Li gorî nûçeya di rojnameya amerîkî de hate weşandin, Îran wê sûdê ji teknolojiya bilind a Rûsyayê werbigire.
Hate îdîakirin ku Rûsya wê peyka xwe ya bi navê Kanopûs-V radestî Îranê bike, ku ev peyk xwedî kamerayên pêşketî ne.
Li gorî rojnameyê, ku nêrîna rayedarên berê û yên heyî yên li DYA û Rojhilata Navîn wergirtiye, Îran wê bi rêya vê peykê armancên leşkerî yên hevrikên xwe yên li Rojhilata Navîn bişopîne.
Ev agahî beriya hevdîtina 16’ê Hezîranê ya navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA’yê Joe Biden hate parvekirin.
Tê payin peyk mehên bê were firandin, tê diyarkirin ku ew encama serdana Zêrevanên Şoreşê yên Îranê yên Rûsyayê ye.
Washîngton Post wiha nivîsî: “Peyk wê ji Rûsyayê werin firandin û metaryalên li Rûsya hatine hilberandin wê di nav de hebin. Her çendî ne xwedî zerengiya peykê yên DYA’yê ne jî, tê gotin Îran jî li ser deverên taybet dikare vê peykê bi armanca sîxûriyê bi kar bîne.”