DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Şêniyên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

27.05.2021
0
A+
A-

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi meşekê sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê û guhertina demografiya herêmê şermezar kirin.

Bertekên li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. Di vê çarçoveyê de bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê meşek li dar xist.

Meş ji rêya di navbera gundê Til Qerah û navçeya Ehdasê de dest pê kir.

Di meşê de wêneyên şehîdan, posterên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Na ji guhertina demografiya Efrînê”, “Berxwedana me kilîta rizgarkirina Efrînê ye”, “Erdogan qatilê zarokan e”, “Efrîn rûmeta me ye” û “Ji bo Efrînê em fedayî ne” hatibûn vekirin û diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dagirkirina Efrînê hatin berzkirin.

Meş li qada kampa Serdemê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo axivî û anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser kantona Efrînê hewl dide gelê Kurd qir bike û projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Ebdo bal kişand ser guhertina demografî ya li Efrînê û diyar kir ku ji beriya 3 salan ve dewleta Tirk a dagirker guhertina demografî li Efrînê pêk tîne, filistînî û tirkmenan li şûna niştecihên resen bi cih dike, ji wê zêdetir rojane sûcan li dijî niştecihên resen pêk tîne.

Mihemed Ebdo di berdewama axaftina xwe de hişyarî da filistîniyan û got: “Ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî dûr bikevin û jê hişyar bin da ku nebin qurbaniyên siyasetên qirêj din dewleta Tirk. Efrîn a xwediyê wê yê rasteqîn in ên ku bi zorê hatin koçberkirin û berxwedana wan li Şehbayê heta vegera li Efrînê didome.”

Bi navê Kongreya Star a Herêma Efrînê Gulê Mihemed jî axivî û wiha got: “Ji 18’ê Adara 2018’an ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin nasnameya Efrînê tune bikin, sivîlan dikujin û îşkence dikin da ku wan tengav bikin û wan neçarî koçberiyê bikin û di encamê de li şûna wan kesên biyanî bi cih bikin.”

Gulê Mihemed diyar kir ku para herî mezin a sûc û binkirinên li Efrînê li dijî jinan û cihên dîrokî ye, ev yek li pêşiya çavên tevahî cîhanê û rêxistinên ku îdiaya hiqûq û mirovahiyê dikin, pêk tên.

Gulê Mihemed di berdewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk avahiyên mêtîngeriyê li gundên êzidîyan ên li Efrînê pêk tînin, armanc ji vê ji şexê êzidiyan de kurdan qut bike. Her wiha destnîşan kir ku ew hêz û îradeya xwe ji gel digirin û berxwedana xwe ya kampên Şehbayê di nava mercên zehmet de derbas dikin.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.