DOLAR
18,6338
EURO
19,6575
ALTIN
1.079,82
BIST
4.962,97
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
12°C
Diyarbakır
12°C
Az Bulutlu
Salı Az Bulutlu
12°C
Çarşamba Çok Bulutlu
11°C
Perşembe Az Bulutlu
13°C
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C

Têkiliyên veşartî yên di navbera Tirkiyê û DAIŞ`ê de bi raporekê hatin eşkerekirin

06.12.2020
0
A+
A-

Di raporekê de têkiliyên veşartî yên di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê de, desteka lojistîk û leşkerî û pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin eşkerekirin.

Li gorî malpera Skynews ku agahiyên xwe dispêre gelek raporan, şîrovekaran di wan raporan de anîn ziman ku dema rewşa aborî aloz dibe yan jî zextek siyasî çêdibe, hikumeta Tirkiyê çeteyên DAIŞ`ê bi kar tine da ku destkeftiyan li ser asta hundirîn û derve bi dest bixe.

Di destpêka Îlonê de, Wezîrê Hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu, ragihandibû ku serçeteyê DAIŞ`ê bi navê Mehmûd Ozdin li herêma Derlî li wîlayeta Giresun li bakurê Tirkiyê hatiye girtin.

Lê diyar bû ku ev serçeteyê DAIŞ`î, di 3 salên dawîn de 6 caran hatiye girtin. Ji ber wê wezîrê hundirîn ê Tirk neçar ma ku bi daxuyaniyeke fermî mijarê şîrove bike û îdîa kir ku tu delîlên diyar li dijî wî , di destê wan de tune ne.

Têkildarî heman mijarê endamê CHP`ê  Rifîk Arilmaz ji radyoya Dengê Amerîkayê re axivî û got: “Tirkiye ji bo ku rê li pêşiya derbasbûna terorîstan di axa Tirkiyê re ji bo Sûriyê bigire, tu tedbîrên pêwîst negirt.”

Berpirsê koordîneya di navbera DAIŞ û îstixbarata Tirkiyê de Ebû Mensûr El-Mexribî têkildarî têkiliyên di navbera DAIŞ û hikumeta Tirkiyê de ev agahî dan: “Tirkiye bi rêya hebûna DAIŞ`ê li ser sînor, sînoran kontrol dike. Tirkiye dixwest tevahiya herêma ji Kesebê heta Mûsilê ya Iraqê, kontrol bike.”

Di heman çarçoveyê de, Pisporê Karûbarên Tirkiyê Kerem Seîd destnîşan kir ku ji sala 2014`an ve dema DAIŞ`ê li qonsolxaneya Tirkiyê ya li Musilê endamên wê rehîne girtin, piştre danûstandinên bi lez bi DAIŞ`ê re hatin destpêkirin û hemû rehîne hatin berdan û wiha domand: “Piştre gelek rapor hatin weşandin ku tê de diyar dibe ku Tirkiyê ji hebûna rêxistina terorîst li Sûriyê û Iraqê bi taybet herêmên bi petrolê dewlemend sûd digire û axaftinên girêdayî têkiliyên di navbera DAIŞ û Tirkiyê de zêde bûn.”

Ji aliyê xwe ve Pisporê Karûbarên Tirkiyê Xorşîd Delî ji Skynwes Erebiyê re axivî û got: “Di salên dawîn de gelek lêpirsîn çêbûn û rapor derketin. Van rapor û lêpirsînan bi sedan şahidên li ser têkiliyên di navbera DAIŞ û Enqereyê de pêşkêş kirin.“

Delî destnîşan kir li Baxozê, Hêzên Sûriya Demokratîk bi dehan çeteyên DAIŞ`ê girtin, bi gelekan re pasportên tirkî ku mohra Enqereyê li ser in hebûn.

(şx)/ Anha

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.