DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

SZK ber bi dawiya derxistina 2 berhemêm nû ve diçe

15.05.2021
0
A+
A-

SZK`ê plan kiriye ku 2 berhemên nû derxe û îsal pêşkêşî qada perwerdeyê jî bike. Her wiha dê ferhengeke kurdî-kurdî jî amade bike.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji sala 2003`yan ve dest bi xebata ziman kiriye lê gefên hikumeta Şamê rê li ber vekirina saziyê bi awayekî fermî girtibû.

SZK êdî berhemê lêkolînên li ser ziman û wêjeya kurdî ku her çar parçeyên Kurdistanê digire nava xwe, ber bi dawiyê ve dibe.

Berhem,  berhevkariya zargotina kurdî ye. Izedîn Silêman da zanîn ku berhema duyem jî wêjenasî ye û wiha got: “Ev berhem ber bi dawiyê ve diçe, dê îsal amade bibe. Piştre em ê pêşkêşî qada perwerdeyê bikin.”

Piştî derçûna beşek ji mamosteyan ji Saziya Zimanê Kurdî bi alîkariya Rêveberiya Xweser biryara fermî ji bo fêrkirina zimanê kurdî di hundirê dibistanên hikumeta Şamê de da.

Sala 2014`an materyalên bi zimanê kurdî ji bo şagirtên Kurd hatin amadekirin, piştî wê Desteya Perwerde û Fêrkirinê hat avakirin û êdî xebatên perwerdeyê li ser materyalên Rêveberiya Xweser dewam dikin.

Hevserokê Saziya Zimanê Kurdî Izedîn Silêman ji ajansa me re behsa hurgiliyên kar û xebatên saziya xwe kir.

Silêman wiha got: “Beriya niha bi rêya kesayetên dilbiêş xebat hatine kirin ku xwestine ziman biparêzin û bi pêş bixin, lewma em dixwazin vê xebatê bikin xebateke giştî.”

Izedîn Silêman wiha dewam kir: “Di wêjeya kurdî de gelek beş hene, lê ne naskirî ne. Dema mirovek bixwaze helbesta kurdî nas bike astengiyan dikişîne, ji bo ku em vê yekê çareser bikin em xebateke der barê wê de dikin.”

BERHEM

Saziya Zimanê Kurdî ji sala 2019`an de dest bi lêkolînan kir û niha haziriyên derxistina 2 berheman dike.

Berhema ziman ji aliyê Komîteya Ziman a SZK`ê ve tê amadekirin. Berhem têkildarî rastnivîsa zaravayê kurmancî ye. Izedîn Silêman wiha da zanîn: “Ev berhem ber bi dawiyê ve diçe, dê di vê salê de amade bibe. Piştre em ê pêşkêşî qada perwerdeyê bikin.”

Hevserokê SZK`ê Izedîn Silêman wiha domand: “Di vê berhevkariyê de em dixwazin arşîvekê hazir bikin, ji bo ku em xezîneyeke dewlemend peyda bikin, her wiha sûdeke baş jê wergirin.”

Silêman da xuyakirin ku ew li ser qada Rojavayê Kurdistanê bi giştî dixebitin lê ew naxwazin xebatên wan li ser asta rojava sînordar bimînin.

SZK ji bo pêşketina zimanê kurdî û pêşxistina wêjeya kurdî xebatên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dişopîne. Silêman da zanîn ku di têkiliyan de nîqaş li ser berheman tên kirin û wiha got: “Li derveyî welat têkiliya me bi enstîtuyên Belçîka, Stockholm û Danîmarkayê re heye. Her wiha Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Weqfa Mezopotamyayê jî.”

ZARAVAYÊN KURDÎ

Izedîn Silêman diyar kir ku yek ji armancên SZK`ê dayîna perwerdeyê bi hemû zaravayên kurdî ye û wiha got: “Ji ber ku xwesteka hemû sazî û gelê me ew e. Ev  gav dê rê li pêşiya cudabûna me bigire.”

Silêman eşkere kir ku perwerdeya bi zaravayê zazakî û soranî ji endamên SZK`ê re bi rêya online tê dayîn.

AMADEKIRINA FERHENGEKE NETEWEYÎ

Silêman da zanîn ku xebata ferhengekê dikin û wiha got: “Em hewl didin ferhengeke neteweyî hazir bikin, nîqaşên me li ser vê hene bi sazî û dezgehên din re.”

Silêman diyar kir ku dibe ku niha li gel nifşên nûhatî têgîn kêm bin û wiha got: “Di milê şoreşa pîşesazî de dibe ku zimanê me kêm mabe, lê di aliyê şoreşa çandinî û xwezayî de zimanê kurdî gelekî zengîn e. Em hîn jî dixwazin xebatê di vî milî de bi pêş bixin da ku em bikarin ferhengeke dewlemend çêkin.”

Hevserok SZK`ê Izedîn Silêman di dawiya axaftina xwe de ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wiha got: “Rojeke gelek bi nirx e, ez vê rojê li hemû zimanhez, têkoşerên ziman û gelê xwe pîroz dikim.”

Ji 15-22`yê Gulanê her sal weke hefteya Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 15`ê Gulanê roja weşandina kovara Hawarê di sala 1932`an de ye.

Kovara Hawarê di sala 1932`yan de ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî ve li Şamê dest bi weşanê kir û hetanî 15`ê Tebaxa 1943`yan dewam kir û 57 hejmar derketin. Di sala 2006`an de 15`ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî hate pejirandin.

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.