Her carê dewleta Tirk bi rayedarên DYA`yê re civînek payebilind lidar dixe, dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk, YPG’ê bi pêkanîna sûcên bê bingeh tewanbar dike.
Li gorî rojnameya The Jerusalem Post a îsraîlî, dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk hefteya borî îdia kir ku li Efrînê goreke komî ku tê de 61 laş hene hat dîtin û wiha got:” Efrîn herêmeke ku dewleta Tirk sala 2018`an bi awayekî ne qanûnî dagir kiriye û Kurdên li wir qir kirine. Dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk îdia dike ku ew qurbanî ji hêla YPG’ê ve hatin kuştin.”
Li gorî analîza rojnameyê, ev qurbanî kesên ku li ser destê dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane û di wan goran de hatine veşartin in. Dewleta Tirk di sala 2018’an de kêlên goran wêran kir û raporên derew belav dike.
Rojnameyê bi berdewamî got:”Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk û dezgehên çapemeniyê ku ji bo berjewandiya AKP’ê ya desthilatdar propagandayê dike, çîrokên li ser Efrînê vedibêje. Dema Serokê DYA’ Joe Biden û Serokomarê Tirk bi hev re civîn, dewleta Tirk çîroka êrişa YPG’ê li ser nexweşxaneyek li Efrînê di meha Hezîranê de îdia kir, her wiha dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê heya piştî civîna 14’ê Hezîranê ev çîrok xistin rojevê. Piştre dev ji vê çîrokê berda wekî ku êriş qet çênebûye û hîn jî ne diyar e kê nexweşxane topbaran kiriye.”
Rojnameyê anî ziman ku li gorî wêne û dîmenên ku çalakvanên Kurd weşandine, goristan di sala 2018’an de li Efrînê hatin avakirin û tê de kesên ku di dema dagirkirina Tirkiyê di 2018’an de li ser Efrînê jiyana xwe ji dest dane, hatine veşartin.
(dx)
ANHA