DOLAR
13,8164
EURO
15,6712
ALTIN
789,77
BIST
2.038
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağışlı
12°C
Diyarbakır
12°C
Yağışlı
Cuma Parçalı Bulutlu
10°C
Cumartesi Az Bulutlu
13°C
Pazar Az Bulutlu
14°C
Pazartesi Az Bulutlu
15°C

Sedat Peker: Çek bi rêya SADAT’ê ji El-Nusrayê re dişandin

30.05.2021
0
A+
A-

Di vîdeoyeke nû de ku serokekî mafyayê yê Tirk Sedat Peker weşand, diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya SADAT’ê çekan ji çeteyên El-Nusra û çeteyên din ên dewleta Tirk re dişîne.

Serokê mafyayê yê girêdayî dewleta Tirk Sedat Peker di vîdeoya xwe ya 8’emîn de ku vê sibehê weşand, bazirganiya çekan a dewleta Tirk a li Sûriyê vegot.

Naveroka axaftina Peker a têkildarî mijarê wiha ye:

‘PERE VEDIGUHÊZIN BANKÊN LI AZERBÊCAN Û QETERÊ’

Û ji bo min dinivîsînin ‘Li Filistînê bûyer qewimîn, wî destek neda.’ Dema min karîbû min piştgirî da, lê min hewl da. Em çima xwe dixapînin? Li Azerbêcanê bûyerek rû da, me SÎHA (balafirên bêpîlot ên biçek) şandin Azerbêcanê. Me baş jî kir. Li Qeterê pirsgirêkek hebû, me li Qeterê yekîneyeke leşkerî ava kir. Li Azerbêcanê SOCAR heye, şîrketên biçûk ên girêdayî SOCAR’ê hene. Li Qeterê di bankan de pere heye. Li Filistînê çi heye? Li Filistînê hemaset heye. Em bi birayên xwe re ne, eger em bi birayên xwe re bin, 10 SÎHA’yan bişînin wê derê. Ê ka em bi hev re bûn? Dibêjin pirsgirêka aborî ya dewletê heye, em pereyan berhev bikin. Em ê pereyê 10 SÎHA’yan kom bikin. Niha ew qas pereyê min nîn e, nikarim, ji ber ku em di demeke dijwar re derbas dibin. Lê em ê bi hevalan re berhev bikin.

‘ŞANDINA ÇEKAN JI EL-NUSRA RE JI ALIYÊ SADATÊ VE TÊ ORGANÎZEKIRIN’

Di wesayîtan de çi heye, em dizanin; çek hene, em ne zarok in. Ev normal e, divê wisa be. Lê ev ne ji aliyê MÎT’ê, ji aliyê leşkeran ve tê organîzekirin. Ji aliyê SADAT’ê ve hat organîzekirin, ji aliyê ekîbeke di nava SADAT’ê de.

Ez van hemûyan bi pereyên xwe dikirim, lê ji bilî wan, tu têkîliya wan bi min re nîne, lê li ser navê min diçe. Ne kontrol, ne qeyd, rasterast derbas dibin. Piştre dema min dest bi şandina hejmareke mezin a wesayîtên Mitsubishî kir gotin ‘Hûn dikarin hinekî bidin me, şervanên li wir…’ min got temam em bidin. Tiştê din ez dizanim, Tirkmen ji her derê bi vîdeoyan spasiya me dikin, dibêjin me erebe girtin, lê yek an du kes ji wan bi erebî diaxivin. Piştre hevalên me yên Tirkmen gotin “Ev endamên El-Nusrayê ne.” Hevalên me yên din got “Ew ji El-Nusrayê re diçe” . Erê, li ser navê min de diçe. Lê min neşand, SADAT’ê şand. Te dixwest min biçûk bikî, ma tu yê bibînî ku ez ê we hemûyan têxim qutiya kîbrîtan. Û ez ê nehêlim dewlet bê darizandin. Dibe ku dewlet cezayê pereyan bigire, ji ber ku mudaxle nekiriye, tedbîrên pêwîst negirtine, ev jî hema çend sed hezar euro ye.

‘BAZIRGANIYA ÇEKAN A LI SÛRIYÊ DEWAM DIKE’

Niha ez ê ji we re qala bazirganiya li wir bikim. Piştî ku hûn ji wir erêkirina xwe bistînin, koma we ya medyayê heye; Murat Sancak, Ramazan Ozturk. Hemû hiyerarşî li wir e. Tu diçî cem kê piştî erêkirina wan, berpirsekî El-Nusrayê yê aboriyê Ebû Ebdurrahman heye, navê Ebû Şeyman jî bi kar tîne û niha bazirganî bi vî awayî tê kirin. Min got wê demê hûn çekan bidin wan, ew şerê Tirkmenên me yên şîe dikin. Ew gelê me ye. Ka bejin da ku em bizanin, ji ber ku li ser navê me diçe. Dibêjin ‘hevsengiyên nû ava dibin’. Min got hûn ê ji min re vebêjin.”

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.