandin, bax û baxçe zerar dîtine û Xiristiyan bûne penaber.

Li gorî daneyên CPT, li herêmê 42 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene û ji ber operasyonan 148 gund hatine valakirin, 116 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha işaret bi êrişên bênavber ên balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk hate kirin.

Di raporê de hate ragihandin ku dewleta Tirk ji herêma Zaxo ya Duhokê heta herêmên Kelaşîn û Sidekanê yên Hewlêrê di bin navê ‘herêma ewle’ de dixwaze li qadê serwer be. Di raporê de hate destnîşankirin ku operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmê ne tenê li dijî PKK’ê ne, bi rêbazeke welê tê meşandin ku li dijî tevahiya gelê Kurd, baweriyan û mirovên biçek bêçek li dijî her kesî ye.

‘EWLEHIYA JIYANÊ YA XIRISTIYANAN NEMA YE’

Di raporê de hate ragihandin ku ji ber êrişên hewayî zerar li dêr û cihên baweriyê yên Xiristiyanan bûye û hate gotin, “Xiristiyanên ku li gundan ewlehiya jiyana wan nemaye, yek bi yek neçar man ku gundan biterikînin. Ji ber êrişên Tirkiyeyê gelek malbatên Xiristiyan li nava Iraqê bûne penaber û ji sala derbasbÛyî û vir ve zerar li zêdeyî 10 dêran bûye û li îbadetê hatine girtin. Ji ber êrişên dewleta Tirk zêdeyî 80 gund hatine valakirin û gundî neçar mane koçî Zaxoyê bikin.”

‘HOVÎTIYA DAÎŞ’Ê Û YA DEWLETA TIRK WEKE HEV E’

Di raporê de hate bibîrxistin ku çavkaniya bingehîn a debarê ya Xiristiyanan çandinî ye, cotkar nikarin zeviyên xwe av bidin û hate gotin, “Li gel nerazîbûnê jî êrişên Tirkiyeyê li herêmê dewam dikin. Mirov, bawerî û gel zerarê dibînin.” Di raporê de bang li hêzên navneteweyî kir ku bala xwe li ser mijarê be.

Di dewama raporê de hate gotin, “Çawa ku sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Nînovayê kirin Xiristiyan ji cih ûwarê xwe bûn, niha jî Xiristiyan ji ber êrişên Tirkiyeyê koçberî deverên cuda bûn. Hovîtiyek ku dişibe hovîtiya DAÎŞ’ê di êrişên Tirkiyeyê de heye.”

ANF

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.