Salih Muslim diyar kir ku porvakasyonên dawî yên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser bi hevkariya dewleta Tirk re pêk tên, armanca jê bi êrişên derve û tevliheviya hundirîn rêveberiyê lawaz bikin. Muslim li ser diyalogên yekitiya kurdî got: “Heger em di diyarkirina dijminê stratejîk ê kurdan de bibin yek, wê demê avakirina yekitiya kurdî pêkan e.”
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) Salih Muslim bû mêvanê bernameya “Sunai El-Qerar” ku li ser kenala Rojava Tv bi zimanê erebî weşanê dike. Muslim sedemên provakasyonên dawî yên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser, binkeftinên torên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê eşkere kirin. Her wiha gelek mijarên din nirxandin.
‘PROVAKASYONÊN HIKUMETÊ BI HEVKARIYA DEWLET TIRK PÊK TÊN’
Salih Muslim sedemên provakasyonên dawî yên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser diyar kirin û wiha got: “Texmîn dikim ku mijar du rû ne. Yê yekemîn hevdîtinên di navbera rejîma Sûriyê û rejîma Tirkiyê de ye, bi kêmanî lihevkirineke di navbera her du aliyan de çêbûn, serdanên di navbera berprisên îstîxbarata Tirk û Sûriyê de vê yekê diyar dike. Helbet ev ne ji valahiyekê hatiye, yanî her du alî vê rêveberiyê û pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nakin. Ji ber vê yekê planan datînin, ku bi gefên leşkerî be, an jî gefên rasterasst ên ji aliyê Tirkiyê be, mîna ku li Eyn Îsayê diqewime. Di hundir de jî hikumeta Şamê zextê dike da ku Rêveberiya Xweser lawaz bikin.”
Muslim diyar kir ku bûyerên ku li Eyn Îsayê rû didin, mînaka herî zelal e ku dewleta Tirk herêmê topbaran dike û hikumeta Şamê bi desteka Rûsya ji rêveberiyê re dibêje ku ji aliyê Tirkiyê ve di xeteriyê de ye û divê hûn vî cihî ji hikumetê û ji Tirkiyê re bihêlin.
‘HIKUMET BI RÊYA DERXISTINA FITNEYAN HEWL DIDE RÊVEBERIYA XWESER LAWAZ BIKE’
Muslim destnîşan kir ku hin komên hene bi awayekî veşartî dixebitin, hincetan derdixînin da ku fitneyê derxînin û wiha pê de çû: “Rejîma Sûriyê hîna hewl dide ku tevahî herêmên Sûriyê vegerîne rewşa beriya 2011’an. Ji ber vê yekê fitneyan derdixîne, dizane ku heger hewl bide ku fitneyê derxîne û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan Kurd, Ereb û Suryan têk bibe dê lawazkirina Rêveberiya Xweser ji hundir ve hêsab be. Ev yek bi koordîneya di navbera Tirkiyê û Sûriyê de tê meşandin. Niha li Şehba û Helebê astengiyan derdixînin, di vê zivistana seqem de nahêlin ku mazot û derman derbasî wan herêman bibin, madeyên ku ji wan herêman re têne şandin, dikevin destê efser û berpirsên hikumetê ku li bazarên şer bazirganiyê pê dikin. Hikumeta Sûriyê bi alîkariya tirkan zextê li wan herêman dikin û hewl didin bi rêya propogenda û afirandina tevliheviyê hundir lawaz bikin.”
‘RÛSYA HEWL DIDE SÛDÊ JI REWŞÊ BIGIRE DA KU HEBÛNA XWE BISEPÎNE Û REJÎMÊ BIPARÊZE’
Têkildarî helwesta Rûsyaya jî Muslim ev tişt diyar kir: “Rûs li van herêman tune bû, lê li bi daxwaza Rêveberiya Xweseriya Demokratîk da ku aloziya bi Tirkiyê re sivik bike hate. Ew bi daxwaz û di bin şertan de hatin. Ji ber vê yekê texmîn dikim ku Rûsya dixwazin sûdê ji vê yekê bigire da ku hebûna xwe li Sûriyê xurt bike û rejîma Sûriyê biparêze. Rûsya ji bo xizmeta rejîmê tenê kar dike, dema ku ji bo aramkirina rewşê jî mudaxele dikin, li gorî berjewendiyên rejîmê dixebite.”
