DOLAR
9,4954
EURO
11,0618
ALTIN
548,17
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

Şêniyên Efrînê: Dewleta Tirk li dijî nirxên aştiyê ye

04.09.2020
0
A+
A-

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê diyar kirin ku têgîna aşitiyê bûye amûrek ji bo bidestxistina berjewendiyên hêzên cîhanê û bang li hêzên cîhanê kirin ku berpirsyartiyên xwe ji bo pêkanîna aştiyê bi cih bînin.

Têkildarî Roja Aştiyê ya Cîhanî, hejmarek koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê gotin, leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê peyva aştiyê nas nakin û hêzên cîhanî jî peyva aştiyê ji bo bazirganî û berjewendiyên xwe bikar tînin.

Şêniyê bi navê Izet Hebeş got:”Tiştên ku li Sûriyê û herêmê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine, rû didin, li dijî nirxên roja Aştiyê ya Cîhanê ne û li dorî wateyên peyva ‘Aşitî’ ne.” 

Hebeş destnîşan kir ku dewletên cîhanê, rêxistin, yekitiyên hiqûqî û mirovî erk û berpirsyartiyên xwe yên li hemberî binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên li deverên ku dagir kirine, wekî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bicih naynin.

Hebeş got: “Heke hêzên cîhanî berpirsiyarî û erkên xwe yên derbarê wateyên Roja Aştiyê de bi cih anîbana, dê aştî li her deverên cîhanê pêk hatiba, dê sûcên li dijî jin, zarok û niştecihên resen çênedibû.”

Hebeş di dawiya axaftina xwe de got, hêzên cîhanî gotina aştî ji bo bazirganiyê li dijî gelên bindest bi kar tîne, ev hêz alîkariya dewleta Tirk dikin da ku qadên dagirkirinê berfireh bike.

Şêniyê bi navê Mihemed Ebdo jî got, ji bilî herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine li seranserî cîhanê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin û got: ” Zêdetirî du salin Efrîn dagirkirî ye, di vê demê de dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe ji kuştin, dizî, revandin û destdirêjiya li dijî mirovan didomîne, bêyî ku çavên hêzên cîhanî yên ku doza aşitiyê dikin tiştekî bêjin.”

Mihemed Ebdo di dawiya axaftina xwe de, bang li hemî rêxistinên mafên mirovan, hêz û dewletên ku doza aştiyê dikin kir ku li dijî polîtîkayên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê derkevin û aştiyê ji gelên herêmê re bînin.

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.