20`ê Çileyê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê bi hewldana hêsankirina reva 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgeha Xiwêran a li Hesekê de ne, erebeyek û motorsîklêteke bombebarkirî li pêşiya deriyê girtîgeha Xiwêranê teqandin û êrişî girtîgehê kir.
Têkildarî mijarê rûspiyekî eşîreya Badîna Elî El-Ebas wiha axivî: “Êrişa şaneyên DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Xiwêranê xeteriyeke mezin li ser herêmê û dewletên din çêdike. Êriş bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate kirin.”
Elî El-Ebas êrişa ku şaneyên DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Xiwêranê şermezar kir û got: “Em êrişa terorîst li ser girtîgehê red dikin.”
Elî El-Ebas îşaret bi xeteriya çeteyên DAIŞ`ê di demên nêz û dûr de kir ku heger civata navneteweyî ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ`ê nekeve tevgerê dê ne tenê li ser herêmê lê belê dê li ser cîhanê bi giştî xeter be.
Elî El-Ebas teqezî li ser piştgiriya bi QSD`ê re di aliyê manewî û leşkerî de kir û bang li QSD`ê kir ku bi hemû hêza bixebite da ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji girtîgehê reviyane û gefan li ewlehiya şêniyan dixwin, tune bike.
Elî El-Ebas di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî û rêxistinên pêwendîdar kir ku erkên xwe ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê pêk bînin.
Her wiha şêx eşîreya Omera Cemal Hac Mensûr bêdengiya civat û hêzên navneteweyî li hember dosyaya DAIŞ`ê rexne kir û wiha domand: “Civata navneteweyî ji erkên xwe direve. Çavên xwe ji hebûna zêde ya çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna darizandinên navneteweyî ji wan re, direve. Ev jî nayê qebûlkirin.”
Hac Mensûr destnîşan kir ku êrişên şaneyên DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Xiwêran komployeke, bi hevkariya Qeter, dewleta Tirk û Rûsyayê hatiye pilankirin û wiha pê de çû: “Ev êriş mîna komployeke navneteweyî ye.”
Hac Mensûr got êrişa şaneyên DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Xiwêranê û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê bi rêya balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li dijî hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dema ku berê xwe didan bajarê Hesekê, da ku li dijî şaneyên DAIŞ`ê destekê bidin QSD`ê bi hev ve girêdayî ne.
Duh balafireke bê mirov hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir dema ku ber bi bajarê Hesekê ve diçû da ku destekê bidin QSD`ê.
Cemal Hac Mensûr destnîşan kir ku terora DAIŞ`ê ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê li tevahî dewletên cîhanê ye û ev tişt got: “Me dît ku çawa rêxistina DAIŞ`ê teqînên terorîst li Fransa û Amerîkayê pêk anî.”
Hac Mensûr got: “Êrişa DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Xiwêranê ne tesadufî ye lê belê di salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser û salvegera êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê de hate kirin her wiha teqez kir ku ev yek asta pilana pêşwext ji êrişê re eşkere dike.
Cemal Hac Mensûr bang li civaka navneteweyî kir ku di hemû aliyên siyasî, leşkerî û diplomatîk de têkeve tevgerê da ku sînor ji xeteriya DAIŞ`ê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê deyne.
Şêxê eşîreya Hîzwela Qasim Hesen Zilfo li ser xeteriya êrişa şaneyên DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Xiwêran, hewldana revandina çeteyan û bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî da ku birevin, teqez kir.
Şaneyên DAIŞ`ê ku êrişî girtîgeha Xiwêran kirine, sivîlan wek mertalên zindî bikar tînin. Navenda Ragihandina QSD`ê di daxuyaniyeke xwe de ku li ser malpera xwe ya fermî weşandî, ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê nehiştin zêdetirî 289 malbatên ji taxa Zihûr a rojavayê girtîgehê derkevin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi destekdayîna QSD`ê hewl dide ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî hêzên wan bikin bêyî ku operasyonên leşkerî yên mezin pêk bînin.
Zilfo diyar kir ku armanc dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser herêmê ku bi êrişên şaneyên DAIŞ`ê re li dijî girtîgeha Xiwêran hatin kirin; gelan qir bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.
Zilfo ji ber zêdebûna xeteriya DAIŞ`ê ji demên berê zêdetir û pêkanîna sûcên hovane bi awayekî zêdetir hişyarî da civaka navneteweyî da ku çareseriyeke dawî ji dosyaya çeteyên DAIŞ`ê re peyda bike.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya QSD`ê, hêzên wan hewldana revandina zêdetirî 120 çeteyên DAIŞ`ê ku di girtîgeha Xiwêran de bûn, têk bir.
(bx)
ANHA