DOLAR
13,0691
EURO
14,8758
ALTIN
754,45
BIST
1.804
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
16°C
Diyarbakır
16°C
Parçalı Bulutlu
Çarşamba Sağanak Yağışlı
11°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
11°C
Cuma Az Bulutlu
12°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
11°C

Sema Begdaş: Çekên kîmyewî tenê li dijî kurdan tê bikaranîn

25.09.2021
0
A+
A-

Sema Begdaş di mijara êrişên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî  li dijî kurdan dualiya civata navneteweyî rexne kir û got, li hemberî xeteriya dagirkeriyê divê yekitiya neteweyî were avakirin.

Sema Begdaş: Çekên kîmyewî tenê li dijî kurdan tê bikaranîn

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de berdewam e. Ev êriş ku dikevin xana sûcên dermirovî di nav bêdengiya civata navneteweyî de têne kirin û li ser van sûcan hesab ji dewleta Tirk nayê xwestin.

Endama Desteya Hevserokatiyê û Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş di hevpeyvînekê de bi ajansa me re bal kişand ser xeteriya êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê, çi li Rojava çi Başûr, herî dawî qirkirina siyasî ya Bakurê Kurdistanê tê meşandin.

Sema Begdaş got: “Gefên dewleta Tirk ên li ser welatên Rojhilata Navîn bi giştî berdewam dikin. Dewleta Tirk bi vê yekê armanc dike ku planên xwe yên stratejîk pêk bîne. Ev tişt eşkere ye.”

‘ MAYÎNA DEWLETA TIRK BI DOMANDINA ŞERAN VE GIRÊDADYÎ YE ‘

Derbarê zêdebûna êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî kurdan de, Sema Begdaş piştrast kir ku dewleta Tirk rêya hedefgirtina wesayîtên sivîl û leşkerî êrişên xwe zêde kir û ji destpêka meha Nîsanê û heya niha êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Sema destnîşan kir ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê tiştekî nîşan dide û wiha domand: “Dewleta Tirk di nav qelsiya hundirîn de dijî, di hemû qadan de siyasî, dîplomatîk û aborî de bêhêz bûye, ji ber vê yekê mayîna wê bi domandina şer ve girêdayî ye. “

‘ ÇEKÊN KÎMYAWÎ TENÊ JI BO TUNEKIRINA KURDAN HATIN DÎTIN ‘

Têkildarî çekên kîmyewî ku li dijî kurdan têne bikaranîn, berdevka PYD’ê wiha pê de çû: “Dema ku em qala çekên kîmyewî dikin, ew çîrokeke bi kokên kevnare ye. Em dikarin bibêjin ku çekên kîmyewî tenê ji bo qirkirina kurdan hatine dîtin. Komkujiya Helebçeyê mînaka herî nêz a komkujiyên bi çekên kîmyewî bû, dibe ku mijara komkujiya Helebçe di lîsteyên civata navneteweyî de hatibe danîn ku ji siyaseta hejmareke welatan a wê demê re xizmet bike.”

Sema wiha dom kir: “Em ji bîr nakin ku çeteyên dewleta Tirk di êrişên li ser Efrîn û Serêkaniyê û taxên Şêxmeqsûd de gazên jehrî bi karanîn. Tevî ku ev yek bi delîl, dosya, wêne û dîmen hate belgekirin, lê civata navneteweyî bêdeng ma.  Çekên kîmyewî ji her kesî re qedexe ye ji bilî kurdan, ev rastiyeke tal e. Em Kurd têdikoşin û li ber xwe didin da ku ji cîhanê re eşkere bikin ku em jî wekî her kesî xwedî maf in.”

‘ NATO PIŞTGIRIYÊ DIDE TIRKIYÊ Û SÛCÊN WÊ BI QANÛNÎ VEDIŞÊRE ‘

Derbarê bêdengiya civata navneteweyî de, Sema diyar kir ku sedema vê yekê hebûna Tirkiyê di NATO de ye, ku di van sûcênan de piştgiriyê dide Tirkiyê. Di heman demê de destnîşan kir ku NATO piştgiriyê dide Tirkiyê ku bi destwerdana li welatên cîran qanûnên navneteweyî bin pê bike û sînoran derbas bike.

Sema Begdaş li ser binpêkirinên dewleta Tirk wiha axaftina xwe domand: “Eger em bixwazin qala binpêkirinên dewleta Tirk bikin, bi sedan binpêkirin hene, ji wan girtina siyasetmedarên Kurd ên di nav HDP’ê de, yên ku di parlementoyê de nûnertiya bi milyonan kes dikin, her wiha girtina şaredarên hilbijartî û rojnamevanên ku rastiyê nîşan didin. Bi hezaran delîl hene ku dewleta dagirker a Tirk sûcdar dikin û divê li ser wê were darizandin.”

‘ CIVATA NAVNETEWEYÎ DI MIJARA DOSYAYA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DE DURÛTIYÊ DIKE ‘

Derbarê durûtiya civata navneteweyî de, berdevka PYD’ê got: “Me dît ku bikaranîna çekên kîmyewî li Xan Şêxûn an Xûta ji nedîtî ve nehat. Lê destwerdan ji aliyê civata navneteweyî ve hebûn, çima? Ji ber ku mijar bi hikumeta Şamê ve girêdayî ye, ger ku dewleta dagirker a Tirk sûcdar bûya, wê demê dê rêxisitnên cîhanî bêdeng bimînin, ji ber ku berjewendiyên wan ên hevpar bi dewleta Tirk re hene. “

Sema her wiha got: “Ev qonaxa hesas û dîrokî, di demekê de ku gelê Kurd yekem gel e ku pêşengtiya projeya demokrtîk  li Sûriyê û Rojhilata Navîn dike, em dibînin ku hemû dewletên desthilatdar û serdest êrişî vê projeyê dikin û dixwazin wê pûç bikin. Projeya li ser bingeha prensîbên biratiya gelan hate demazrandin, tê de rola pêşeng da jinan. “

Sema Begdaş diyar kir ku yekitiya pêkhateyan di Rêveberiya Xweser de, bingeha sereke ya avakirkirina yekitiya neteweyî di navbera hemû aliyan de ye.

Endama Desteya Hevserokatiyê û Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), di dawiya axaftina xwe de got, divê xebat were xurtkirin da ku Kurd kursiyekê di neşxeya guhertina herêmê de bidestxistin, her wiha diyar kir ku divê bi rêya avakirina hevbendiyên neteweyî ku hemû alî tê de cih bigirin, xeteriya dagirkeriyê û êrişên wê yên li ser herêmê werin bersivandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Koma Civatên Kurdistan (KCK) derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve peyamek ji civata navneteweyî re şand û tê de wiha got: “Divê em vê bêdengiyê wekî encama hevkariya bi Tirkiyeyê re vebêjin û ji ber ku gelek sûcên Tirkiyê hatine belgekirin, divê bi awayekî eşkere were sûcdarkirin û rayedarên pêwendîdar ên dewleta Tirk pêşkêşî dadgehê bikin.”

(dx)

ANHA

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.