‘CAFERÎ YÊ KU DIBÊJE LI SER ZAROKÊN DAIŞ’Ê YÊN LI HOLÊ DITIRSE, BILA BÎNE BÎRA XWE DEME NEYNÛKÊN ZAROKAN LI DERAYÊ RADIKIRIN’
Girêdayî daxuyaniyên Nûnerê Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El- Caferî di Konseya Ewlekariyê de ku gotibû: “Zarokên li Holê li pêşberî xeteriyê ne’, Salih Muslim wiha got: “Bi van daxuyaniyan hewl dide rûyê rejîmê li pêşberî Konseya Ewlekariyê spî bike û bêje ku ew mirovî ne û bi rewşa mirovî, di nav de zarokên DAIŞ û yên Sûriyê difikirin. Lê di rastiyê de ew zarokên Sûriyê serjê dikin. Ev yek li Humis û Derayê hate dîtin. Her wiha ew bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî zarokan hatiye tawanbarkirin. Niha hewl dide li ser hesabê me rûyê xwe xweş bike. Em ji Caferî re dibêjin; zaten tu bi zarokên welatê xwe ve eleqedar nabî, tu çima îdia dike ku li ser zarokên DAIŞ’î ditirse? Ji bîr neke ku rûdanên li Sûriyê kengî dest pê kirin? dema ku we neynûkên zarokên Derayê rakirin, dest pê kirin.”
‘ DERIYÊN RÊVEBERIYA XWESER LI PÊŞIYA HEMÛ DEWLETÊN KU DIXWAZIN ZAROKÊN DAIŞ’Ê BIBIN, VEKIRÎ NE’
Salih Muslim diyar kir ku deriyên Rêveberiya Xweser li pêşiya hemû dewletên ku dixwazin zarokên DAIŞ’ê bibin, vekirî ne û got: ” Şandeyên ji Tacîkistan, Kazakistan û Rûs bi sedan zarokên xwe bigirin, hîna jî ji dewletên Ewropayê tên zarokan dibin. Ev mijar zelal e. Rêveberiya Xweser hewl nade ku zarokan bikin qurbaniyên rûdanên li Sûriyê. Dibe ku rêveberî nikaribe her tiştî ji wan re peyda bike ji ber ku derfetên wê kêm e, lê li gorî derfetên xwe dibistan ji wan re vekirin, bi zarokên sêwî ve eleqedar dibe. Her dewleteke ku daxwaznameya wergirtina zarokên xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser bike, rêveberî xebatên hêsan dike.”
‘BÊYÎ ÎTÎRAFEKE FERMÎ BI RÊVEBERIYA XWESER RE, EM NIKARIN DOSYAYA MALBATÊN DAIŞ Û GIRTIYÊN REJÎMA SÛRIYÊ RADEST BIKIN’
Salih Muslim bal kişand ser daxwaza Beşar El-Caferî ya radestkirina dosyaya Hol, girtiyên DAIŞ’ê ji bo hikumeta Şamê û wiha axivî: “Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê radestî komkujiyan hatin û me berdêl dan. Ew kes binçav kirine û hîna jî em bi parastina wan erkedar in, yanî tu çawa behsa tiştekî dike û li gel te nine, çawa wê rejîma Sûriyê berpirsê vê dosyayê be. Divê beriya vê îtîrafeke fermî bi Rêveberiya Xweser wekî beşek ji Sûriyê bike. Mijara radestkirina vê dosyayê ji bo rejîmê ne mumkin e. Mijara kampa Holê ya ku behsa wê dikin û 27 hezar zarokên ku behsa wan dikin li vê baregehê hene û di parastina Koalîsyon û QSD’ê de ne. Bi kêmanî heger tu behsa mijarekê bikî divê tu bi aliyên ku ew binçav kirine re dan û standinê bikin. Ewnan ji ber şerê ku li herêmê rû didin li vê herêmê ne.”
‘DOSYAYA HOL Û GIRTIYÊN DAIŞ’Ê DOSYAYEKE NAVNETEWÎ JI SÛRIYÊ MEZINTIR E, HEWCEDARÎ QANÛNEKE TAYBET E’
Muslim rêbazên çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ’ê û Holê destnîşan kir û ev nirxandin kir: “Destpêkê me got, doza DAIŞ û darizandina DAIŞ’iyan û malbatên wan, her wiha doza Holê pirsgirêke navneteweyî ye, ji me û ji Sûriyê mezintir e, em nikarin derbarê van dosyaya de ti biryaran bidin. Ji ber ku pirsgirêke navneteweyî ye, terora navneteweyî parzemîn derbas kir, DAIŞ li her deverê heye û li her deverê çalakiyan dike û kesên di nav de ji hemû nasnameyan e. Ji ber vê yekê hewcedarî qanûneke taybet a terora navnetewî ye û heta niha ev qanûn tuneye.”
