Her du aliyan hêvî xwast aliyên kurdî yên Sûriyê bigihine rêkeftineke hevbeş.
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Cîgirê Şandeyê Wezareta Derve ya Amerîka ji bo Karûbarên Sûriyê David Brownstein kir.
Di hevdîtinê de Konsolê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Waller amade bû, Cîgirê Şandeyê Wezareta Derve ya Amerîka ji bo Karûbarên Sûriyê êrîşa vê dawîyê ya li ser Herêma Kurdistanê û Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir û ji bilî amajedan ji bo rola Serok Barzanî di parastina aramiyê, piştevaniya welatê xwe ji Herêma Kurdistanê re tekez kir.
Her di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser gef û metirsiyên terorê û hizara tundrewiyê û tekezî li hevahengiya hemû aliyan ji bo rûbirûbûna wê gefa terorê hate kirin.
Rewşa Sûriyê û pêşeroja kurd li wî welatî, tewereke din a hevdîtinê bû û her du aliyan hêvî xwast aliyên kurdî yên Sûriyê bigihine rêkeftineke hevbeş. /Kurdistan24