DOLAR
19,0510
EURO
20,5023
ALTIN
1.211,97
BIST
5.031,98
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağmurlu
14°C
Diyarbakır
14°C
Yağmurlu
Cumartesi Yağmurlu
16°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
18°C
Salı Yağmurlu
16°C

Şepêla Sûriyê ya Çaksaziyê bang li NY û Komkara Erebî kir: Sûcên dewleta Tirk rawestînin

11.04.2021
0
A+
A-

Şepêla Sûriyê ya Çaksaziyê bang li Meclisa Ewlehiyê, NY û Komkara Erebî kir ku ji bo rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tedbîrên lezgîn bigirin û komîteyeke navneteweyî ji bo lêpirsîna sûcên dagirkeran ava bikin.

Şepêla Sûriyê ya Çaksaziyê bi daxuyaniyekê teqezî bi girîngiya destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di aliyê siyasî, manewî û madî de kir û got QSD li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinî û bi lehengî li ber xwe da.

Şepêla Sûriyê ya Çaksaziyê di daxuyaniya xwe de got: “Hîna jî komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Bi taybetî li derdora Eyn Îsayê wan jin, kesên temenmezin û zarok kirin hedef, her wiha zirar dan milkên şêniyên herêmê.”

‘ALIYÊN NAVNETEWEYÎ ÇAVÊN XWE DIGIRIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanc ji êrişên domdar ên dewleta Tirk, temamkirina guhertina demografîk û valakirina herêmê ji şêniyên wê ye wekî ku li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî kirin û wiha domand: “Heke piraniya welatên cîhanê û di serî de welatên ku navendên biryarê ne di dosyaya Sûriyê de, çavên xwe li sûcên terorî yên dagirkeriya Tirk negirtibana, ne pêkan bû ku dewleta Tirk vê siyasetê temam bike û sûcên xwe dewam bike.”

‘CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERPIRSIYAR E’

Şepêla Sûriyê ya Çaksaziyê civaka navneteweyî ji bûyerên li herêmên dagirkirî û bandorên êrişên dewleta Tirk a dagirker berpirsyar nîşan da û got: “Em civaka navneteweyî, deste û saziyên wê yên hiqûqî, qanûnî, mirovî û civakî û saziyên civaka sivîl, ji kuştin, rûxandin û koçberkirina şêniyan û dizîna berhemên wan ên çandiniyê berpirsyar nîşan didin. Bi taybetî welatên garantor berpirsyariyê radikin.”

Şepêla Sûriyê ya Çaksaziyê banga bi lezgînî girtina van tedbîran kir:

1- Divê Meclisa Ewlehiyê û NY berpirsyariyên xwe pêk bînin û li ser avakirina komîteyeke navneteweyî ji bo lêpirsîna binpêkirinên dagirkeriya Tirk li hemû bajar, gund û bajarokên Bakur û Rojhilêtê Sûriyê, kar bikin.

2- Bang li Komkara Erebî bikin ku di têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re helwesteke zelaltir nîşan bidin, têkildarî destwerdanên dewleta Tirk li gelek welatên Ereban jî xwedî helwesteke hişktir bin, bang li balyozxaneyên Tirkiyê bikin û nameyên şermezarkirinê radestî wan bikin.

3- Girîng e ku sîstema boykotkirina giştî ya kel û pelên hikumeta Tirk pêk bê.

4- Divê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk di aliyê siyasî, manewî û madî de bê kirin, ji ber sekna wê ya leheng di parastina sînorên bakur ên welatên Ereban de û berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.

5- Divê li ser timayên dewleta Tirk û bernameyên wê yên mêtingeriyê hişyarî bê kirin.

6- Şepêla Sûriyê ya Çaksaziyê dibîne ku hikumeta navendî ya Şamê nikare tiştekî bike, li şûna ku piştgiriya QSD`ê bike, em dibînin ku fitneyê di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de derdixe û rola xwe ya sereke wekî parêzvanê welat û welatiyan ji bîr dike. Ev yek teqez dike ku ew ne xwedî biryarên xwe ye û tiştek jê nayê hêvîkirin.

7- Şepêla Sûriyê ya Çaksaziyê ked û hewldanên hin welatên herêmî di piştgiriya pêkhateyên Sûriyê û parastina mafên wan de, bi nirx dibîne.

8- Bang li hemû hikumet û gelên cîhanê yên aştîxwaz dikin li hemberî zordarî û kiryarên dewleta Tirk bisekinin.

9- Divê welatiyên gelek welatan û bi taybetî yên Sûriyê di bin navê îslamê de neyên xapandin û hişyar bin.

Hêjayî gotinê ye ku serokê Şepêla Sûriyê ya Çaksaziyê Şukrî Şêxanî di 27`ê Adara 2019`an de dema beşdarûna wî di diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn de, tev li Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bûbû.

(cx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.