Li gel zêdebûna asta nakokiyan li herêmê, tê payîn ku serokê CIA`yê William Burns bi rayedarên Filistîn û Îsraîlê re bicive.
Li gorî malpera Axios a nûçeyan a amerîkî serokê îstixbarata navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns dê sêşemê bigihêje Îsraîl û Difa Xerbiye da ku bi rayedarên peyabilind ên îsraîlî û filistînî re bicive.
Di raporê de hat diyarkirin ku tê payîn Burns bi serokwezîr Naftalî Bennett û serokê MOSSAD’ê David Barnea û rayedarên peyabilind ên îstixbaratê û parastinê re bicive.
Li gorî pêşbiniyan li rex stratejiya DYA`yê ya li hemberî hikumeta nû ya Îranê, vegera muhtemel a lihevkirina nukleerî ya di navbera Îran û hêzên cîhanî de mijara bernameya nukleerî ya Îranê dê bibe mijara sereke ya dan û standinên serokê CIA`yê.
Burns hemwextî zêdebûna asta nakokiyan li herêmê, dê serdana herêmê bike.