‘HEGER DADGEHEKE NAVNETEWEYÎ WERE AVAKIRIN, DIVÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BE, JI BER MEXDÛR, ŞAHID Û GIRTÎ HEMÛ LI VIR IN’
Muslim destnîşan kir ku heger lihevkirineke li ser avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina girtiyên DAIŞ’ê were avakirin, divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û serdozgerê giştî û parêzer navnetewî bin. Her wiha got: “Divê ev dadgeh li vir li qada şer be, ji ber ku şahid, mexdûr, girtî û baregehên wan hemû li vir in. Pirsgirêk ji Sûriyê û ji Rêveberiya Xweser mezintir e û hewcedarî nêzîkatiyeke taybet ji aliyê civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ve ye. Texmîn dikim ku Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê divê van aliyan di ber çavan re derbas bikin û biryar bidin bê wê çi bikin.”
‘JI BER DESTWERDANÊN DERVE Û ASTENGIYÊN REJÎMÊ, DIYALOGÊN SÛRÎ Û KOMÎTEYA DESTÛRÎ BIN DIKEVE’
Têkildaîr sedemên berdewama aloziya Sûriyê û binkeftina dan û standinên Komîteya Destûra Sûriyê Salih Muslim wiha nirxandin kir: “Aloziya Sûriyê dikare were çareserkirin, lê beriya her tiştî divê em nas bikin ku Tirkiyê dan û standinên Sûrî qedexe dike, ya herî dawî Komîteya Destûrî bû kuTirkiyê û rejîm astengiyan derdixînin, heger Sûrî tenê hiştin, dê Sûriyê aloziyê çareser bikin. Tirkiyê dibêje an wê çareserî li gorî ku ez dixwazim be, an ez derfetan ji çareseriyê re nahêlim. Divê Tirkiyê were derxistin û ji dosyaya diyalogên Sûrî were dûrxistin. Her wiha divê opozisyon ji hembêza Tirkiyê derkeve û xwedî nêrîneke taybet be, madem di hembêza Tirkiyê de wê tu çareserî ji aloziya Sûriyê re tunebe.”
‘BÊYÎ BEŞDARIYA NÛNERÊN RÊVEBERIYA XWESER DI TEVAHÎ DANÛSTANDINAN DE, DÊ ÇARENÛS BINKEFTÎ BE’
Muslim da zanîn ku aliyên ku şert û mercan datînin ku nûnerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Cinêv an Soçî yan jî komîteya destûrê de tune bin, bêyî beşdariya nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nagihînin tu encaman û wiha got: ” Bêyî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tu çareserî tune bin, gelo çawa rûbereke fireh ji Sûriyê tê paşguhkirin?”
‘BEŞDARÊN DIYALOGÊ NE XWEDÎ PROJE NE, ARMANCA WAN GUHARTINA DESTHILATÊ YE’
Muslim destnîşan kir tu porjeyên çaresriyê yên aliyên ku beşdarî danûstandinê bûne tune ne, tiştê ku li ser nîqaş dikin, guhartina desthilatê yan jî beşdariya li desthilatê ye. Muslim wiha gotina xwe berdewam kir: “Aliyê yekane yê ku li gel projeya çareserkirina aloziya Sûriyê heye ku tevahî pêkhateyên wê qebûl dikin û projeyek ne ji bo desthilatê ye projeya Rêveberiya Xweser e. Ji lew re ew alî naxwazin Rêveberiya Xweser beşdarî wan danûstandinan bibin.”
‘RÛSYA KOMÎTEYA DESTÛRÊ AVA KIR, DA KU JI BIRYARA CINÊVÊ YA 2254’AN DÛR BIKEVE ’
Li ser binketina gerên dawî yên komîteya destûrê, Muslim wiha axivî: “Divê em destpêkê li vê komîteyê binêrin ku çawa hatiye avakirin. Ji ber ku avakirina komîteyê ji rêbazên Rûsyayê bû da ku ji biryarên Cinêvê yên bi jimareya 2254’an bi dûr bikeve, ji ber ku ev biryar ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ne. Her wiha hewldana Rûsyayê yên dûrketina ji encamnameyên Cinêvê bû. Ji lew re NY’yê bi yekser beşdar nabe û naxwaze di bin çavdêriya wê de be jî. Ji lew re ev xebat bi bin dikevin.”
‘BI VEXWENDINA RÛSYA ME AMADEKARİYA BEŞDARBÛNA KOMÎTEYÊ DİKİR, LÊ DEWLETA TİRK RED KİR’
Muslim got, dema ku Rûsya ev komîte ava kir têkilî bi Rêveberiya Xweser re danî da ku beşdarî komîteyê bibe. Rêveberiyê jî komîte ji bo tevlêbûna li komîteya destûrî amade kir. Lê dema dewleta Tirk red kir Rûsya dev ji Rêveberiya Xweser berda “Ji lew re em beşdar nebûn. Bi nêrîna min divê çi çareserî were danîn, tevahî sûrî wek hev bê girtin û ne bi pêşniyara dewleta Tirk be. Ji ber wê demê diçin civînan encam binketî dibe û li biryarên Cinêvê vedigerin.”
