DOLAR
17,3020
EURO
17,6911
ALTIN
969,57
BIST
2.407,60
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
38°C
Diyarbakır
38°C
Az Bulutlu
Cuma Açık
39°C
Cumartesi Açık
39°C
Pazar Açık
38°C
Pazartesi Açık
41°C

Şîrovekarê Iraqî: Parçekirina Iraqê û çêbûna dewleta Kurdistanê çareseriya bingehîn e

19.07.2021
0
A+
A-

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Cebar Meşhedanî

“Tiştê ku beriya 100 salan bi meqesa Brîtanyayê çêbû, bi temamî têk çû.”

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Cebar Meşhedanî ragihand; parçekirina Iraqê û çêbûna dewleta Kurdistanê tekane çareserî ye ji bo rewşa Iraqê, tiştê ku beriya 100 salan bi meqesa Brîtanyayê çêbû, bi temamî têk çû.

Cebar Meşhedanî beşdarî bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû û diyar kir: “Hûn Kurd in û taybetmendiyên we hene. Çima nebin xwedan dewleta xwe! Parçekirina Iraqê tekane çareserî ye ji bo vê rewşê û ewa ku beriya 100 salan bi meqesa Brîtanya hat kirin, bi temamî şikest xwariye.”

Meşhedanî behsa serokwezîrtiya Mistefa Kazimî jî kir û got; ji xwe Kazimî ji bo çareserkirina alozî û xwepêşandanan derket pêş. Tiştek di destê wî de nîne û bi tenê jî nikare bibe serokwezîr. Xwest hinek tiştan bike lê nekarî.

Şîrovekarê Iraqî li ser hilbijartinan jî diyar kir ku bi baweriya wî hilbijartin nayê kirin, eger hat kirin jî ti guhertinekê çênake. Helbet îhtimal heye li ser hilbijartinan şer jî derkeve.

Bi gotina wî şîrovekarî, her tiştê Iraqê ji aliyê Îranê ve tê kifşkirin û destnîşankirin. Yanê tiştek di destê berpirsên Iraqî de nîne, hemû ji aliyê Îranê ve tên birêvebirin./Kurdistan24

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.