DOLAR
16,9581
EURO
17,4728
ALTIN
962,88
BIST
2.371,25
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
37°C
Diyarbakır
37°C
Açık
Çarşamba Parçalı Bulutlu
38°C
Perşembe Az Bulutlu
37°C
Cuma Parçalı Bulutlu
39°C
Cumartesi Açık
39°C

​​​​​​​Siyasetmedarekî misirî: Dê xeteriya dewleta Tirk ne tenê li ser Sûriyê be

​​​​​​​Siyasetmedarekî misirî: Dê xeteriya dewleta Tirk ne tenê li ser Sûriyê be
22.05.2022
0
A+
A-

Siyasetmedar, lêkolîner û pisporê karûbarên Afrîkayê yê ji Misirê Ramî Zihdî diyar kir ku plana avahiyên mêtîngeriyê ya dewleta Tirk xeterî li ser tevahî welatên Ereb çêdike û got:” Dê ne tenê Sûriyê ziyan bibîne.”

Dewleta Tirk a dagirker ji zêdeyî 10 salan ve destwerdanê di karûbarên Sûriyê de dike, beşeke mezin ji xaka Sûriyê dagir kiriye û ew herêm ji bo çeteyên weke DAIŞ û El-Nusrayê kiriye stargeh. Li herêmên dagirkirî gelek avahiyên mêtîngeriyê ava kiriye.

Siyasetmedar, lêkolîner û pisporê karûbarên Afrîkayê yê ji Misirê Ramî Zihdî diyar kir ku welatên ereban gelek ziyan ji osmaniyan dîtine û ew ê Osmaniya nû qebûl nekin.

Ramî Zihdî ji ajansa me re bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker li hember gelê Sûriyê û destwerdana wê di karûbarên welatên Ereb de.

Ramî Zihdî diyar kir ku gelek welatên Ereb ewlehiya xwe bi ewlehiya Sûriyê girêdidin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 11 salan ve destwerdanê di karûbarên Sûriyê de dike û beşek ji xaka wê dagir kiriye. Armancên dewleta Tirk çi ne?

Destwrdana dewleta Tirk di karûbarên Sûriyê, Lîbya û welatên Afrîkayê de li dijî mirovatî, qanûnê navneteweyî, pîvan û mafên cîrantiyê ne. Armancên wê ne çak in, ti carî armancên Tirkiyê di destwerdana di karûbarên Sûriyê di aliyên meydanî, siyasî û hewldanên rêvebirinê ne çak bûn ne jî dê çak bin. Çiqas behaneyan derbixîne jî, ew mafên gel û neteweyan bin pê dike, qet ji siyasetên berjewendiyên hevbeş ên cîhanê fêm nake. Mebesta me ne gelê Tirkiyê, gelê Tirkiyê hevlabendên me yên mirovî û jiyana hevbeş in, em behsa rejîm û hikûmetên dewleta Tirk dikin.

Mijar aborî ye, piştre desthelatdarî û mêtîngerî ye. Herdem dewletên dagirkerî çav berdidin xêrûbêrên dewletên di jêr dagirkeriya xwe de.

Çima der barê destwerdanên dewleta tirk di karûbarên Sûriyê de helwesteke eşkere ji aliyê welatên Ereb û Komkara Erebî ve tune ye?

Mijar ne helwest e, lê belê berpirsyartiyên hevpar e. Her saziyeke herêmî û navneteweyî beşek ji berpirsyariyan hildigire. Her wiha her saziyek ji saziyên navneteweyî û herêmî xwedî amûrên cuda ne. Ya herî girîng jî tedbîrên bi hêz ên pêwîst in, kî dikare yekî neçarî pêkanîna van tedbîran bike. Dibînim ku eger zextên siyasî û aborî li dijî Tirkiyê bên kirin, dê pir bi bandor bin. Dibe ku w zext bi dizî bin û dib û dibe ne eşkere bin. Ev yek dê ji daxuyaniyên şermezarkirinê yên ku tu wateyên wê di siyasetên cîhanî de nemaye bi bandortir bin. Zimanê zexta navneteweyî ji hemû zimanên din bi hêztir e.

