DOLAR
9,2949
EURO
10,7905
ALTIN
528,13
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

TEV-DEM: NY ji berdewamkirina sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê berpirsiyar e

TEV-DEM: NY ji berdewamkirina sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê berpirsiyar e
18.07.2021
0
A+
A-

Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku Neteweyên Yekbûyî berpirsyarê sûcên dermirovî, nexasim vekirina gorên şehîdên Berxwedana Serdemê yên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêt tîne ye.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê diyar kir ku bêdengiya naventeweyî li hemberî van sûcan, hevkariya di sûcan de ye.

Daxuyanî wiha ye:

“Binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rêya rûxandin û kolandina cihên dîrokî, rûxandina mezar û cihên pîroz û vekirina gorên şehîdan siyaseta guhertina demografiyê û sûc li derveyî hiqûqê pêk tîne. Li gel bêdengiya naventeweyî li Efrînê teroreke birêxistinkirî û sîstematîk tê meşandin.

Ev bêdengî  sûcên dewleta Tirk rewa dike, ji lew re her ku diçe dagirkeriya Tirk sûcên mezintir yên li dijî nirxên civakî û mirovî pêk tîne û wan li dîroka xwe ya bi xwîn zêde dike. Dagirkeriya Tirk  gorên şehîdan ên li kêleka nexweşxaneya Avrîn vekirin, ku ew di berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê de ji ber bombebarana bê navber a li ser bajêr şehîd bûbûn. Piştî 3 salan senaryoyeke nû ya derveyî urf û nirxên civakî derdixe û dibêje ku goreke komî ye, da ku berxwedana Serdemê û berxwedana YPG, YPJ`ê reş bike.

Belgeyên Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê û belgeyên Yekîneyên Parastina Gel, durûtî û munafiqtiya  siyasetên dagirkeriya faşîst a Tirk nîşan didin. Şêniyên Efrînê ku ew şehîd li wê axa pîroz bi destê xwe veşartibûn, îsbata herî berçav a qirêjî, sûc û terora dewleta Tirk a birêxistinkirî ye ku armanc jê xapandina civaka navneteweyî ye.

Kiryarên terorê yên sîstematîk û derveyî qanûn û rêgezan, kiryarên dermirovî ye. Em rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji wê yekê berpirsiyar dibînin, ji ber ku li hemberî binpêkirina nirxên pîroz ên civakan û bi taybetî nirxên civaka Kurd tu helwestê nîşan nadin.”

(cx)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.