DOLAR
13,0691
EURO
14,8758
ALTIN
754,45
BIST
1.804
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
16°C
Diyarbakır
16°C
Parçalı Bulutlu
Çarşamba Sağanak Yağışlı
11°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
11°C
Cuma Az Bulutlu
12°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
11°C

Şanaz Îbrahîm Ehmed Bêdengîyê Şermezar Kir

27.08.2021
0
A+
A-

Şanaz Îbrahîm Ehmed: Destdirêjiya li xak û xelkê me ya ji aliyê artêşa Tirkiyeyê, ne ji bihêz bûna wan tê, belku ji bêdengî û bê helwestiya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê tê.

Berpirsa Navenda Têkiliyên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî bomberdûmana 24’ê Tebaxa 2021’ê ya li ser warên sivîl ên herêmên Pêncewîn û Şarezûr da ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin.

Şanaz Îbrahîm Ehmed diyar kir ku çavgirtin û bêdengiya aliyên pêywendîdar ên hikumetên Herêma Kurdistan û Iraqê ya çendîn car li beramberî êrişên dijminane yên dewleta Tirk cihê pirs û fikarê ye.

Ehmed her wiha di peyama xwe de destnîşan kir ku bomberdûmankirina navçeyên sivîlan ne tenê zirarek mezin digihîne cotyar û gundiyan, metirsiyekî mezin li ser jiyana welatiyan çêdike. Şanaz Îbrahîm Ehmed destnîşan kir ku ev êriş di heman demê de binpêkirina serweriya xaka Iraqê û herêma Kurdistanê ye, li dijî pîvanên cîrantî û qanûnên navdewletî û nirxên mirovahiyê tê.

Şanaz Îbrahîm Ehmed dîsa di beşek din a peyama xwe de dibêje, “Her tim baweriya min ev bûye, şkandin û binpêkirina yasa û zagonên navdewletî û destdirêjîkirina li ser xak û xelkê me ya ji aliyê artêşa Tirkiyê, ne ji bihêz bûna wan tê, belku ji bêdengî û bê helwestiya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê tê. Ev bêdengî rê vedikin roj bi roj êrişên xwe zêdetir bike û ti tiştî li berçav negire. Duh min dixwest çend rêzan binivîsim, lê bêdeng mam da ku bizanim bê ka gelo hêz û aliyekî siyasî wê dengê xwe derxîne yan na. Mixabin hemû bêdeng bûn û min jî baweriya xwe bi nêrîna xwe ya nayê guhertin anî!

Ez ê behsa bêhelwestî û bêdengiya berpirsên Herêmê nekim, ji ber ku dizanim guhê wan fêrî qêrîn û hewarên mezin û biçûk ên vî welatî bûye, pozê wan ji dûkela cihên petrolê û gundên Kurdistanê yên hatin şewitandin tije bûye û zimanê xwe ji ber berjewendiyên taybet û peymana 50 salî jê kirine.”

Ehmed di dewama peyama xwe de balê dikişîne ser sosretbûna bêhelwestiya Bexdayê û dibêje, “Ya sosret bêhelwestiya rayedarên Bexdayê ye, di demekê de ku mijûlê navbeynkariya welatên bi nakok ên herêmê ne, lê ji bo çareserkirina wan hemû pirsgirêkên di navbera xwe û Tirkiyê de ti gavekê naavêjin!”

Şanaz Îbrahîm Ehmed peyama xwe bi van gotinan bi dawî dike, “Pêwîste hemû partiyên Kurdistanê van êrişan şermezar bikin û rê nedin ku Herêma Kurdistanê bibe meydana safîkirina siyasetê çewt û nijadperest ên neyarên gelê me û hesab û kitêba pirsgirêkên herêmî. Divê berjewendiya bilind a gelê me bi rengekî kirdeyî li ser hemû berjewendiyên ferdî, siyasî, hizbî û aborî cih were dayîn, da ku êdî welatî û gundiyên vê herêma ku xêr ji xwe nedîtî berdêlê wê bidin. Ji ber ku her kes li hemberî vê xak û jiyana welatiyan xwedî berpirsiyareke dîrokî ye.”

ANF

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.