Dewleta Tirk herêmên dagirkirî yên Sûriyê ji bo çeteyan kirine stargeh, her wiha avahiyên mêtîngeriyê ava kirine, çima welatên Ereb di vê der barê de bê deng in?

Gelek dewletên erebî sînorê lîstoka xwe di vir de dizanin û ewlehiya xwe ya stratejîk bi ewlehiya Sûriyê ve girêd didin û ewlehiya Sûriyê bi ewlehiya xwe ve girêdidin. Lê di nêzîkatiyên xwe yên di vê der barê de xwedî şêwazên cuda ne, çi di aliyê vehewandina çeteyan de be çi jî di şandina çeteyan derveyî herêmê û xeteriya penceşêra avakirina avahiyên mêtîngeriyê de be. Helbet ev sûc e û hewildana guhertina demografiya herêmê û erdnîgariya wê ye. Dûr ji helwestên welatên Ereb ên eşkere, zêdegaviyên Tirkiyê yên sîstematîk li vê herêmê xeteriya wê li ser hemû aliyan heye, ne tenê Sûriyê dê ziyan bibîne, ne tenê Sûriyê tê hedefgirtin.

Di nêrîna we de heta çi astê xeteriya dewleta Tirk li ser welatên Ereb heye, taybet daxuyaniyên berpirsên Tirk ên der barê avakirina Osmaniya nû de, hewldanên dagirkirina beşên din ji xaka Sûriyê û Iraqê?

Osmaniya kevin astengî li pêşiya pêşketina gelan  çêkir, me ji ber Osmaniya kevin gelek ziyan dît, em Osmaniyan nû jî qebûl nakin. Dibe ku osmaniyan di avakirina dewleta Tirk ji nebûnê de bi ser ketibe, lê osmaniyan welat û gelên din radestî dewletên dagirker kir. Gel di nava paşketin, birçîbûn, nexweşî û nezaniyê de hiştin. Her wiha serwetên gelan ji bo Tirkiyê diçûn.

Bawer im gotina Osmaniyet a li ser zimanê tirkan xewn û hêviyeke ne di cihê xwe de ye.

Aliyên siyasî û rewşenbîrî yên Ereb û Kurd ji bo ku li hember êrişên dewleta Tirk rawestin banga avakirina yekitiya di navbera Kurd û Ereb de dikin. Hûn çawa li van bangan dinêrin, helwesta we çi ye?

Belê, ev bang girîng in, pêkhateyên din jî yên herêmê li ser mirovatiya bi rûmet, jiyana hevbeş û ewlehiya herêmê li hev dikin. Bi kêmanî bi van bangan dengê me digihêje cîhanê. Di dawî de madem gel hene li ser xaka xwe dijîn û xwedî vîn in, dê ew mijar wiha derbas nebe.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re Rêveberiya Xweser ava kirine. Ev rêveberî pêwîstiyên 5 milyon welatî ji ewlehî û aramiyê peyda dike. Hûn çawa vê rêveberiyê dinrxînin û di nêrîn wan de çawa dê ev rêveberî ji bo Sûriyê bibe mînak?

Dibe ku ez baş nikaribim vê yekê binrxînim, ji ber ku min serdana herêmê nekiriye ez nikarim asta serkeftina wê binirxînim. Lê li gor şîroveyên siyasî, civakî û aborî yên rêvebeiya vê herêmê, her kes dibîne ku ew gel di rêvebirina karûbarên xwe de bi ser ketine. Rewşa rêveberî pêş dikeve. Nikarim bêjim ev rêveberî ji bo demokratkirina Sûriyê pêkane yan na, li wir  milyon welatî hene, mirov dikare ji wan bipirse, ka heta çi astê razî ne. Di dawiyê de siyaset, demokrasî û rêvebirin, têgehên ku mirov ava kirine, ji bo rêvebirin û başkirina rewşa jiyana gelan û ewlehiya wan tê bikar anîn. Eger ev yek pêk hatin dê serkeftî be û eger pêk nehatin dê binkeftî be.

(şt)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.