‘BEŞDARIYA ALIYEKÎ KURD A DI ÎTÎLAFÊ DE LI KOMÎTEYA DESTÛRÊ DE, NIKARIN TIŞTEKÎ JI KURD RE PÊK BÎNIN’
Der barê beşdariya aliyê Kurd ê girêdayî tîlafê di komîteya formekirina destûrê de, Salih Muslim wiha axivî: “Nayê qebûkirin û ne pêkan e tiştek bi vî awayî pêk bê. Em li vir dema dibêjin pêkhateya Kurd heye, bi rastî heye, aktîf e û nûnerên wê jî hene. Lê anîna kurdên girêdayî dijminên gelê Kurd ku mafên Kurd bixwazin, ne pêkan e û nikarin tiştekî jî bikin. Anku ne pêkan e ku dewleta Tirk mafên te bixwaze û di rastiyê de jî bi mafên te qebûl nake.”
‘DIVÊ TEVAHÎ PÊKHATE, JI YEKITIYA KURD NETIRSIN…’
Têkildarî girîngiya yekitiya Kurd di vê qonaxê de, Muslim wiha eşkere kir: “Beriya yekitiyê, ez dixwazim tiştê ku her tim dibêjim, bînim ziman, ew jî divê tevahî pêkhate ji bilî Kurd, ji yekitiya Kurd netirsin, çima? Ji ber Kurd di dîrokê de belav bû û bûbû alavek di destê dijminê gelan de. Lê dema Kurd bibe yek û lêvegerek wan çêbibe, wê demê kesek nikare wan ji xwe re alav ji bo nakokiyan bi kar bînin û xwesteka me jî ev e. Ya duyemîn jî ji bo Kurd pêwîstî bi yekitiyê heye, ji ber rewşa ku Kurd li Rojhilata Navîn tê re derbas dibe pir hesas e. Ev yekitî ne tenê ji bo gelê Kurd girîng e, di heman demê de ji ji bo tevahî gelên herêmê, ji bo pêkanîna demokrasiyê, girîngtir be.”
‘YEKITIYA KURD BI DIYARKIRINA DIJMINÊ KURD, PÊKAN E’
Muslim diyar kir ku dema dijminê stratejî yê kurd were diyarkirin, wê demê yekitiya Kurd ava dibe û wiha pê de çû: “Li gel me baweriyek heye, ew jî ew e ku dijminê stratejî yê gelê Kurd, dewleta Tirk e. Lê dema ku her kurdekî/ê got desthilata Tirk dijminê gelê Kurd e, dê dewleta Tirk helwesta xwe biguhere û wê demê yekitiya Kurd ava dibe. Armanca yekane ya yekitiyê jî, rabûna li hember dijminên Kurd ên dîrokî ne, yên ku hewl daye yekitiya Kurd qels bikin.”
‘DEWLETA TIRK HEWL DA ME TÊXE BIN SÎWANA ENCUMENA NIŞTIMANÎ YA SÛRÎ Û ÎTÎLAFA SÛRIYÊ
‘Muslim her wiha got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, me tu diyalog bi her aliyekî re red nekir û me xeta sêyemîn hilbijart. Armanca me demokrasî ye. Lê helwesta me sabît ma û li gel dewleta Tirk jî plan hene, hewl da bi tevahî rêbazan me bikişîne nava xeta xwe û di navbera me de serdan û danûstandin bi dirêjahiya 3 salan pêk hatin. Armanca dewleta Tirk me têxe bin sîwana Encumena Niştimanî ya Sûrî, piştre Îtîlafa Sûriyê û em bibin alîgirê wan û me li gorî xwe bi kar bînin. Lê me red nekir û me got em lê qebûl bikin, lê bi şertekê ku hûn bi nivîsekê bêjin (Li Sûriyê dozeke Kurd heye û pêdiviya wê bi çareseriya demokrat heye, lê niha em nikarin çareser bikin, lê dema rewş gucaw bibe, em ê çareser bikin). Lê belê wan ev xwesteka biçûk red kir. Lê demê hêvî qut kir û piştrast bû ku em dev ji vê rêgezê bernadin, em li gorî dewleta Tirk û îtîlafê bûn dijmin û terorîst. Heke me mafên kurdan tenê ji hikumeta Şamê bixwesta, wê demê dê hikumetê nakokî di navbera me û pêkhateyên dîtir de çêkirana. Ev jî tê wateya ku em ê derbasî nakokî û şerên bi sedsalan bûna. Ji lew re divê kokên van pirsgirêkan bi rêya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş qut bibin. Heger me wisa xwestiba wê demê em heman ziniyet û kiryara Baas dimeşin û wisa be em ê bêjin ku her kesên li Qamişlo dijin divê Kurd be, lê Ereb û yên din hene. Em hemû me qurbaniyên van siyasetan in, em naxwazin careke din bibin qurbaniyên van siyasetên şaş. “
ANHA