DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Rûspiyan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir

01.05.2021
0
A+
A-

Rûspiyên Hesekê û Qamişloyê bi du daxuyaniyan cûda nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da.

Rûspiyan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir

Rûspiyên Hesekê û Qamişloyê bi du daxuyaniyan cûda nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da.

01 Gulan 2021, Şemi, 17:21 –ROJANE
 HESEKÊ


Dewleta Tirk şerê avê û birçîkirina gelan didomîne. Civaka navneteweyî li hemberî van sûcên dewleta Tirk ku tevahî qanûnan bin pê dike, bêdeng e.

Dewleta Tirk ji dema ku bajarê Serêkaniyê dagir kiriye û dest danîye ser stasyona avê ya Elokê ve, ev cara 17’an ku avê li ser bajarê Hesekê qut dike.

Rûspiyên Hesekê û herêma Rojhilat a bajarê Qamişlo bi du daxuyaniyên cûda siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha destnîşan kir qutkirina avê û birçîkirina gel sûcên şer in.

Rûspiyên Hesekê li pêşiya navenda Meclisa Rûspiyan a li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisê Mehmûd El-Nezal ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Hesekê ku zêdetirî 1 milyon û nîv e û zêdetirî nîv milyon şênî û koçber û penaber lê hene hatin bi bîrxistin û hate gotin ku dewleta Tirk û çeteyên wê ava vexwarinê ji ser wan qut dike da ku tenê Erdogan razî bikin.

Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî  binpêkirinên dewleta Tirk ji lihevkirinên navneteweyî re yên girêdayî parvekirina ava navneteweyî  û qutkirina ava çemê Firatê ji ser Sûriyê hatin şermezarkirin û hate gotin, dewleta Tirk bi vê yekê jiyana bi milyonan şêniyên Sûriyê û Iraqê dixe xeteriyê.

Daxuyaniya Meclisa Rûspiyên herêma Rojhilat a Qamişlo ji aliyê koordînatorê giştî yê meclisê Hewas Cidê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de siyaseta hovane ya dewleta Tirk hate şermezarkirin û banga berdana para Sûriyê bi temamî ji ava çemê Firatê li gorî lihevkirinên ku di navbera her du welatan de hatine îmzekirin û banga dayîna ava vexwarinê ji bajarê Hesekê û gundewarên wê re hate kirin.

Di dawiya her du daxuyaniyan de bang li civaka navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Komkara Ereban û rêxistinên mirovî hate kirin ku gavên ber bi çav bavêjin û biryarê bigrin ku hikûmeta AKP`ê di hedê wê bisekinînin.

(bx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.