Şêniyên Rojava berxwedana gerîlayên HPG`ê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk pîroz kir û got “Şikestina dagirkeriya Tirk li Zapê, îro li Garê dubare dibe.”
Fermandariya Navenda Parastina Gel piştrast kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di 10`ê Sibatê dest pê kir, di 14`ê Sibatê de têk çû û artêşa Tirk şikestî ji Garê vekişiya.
Şêniyên Rojava berxwedana gerîlayên HPG`ê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker pîroz kir û tekez kir ku gerîlayên HPG`ê rêya gelê Kurd ronî dikin.
Sozda Elî ya ji şêniyên bajarê Qamişloyê daxuyand ku dagirkeriya Tirk êrişî herêma Garê kir û Hêzên Parastina Gel (HPG) êrişa wan têk bir û wiha got: “Bi berxwendana lehengî ya hêzên gerîla û gelê Kurd, êriş têk çû. Ji lew re divê gelê Kurd her tim li pişta şervanên azadiyê be.”
‘ŞERVANÊN AZADIYÊ BERXWEDANEKE BÊHEMPA RABER KIR’
Selman Şêx ê ji şêniyên navçeya Amûdê jî destpêkê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û daxuyand ku ji dema damezirandina dewleta Tirk ve ew şerê gelê Kurd dike.
Şêx destnîşan kir ku êrişa dagirkeriya Tirk li ser Garê destpêka amaekirina êrişeke din li ser Rojava û Şengalê bû û wiha domand: “Şervanên azadiyê dewleta Tirk a dagirker neçarî vekişînê kirin. Wan berxwedaneke bêhempa raber kir û planên dagirkeriya Tirk pûç kirin.”
Şêx her wiha behsa berxwedana gelê Rojava û xwedîderketina li şervanên azadiyê kir û got: “Gelê Rojava gelekî birêxistinkirî ye. Ji kêliya yekê ya êrişê ve xwepêşandanên mezin li dar xist û tekez kir ku ew li pişta berxwedana zarokên xwe ne.”
‘ŞIKESTINA DAGIREKRIYA TIRK LI ZAPÊ, LI GARÊ DUBARE DIBE’
Îbrahîm Qertmînî jî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd şermezar kir û berxwedana şervanên azadiyê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dawîn li ser Garê, pîroz kir û wiha got: “Zêdetirî 30 salî ye ku dewleta Tirk êrişî çiyayên Kurdistanê dike, her carê ew êriş têk diçin. Dîrok şahidiya wê yekê dike. Wekî ku şervanên azadiyê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêma Zapê têk birin, îro êrişên li dijî Garê jî têk çûn.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker di 2008`an de êrişeke berfireh anî ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, êriş ji aliyê gerîlayên HPG`ê ve hate têkbirin û artêşa Tirk şikestî vegeriya baregehên xwe. Ew berxwedan bû destanek di dîroka gelê Kurd de.
‘GERÎLA SEMBOLA ME NE’
Şêniya bi navê Newroz Îbrahîm jî wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: “Ez vê zaferê li tevahî gelê Kurd pîroz dikim. Gerîla sembola me ne, her tim em ê li ser şopa wan bin.”