Şervanên Talîban roja Yekşemê ketin Qabûlê û xwestin ku hikûmeta navendî bê şert û merc teslîm bibe.
Rayedaran dibêjin gelek kesên ku bi dewletên Rojavî re dixebitîn, jiber tirsa Talîbanê welat terk dikin,
Dewletên Rojavayî ku dixwestin Efxanîstan ji nûde avakin, piştî 20 salî leşker û berpis û memûrên xwe ji Efxanîstanê dikşînin.
Hinek rayedarên Ameriki digotin Talîban dibe ku di 90 rojan de Qabûlê bigre lê ev 90 roj daketin 3 hefteya û niha Talîban li ber derê Qabûlê ye/
Hikûmeta navendî ya dorpêçkirî, di heman demê de, hêviya rêvebiriyek demkî dikir, lê xwuya ku şansekî wanî wisa tune ye. Li alî din sivîlên ditirsin ku Talîban dîsa bi îdeolojîyek hijk ya ku mafê gel û jinan binpê dike hukim bike û ji ber vê tirsê ji welat direvin û penaber dibin.
DYA’yê karmendên xwe bi helîkopteran ji bajar dikşîne û Dewletên din jî bi heman karî mijîlin niha.
Tevî bi sedan mîlyar dolarên ku ji hêla DY ve hatî xerckirin, Talîbanê di nav hefteyekê de hema hema tevahiya Afganistanê dagir kir. NATO nêzî 20 salan e ku hêzên ewlehiya Afganî ava dikir.
Çevkanî AP