DOLAR
19,1558
EURO
20,8297
ALTIN
1.212,05
BIST
4.919,20
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

​​​​​​​Rojnameyên Erebî: Tirkiye hewl dide civîna koma G20 bi kar bînin

​​​​​​​Rojnameyên Erebî: Tirkiye hewl dide civîna koma G20 bi kar bînin
13.10.2021
0
A+
A-

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa hewldanên Enqere yên bikaranîna civîna koma G20 ji bo kirîna çekên amerîkî, derxistina çeteyan ji Lîbya û rewşa Tûnisê kir.

ERDOGAN HEWL DIDE CIVÎNA KOMA G20 JI BO KIRÎNA ÇEKÊN AMERÎKÎ BI KAR BÎNE

Rojnameya El-Ereb di hejmara xwe ya îro de têkildarî bikaranîna civîna koma G20 ji aliyê Erdogan ve kir û wiha nivîsî: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hewl dide civîna bê ya koma G20 bi kar bîne, da ku erêkirina Biden ji bo kirîna balafirên şer ên Amerîkî werbigire.

Ajansa Bloomberg li gorî rayedarên Tirk wiha got, Enqereyê meha borî ji bo kirîna 40 balafirên nû yên ji cureya “F-16 Block 70”  û nêzî 80 alavên ji şîrketa Lockheed Martin, daxwaznameyek fermî ji DYA`yê re şand.

Rayedaran got, hevpeymana ku îhtimal e bi nirxê 6 milyar dolar be, dê pêkanîna wê zehmeta be. Ji ber ku endamên Senatoyê kirîna moşekên S-400 red dikin, Enqere jî bi îsrar e ku sîstema moşekan a Rûsyayê bikire.

Bloombergê got, Erdogan pêşbîn dike ku di civîna koma G20 ya dawiya mehê li Romayê tê lidarxistin de, Biden bibîne.

Çavkaniyên ku nexwestin nasnameya xwe eşkere bikin, diyar kirin ku Enqere hewl dide balafirên li gorî sîstema NATO`yê peyda bike. Çavkaniyên din jî demeke berê behsa hewldanên Tirkiyê yên kirîn bi dehan balafirên şer ên F-16 û hin alavên din ên leşkerî kiribûn.

Piştî ku demeke berê destûra kirîna balafirên 5G yên ji cureya F-35 ji Tirkiyê re nehatibû dayîn, niha Tirkiyê hewl dide hêza xwe ya hewayî nû bike.”

HÊVIYA LÎBIYAN JI BO DERXISTINA “ÇETEYAN”..ZÊDEKIRINA ZEXTA NAVNETEWEYÎ YE

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî di kar û barên Lîbya de wiha nivîsî: “Piştî belavbûna hin raporên behsa dekretina beşekî nû ji çeteyên alîgirên Tirkiyê dikin, gelek welatiyên Lîbya êdî dibînin ku zexta navneteweyî çareya herî guncaw ji bo derxistina hemû hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbya ye. Nexasim ku komîteya leşkerî ya hevbeş behsa planekê ji bo derixstina wan çeteyan kir, lê detayên zêdetir eşkere nekirin.

Serokê saziyê “Selvium” ya lêkolînan Cemal Şelûf dibêje, erkdarkirina hêzên “AFRICOM” ji bo pêkanîna qanûna “piştgiriya îstiqrarê li Lîbyayê” li kêleka erkên wê yên sereke, nîşan dide ku Amerîka ji xebatên xwe yên dîplomatîk zêdetir girîngiyê dide giraniya xwe ya leşkerî ji bo derxistina çeteyan û hêzên biyanî. Bi vê yekê pêşbîniyên çareserkirina vê dosyayê zêdetir dibin.

Şelûf diyar kir ku di rastî de jî hin nîşaneyên destpêkirina vekişîna çeteyan xuya dibin, ku komîteya leşkerî ya hevbeş di civîna xwe yê çareşema borî li Cinêvê jî nîqaş kiribû.

Şelûf pêşbîn kir ku Tirkiye wan çeteyên ji Sûriyê piştî derxistina wan ji Lîbya, bişîne Kabulê.”

HIKUMETA BODEN WÊ DAWIYA ÎXWANAN BÎNE

Rojnameya El-Beyan jî behsa avakirina hikumeta Tûnisê kir û di wê derbarê de wiha nivîsî: “Ragihandina avakirina hikumeta nû li hundir û derveyî Tûnisê hat pêşwazîkirin. Gelê Tûnisê avakirina hikumetê wekî derfeteke girabiha ji bo derbaskirina têkçûna hikumê Îxwanan dibîne û wekî rêgirtina li hewldanên wan ên serweriya li saziyên dewletê û guhertina modela civakî, dihesibînin. Çavdêr dibînin ku hikumeta Necla Boden dê ne tenê li Tûnisê lê belê li seranserê herêmê ji bo Îxwanan derbeke giran be.”

(cx)

ANHA

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.