DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Şervanên Erka Xweparastinê: Parastin erkeke neteweyî û exlaqî ye, divê ciwan tev lê bibin

27.08.2021
0
A+
A-

Şervanên Erka Xweparastinê got: “Erka me parastina ewlehiya herêmê ji êrişên derve ye. Divê ciwanên herêmê tev li Erka Xweparastinê bibin, ji ber erkekî neteweyî û exlaqî ye.”

Deweta Tirk a dagirker ligel êrişên xwe yên giran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, giranî daye şerê taybet. Armanc ji wê yekî jî ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û herêmê ji şêniyên wê vala bike.

Li hemberî şer û êrişan bangên xurtkirina parastina cewherî û tevlêbûna nava Hêzên Erka Xweparastinê ya di sala 2014’an de ava bûye bilind dibin.

‛ARMANCA ŞERÊ TAYBET VALAKIRINA HERÊMÊ JI ŞÊNIYÊN WÊ YE’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/08/26/195427_-.jpg

Girêdayî mijarê, ji fermandarên Lîwa ya Parastina Sînor a Erka Xweparastinê Îbrahîm Şawîş got: “Beşeke mezin ji êrişên li dijî şêniyan şerê taybet e. Armanc jê tirsandina şêniyan û koçberkirina wan. Li gel wê jî dewleta Tirk sûdê ji vê rewşê digire da ku şaneyên veşartî ava dike ku ewlehiya herêmê derbe bike.”

Şawîş da zanî ku erka xweparastinê roleke mezin di têkoşîna li hember şerê taybet û hişyarkirina şêniyan ji îdiayên dewleta Tirk de dilîze.

Erka Xweparastinê hêza bingehîn a civakê ye, tevahî ferdên civakê, etnîk, netewe û hwd diparêze, ji lew re rejîmên desthilatdar vê yekê li ser xwe xeterî dibînin û bi hemû rê û rêbazan hewl didin têgeha parastin û xweparastinê têk bibin, da ku hêza civakê lawaz bikin û bixe bin kontrola xwe.

‛ RÊBAZA YEKANE A LI HEMBER ASTENGIYAN HEVGIRTIN E’

Îbrahîm Şawîş da zanîn ku divê şênî hevgirtî bin û rêgeza biratiya gelan xurt bikin da ku planên dewleta Tirk ên valakirina herêmê ji şêniyan bi bin bixin û wiha domand: “Divê em parastina xwe bikin û li hember siyasetên derve yên bi armanca derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de nêrînên xwe bikin yek.”

Şawîş bal kişand ser girîngiya Erka Xweparastinê û wiha pê de çû: “Ji tevahî aliyan ve êriş li ser herêmê hene. Dem hatiye ku em li hember van êrişan bisekinin. Me berê jî leşkertî ji hikumeta Şamê re kiriye, lê divê niha em erka xwe li hember parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina gelê xwe pêk bînin.”

Îbrahîm Şawîş wiha dawî li gotina xwe anî: “Em li ser soza xwe ya parastina ewlehiya herêmê ne.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/08/26/195447_-.jpg

Ji şervanên Hêzên Ekra Xweparastinê Bêrîvan Ehmed diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, dagirkeriya herêmên dîtir e.

Têkildarî tevlêbûna li Erka Xweparastinê Bêrîvan Ehmed wiha berdewam kir: “Armanca me ya tevlêbûna nava Erka Xweparastinê piştgiriya YPG, YPJ û QSD’ê li hember tevahî gefan bikin, her wiha em hewl didin tevahî herêmên dagirkirî ji bin nîrê dagirkeriya rizgar bikin. Ji ber ku Erka Xweparastinê ji jinan jî tê xwestin.”

Bêrîvan Ehmed anî ziman ku Erka Xweparastinê ne tenê erkeke girêdayî mêran e, di heman demê de erka her welatiyekî/ê ye ku li ser vê xakê dijî.

‛TEVLÊBÛNA JINAN DI ERKA XWEPARASTINÊ DE BALKÊŞ E’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/08/26/195506_-.jpg

Ji fermandarên Lîwa Şehîd Ayaz a Hêzên Erka Xweparastinê Nîzar Ehmed Tean behsa hevgirtina gel kir û wiha got: “Ji destpêka krîza Sûriyê ve tevahî pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Çeçen, Asûr û Suryan li hember tevahî gefan hevgirtî ne û têkiliya wan têkiliyeke biratî ya xurt e û tu alî nikare wê têkiliyê xirab bike.”

Tean bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tev li hêzên Erka Xweparastinê bibin, parastina herêmê û şêniyên wê ji êriş û gefan bikin û wiha got: “Em Amade ne li hember êrişan bisekinin ku bersiva wan bi xurtî bidin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/08/26/195521_-.jpg

Di heman çarçoveyê de Nermîn Remo bang ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tev li Erka Xweparastinê bibin û herêmê ji êrişên dijmin biparêzin û bang li pêkhateyên herêmê kir “Rêgeza biratiya gelan geş bikin û li hember êrişên li dijî herêmê bisekinin da ku Kurdistaneke azad û Sûriyeke demokratîk ava bibe.”

(fr)

ANHA

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.