Sekreterên gelek sendîkayên Brîtanyayî nameyek ji Balyozxaneya Tirkiyê re nivîsîn û bang kir ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bi dawî bikin.
Însiyatîfa “Freedom for Ocalan”, Unite the Union, Usdaw, GMB Union û CWU jî di nav de gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên Brîtanyayî nameyek hevpar ji baltozê Tirk Umît Yalçin re şand.
Di nameyê de hate gotin: “Ji ber êrişkariya leşkerên Tirk ku serweriya Iraqê û hiqûqa navneteweyî binpê dike û êrişî Bakurê Iraqê dike, qetilkirina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz em gelekî bi fikar in, lewma dinivîsînin.”
Sendîkayên Brîtanyayî diyar kirin ku di êrişên dagirkeriyê de yên li Başûrê Kurdistanê dibe ku sivîlan zerar dîtibin, koçber bû bin û çekên kîmyewî hatibin bikar anî bin û êrişa li ser kampa penaberan a Mexmûrê bi bîr xistin. Di nameyê de hate gotin “Li pêşberî van nûçeyan em matmayî man. Em bang dikin ku hikumeta Tirk tavilê operasyonên leşkerî yên li ser Bakurê Kurdistanê rawestîne, em bang dikin ku tavilê dest ji êrişên li ser navendên sivîl û êrişên li ser Iraqê bînin.”
Sendîkayan êrişa 17’ê Hezîranê ya li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê bi bîr xist ku Denîz Poyraz hate qetilkirin û got: “Têkildarî kuştina Denîz Poyraz a li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê, tê fêhmkirin ku ev bûyer ji aliyê endamekî rêxistina Gurên Boz a nêzî MHP’ê ve hatiye kirin ku hevkarê çalak ê hikumeta Serokkomar Erdogan e. Di rewşekê de ku Serokkomar Erdogan û hikumeta Tirk bi rengekî bêeman êrişî HDP’ê dikin, reş dikin û weke dijmin nîşan dide, rûdana êrişên bi vî rengî ne cihê matmayîbûnê ye.”
Di nameyê de doza girtinê ya li dijî HDP’ê û doza Kobanê ya li dijî HDP’iyan hate bibîrxistin û hate gotin: “Konfederasyona me ‘Trade Union Congress’ (TUC) zêdeyî du sal in ji bo berdana lîderê siyasî yê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtina li ser pêvajoyeke aştiyê ya gengaz daxwaza civînekê dike, lewma vê nameyê ji we re dinivîsîne.”
Sendîkayan diyar kirin ku li şûna civîn bê lidarxistin, bersiv jî nehatiye dayin û xwest ku hevdîtina bi lezgîn bê kirin.
Yên ku mohra xwe danîne binê nameyê:
Len McCluskey, Sekreterê Giştî, Unite the Union
Doug Nicholls, Sekreterê Giştî, GFTU
Mary Bousted, Sekreterê Giştî, NEU
Kevin Courtney, Sekreterê Giştî, NEU
Sarah Woolley, Sekretera Giştî, BFAWU
Manuel Cortes, Sekreterê Giştî, TSSA
Mick Whelan, Sekreterê Giştî, ASLEF
Gary Smith, Sekreterê Giştî, GMB
Dave Ward, Sekreterê Giştî, CWU
Mark Serwotka, Sekreterê Giştî, PCS
Paddy Lillis, Sekretera Giştî, USDAW
Mick Lynch, Sekreterê Giştî, RMT
Larry Flanagan, Sekretera Giştî, EIS
Matt Wrack, Sekreterê Giştî, FBU
Clare Mellor, Seroka Rêveber, Thompson’s Solicitors