Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Federasyona Rûsyayê peyama sersaxiya ji malbata Pr. Nadir Nadirov û gelê Kurdistanê re şand.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Federasyona Rûsyayê peyama sersaxiyê ji malbata Pr.Nadir Nadirov û gelê Kurdistanê re şand.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Federasyona Rûsyayê peyama sersaxiyê ji malbata Pr.Nadirov şand
Di peyama sersaxiyê de wiha hate gotin:
“Rewşenbîr, akademisyen û zanayê navdar ê Kurd profesor Nadir Nadirov mixabin koça dawî kir. Ji bo gelê Kurdistanê û giştî Kurdên sovyeta berê windahiyekî mezin e. Ked û xebata ku Nadir Nadirov ji bo yekitî û pêşketina gelê xwe kiriye, mîras û rêça ku wî li dû xwe hiştiye cihê serbilindiya heta hetayî ye û wê her tim were şopandin.”