DOLAR
19,1620
EURO
20,8113
ALTIN
1.212,46
BIST
4.958,64
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Thomas Schmidinger: Çareserkirina aloziyê bi derketina dewleta Tirk û nenavendîbûnê pêkan e

02.10.2021
0
A+
A-

Siyasetmedarê ji Awisturyayê Thomas Schmidinger got, çareserkirina aloziya Sûriyê bi derketina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê û pêkanîna nenavendîbûnê, pêkan e.

Aloziya ku 15`ê Adara 2011`an dest pê kir, heta roja me ya îro dewam dike. Wê aloziyê Sûriye veguherand qadeke operasyonên leşkerî û şerê bi wekîlan ku tu berjewendiyên gelê Sûriyê tê de nîn in. Yên ku navê opozîsyonê li xwe kirin, girêdayî berjewendî û ajandeyên dervedi serî de welatên herêmî wekî Tirkiye û Qeterê in. Hikumeta Şamê jî dev ji feraseta xwe bernedaye û li gorî .

Li gorî daneyên herî dawîn ên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta 30`ê Gulana 2021`an, 159 hezar û 774 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ji wan 119 hezar û 591 mêr, 25 hezar û 48 zarok in û 15 hezar 135 jin in. Her wiha 2 milyon û 100 hezar sivîlên din birîndar bûne. Li aliyekî din jî nêzî 12 milyon kes koçberî herêmên din ên Sûriyê bûne.

Têkildarî mijarê, siyasetmedarê ji Awisturyayê û endamê Meclisa Rêveberiya Komeleya Awisturyayê ya Lêkolînan Thomas Schmidinger ji ajansa me re axivî. Thomas Schmidinger diyar kir ku destwerdana derve û di serî de dewleta Tirk a dagirker hişt ku temenê aloziyê dirêjtir bibe û got, “Çareserî ew  e ku ji xaka Sûriyê derkeve û bihêle gelê Sûriyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.”

Thomas Schmidinger wiha axaftina xwe dewam kir: “Divê hêzên Tirkiyê ji tevahî Sûriyê derkevin. Êrişên dewleta Tirk dewam dikin, hîna jî erdên Sûriyê dagir dike wekî Efrîn û Serêkaniyê û dixwaze herêmên din dagir bike. Çareserkirina aloziya Sûriyê bêyî derketina hêzên Tirkiyê ji Sûriyê, ne pêkane. Her wiha divê hêzên din ên biyanî jî ji Sûriyê derkevin û çareserî di navbera aliyên li Sûriyê de pêk bê.”

Schmidinger her wiha destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk li kêleka êrişên leşkerî li dijî welatiyên Sûriyê, şerê avê dimeşîne da ku zextê li herêmê bike.

Her wiha bal kişand ser girêkbûna aloziya Sûriyê û wiha dewam kir: “Tiştê ku aloziyê kûrttir dike, şer û pêşbirka Amerîka û Rûsya li herêmê ye. Heger lihevkirineke di navbera her du aliyan de çêbbe wê demê wê çareserkirina pirsgirêkê hêsantir be.”

Schmidinger da zanîn ku Erdogan ji nakokiyên van herdu hêzan (Rûsya û Amerîka) sûdê digire û dixe xizmeta berjewendiyên xwe li herêmê û wiha pê de çû: “Li aliyekî Tirkiye endama NATO`yê ye, li aliyekî din jî hewl dide pergala moşekan ji Rûsya bikire. Bi vê yekê hewl dide bi rêya herêmê destkeftiyan bi dest bixe.”

Thomas Schmidinger got, çareseriya şerê li Sûriyê divê bi rêya nenavendîbûnê pêk bê û îşaret pê kir ku divê modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî Sûriyê pêk were.

Thomas Schmidinger di vê derbarê de wiha got: “Li vê herêmê hin mijarên siyasî yên girîng hene, wekî qebûlkirina pirrengiya olî û ziman, bikaranîna gelek zimanan di belavokan û heta li dibistanan. Aliyên din ên li herêmên din ên Sûriyê jî dikarin vê yekê bikin.”

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêvebirina herêmê de tecrube û modekele siyasî û ya rêveberiyê (Rêveberiya Xweser) tê meşandin, ku hemû beş û pêkhateyên civaka Sûriyê digire nava xwe. Bi vê yekê, Rêveberiya Xweser di dosyaya Sûriyê de hêzeke sereke ye.

(cx)

ANHA

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.