Senatoreke amerîkî bi peyamekê bang li serokê nû yê DYA`yê Jeo Biden kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku êrişên li dijî Kurdên Sûriyê rawestîne.
Li gorî rojnameya “American Politico”, senatora amerîkî Tammy Duckworth bang li serok Joe Biden kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku tevgerên xwe yên qirêj û domdar li dijî Kurdên Sûriyê rawestîne.
Tammy di peyama xwe de got pêwîst e Enqere berpirsiyarên xwe wekî endameke NATO`yê pêk bîne û şerên navneteweyî bi rêbazên aştiyane çareser bike.
Rêveberiya nû ya Amerîkayê ya bi serokatiya Jeo Biden careke din piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de dubare kir.
Tammy bang li Biden kir ku zêdetir piştbiriya Kurdên Sûriyê bike, yên ku li kêleka hêzên Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞ`ê de cih girtin.
Tammy her wiha ji ber helwesta wî li hemberî êrişa êrişa dewleta Tirk li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk di Cotmeha 2019`an de, Trump rexne kir.
Tammy wiha got: “Ji ber helwesta Turmp, aloziyeke mirovî dekretin û jiyana bi deh hezaran sivîlan xist xeteriyê.”
Tammy destnîşan kir ku ji bo pêkanîna armancên nîştimanî divê baweriya hevalbend û şirîkên xwe vegerînin.
(şx)