DOLAR
13,8164
EURO
15,6712
ALTIN
789,77
BIST
2.038
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağışlı
12°C
Diyarbakır
12°C
Yağışlı
Cuma Parçalı Bulutlu
10°C
Cumartesi Az Bulutlu
13°C
Pazar Az Bulutlu
14°C
Pazartesi Az Bulutlu
15°C

Şandeyeke ji Swêdê serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir

Şandeyeke ji Swêdê serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir
06.09.2021
0
A+
A-

Şandeyek Swêdê bi serokatiya balyoz Frederic Florn ê ji Daîreya Karûbarên Konsulxaneyê û Hiqûqa Sivîl a Swêdê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şande ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, cîgirê wî Fener El-Giêt, ji nivîsgeha Têkiliyan a YPJ’ê Zozan Enes û cîgira seroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Sebah Şabo ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Hate gotin, divê aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî, bi taybet biryara 2254 û beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyê were çareserkirin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer di hevdîtinê de axivî û got: “Gefên Tikiyê û êrişên wê yên leşkerî li ser herêmê berdewam in, bi domdarî herêmên ewle dike hedef. Di vê dawiyê de herêmên nû kir hedef, di encamê de pêleke koçberiyê çêbû. Li herêmên dagirkirî jî binpêkirin ji qetilkirin, destdirêjî, desteserkirina milkên sivîlan û guhertina demgorafîk ji aliyê komên çete yên girêdayî Tirkiyê ve berdewam in.”

Omer behsa astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser kir û wiha domand: “Em bi astengiyên mezin re rû bi rû dimînin. Astengiya herî mezin teror û şaneyên veşartî ne ku hîna êrişan pêk tînin. Ji ber vê yekê divê tevkarî di navbera Rêveberiya Xweser û Koalîsyona Navneteweyî  de li hemberî van şaneyan berdewam bike. Her wiha li herêmê aloziyeke aborî heye, heger civata navneteweyî desteka aborî nede dê derfet ji DAIŞ’ê re peyda bibe da ku careke din xwe li herêmê bi rêxistin bike.”

Her wiha li ser rewşa kampan, bi taybet kampa Holê, qetilkirinên ku rojane lê têne kirin, perwerdekirina zarokan li ser zihniyeta DAIŞ’ê nîqaş çêbûn. Hate gotin, divê zarokên DAIŞ’î ji nû ve werin perwerdekirin da ku ji atmosfêra tundrawiyê ya li kampê dûr bkevin.

Balyoz Frederic Florn got: “Destpêkê ji ber van nîqaşên girîng ên derbarê pirsgirêkên herêmî û şerê li dijî terorê de spasiya we dikim. Bi navê hikumeta Swêdê em xebatên rêveberî û gelên wê û fedekariyên ku di şerê li djiî terorê de dane bi nirx dibînin. Hûn şirîkên me ne, em ê di vê şerî de li kêleka we bin. Ev peyam gelekî girîng e, dixwazim bighînim we. Rewşa zehmet a li pêşberî we em fam dikin. Em kêfxweş in ku bi we re tevger bin ku li gorî rêgezê bawerî û tevkariyê van dozan çareser bikin.”

Di dawiyê de hejmareke jin û zarokên ji malbatên DAIŞ’î li gorî belgeyeke fermî ku her du aliyan îmze kirin, radestî aliyê swêdî hate kirin.

ANHA

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.