DOLAR
18,5349
EURO
18,2221
ALTIN
1.011,87
BIST
3.392,13
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
34°C
Diyarbakır
34°C
Açık
Salı Açık
35°C
Çarşamba Açık
34°C
Perşembe Az Bulutlu
31°C
Cuma Az Bulutlu
27°C

Robar: Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê ‘birayê xwe’ qedexe dikin

Robar: Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê ‘birayê xwe’ qedexe dikin
21.02.2022
0
A+
A-

Rêveberê MYD’ê Bahaddîn Robar bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê kurdên ku weke birayên xwe dibînin qedexe dikin.”Di sala 1999’an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat îlankirin. Li gorî lêkolîna ÛNESCO’yê li cîhanê 7 hezar zimanên zikmakî hene û her du hefteyan carekê yek jê winda dibe. Kurdiya ku kurdên yek ji gelên herî kevn ên herêma Mezopotamyayê ne û piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn axa wan di navbera dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat parçekirin bikartînîn, îro ji aliyê 30-40 mîlyon kesî ve tê bikaranîn. Kurdî li Iraq, Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke zimanekî fermî tê bikaranîn, li Tirkiyeya ku herî zêde kurd lê dijîn, ziman hêj bi qedexeyan re rû bi rû ye.  Rêveberê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û perwerkarê Komeleya Çand û Ziman ê Birca Belek Bahadîn Robar ku li navçeya Cizîra Şirnexê dijî, bal kişand ser astengiyên li ser kurdî.  

 ZIMAN MÎRATEYA JI CIVAKÊ RE DIMÎNE YE 

Robar, da zanîn ku zimanê dayikê ji bo hemû gelan gelek girîng e û her ziman ji bo her gelî hebûne. Robar bibîr xist ku bi mîlyonan kurd bi sed salan e li ser sînorên Tirkiyeyê bi tirkan re heman dîrok parve kirine û got “Dema em li Tirkiyeyê dinêrin, qala biratiya Tirk û Kurdan tê kirin. Rabirdûya hevpar tê destnîşankirin, lê qanûn û serwerên Tirkiyê zimanê kurdan yên ku birayên xwe dihesibînin qedexe dikin. Ev rewş hem li dijî sedsala ku em tê de ne û hem jî li dijî hiqûq û exlaqê ye.” 

TABELA

 Robar, qala astengî û qedexeyên li ser zimanê kurdî kirin û wiha berdewam kir: “Em li Cizîra ku em lê dijîn binêrin. Li navçeyê gelek cihên geştiyariyê yên wekî Birca Belek, Goristana Mem û Zîn, Medreseya Sor hene. Hemû tabelayên derbarê cihên dîrokî de agahiyan didin bi Tirkî û Îngîlîzî hatine nivîsîn, bi kurdî tiştek ne hatiye nivîsîn. Ji ber kesên li van deran dijîn û kesên tên serdanê kurd in divê kurdî jî hebûya. Lê ji ber polîtîkayên heyî kurdî na nivîsîn. Ev rûreşî ye.” 

SAZÎ HATIN GIRTIN 

Robar, bi lêv kir ku dewlet dibê tu astengî nînin lê gavên bi awayekî fîîlî tên avêtin astengiyên li ser kurdî ber bi çav dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê hin serdeman ji bo siyasetmedar dengan bistînin û propagandayê bikin dikarin pirtûka Ehmedê Xanî çap bikin û berhemên Melayê Cizîrî bi weşînin. Lê dema gotûbehs dibe parastina kurdî wê demê bi qedexeyan re rûbirû dimînin. Naxwazin civak zimanê xwe hîn bibe. Beriya hewldana darbeye ya sala 2016’an bi sedan saziyên li ser ziman û çanda kurdî xebat dikirin hebûn lê hemû hatin girtin. Kengî firsendek bikeve destê rêveberên dewletê weke şûrê li dijî zimanê kurdî bikartînin.”

 KESÊN NIKARIN ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ BIKARBÎNIN 

Robar, destnîşan kir ku divê kurd daxwazên xwe yên fermîbûna zimanê xwe bînin ziman û wiha pê de çû: “Di nava Komeleya Ziman û Çanda Bîrca Belek de em hem perwedeya xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî didin, hem jî li ser çand û zimanê kurdî lêkolînan dikin. Em di mijarên wekî gotinên pêşiyan, biwêj, dengbêjan de dixebitin. Lêkolinên li ser çand û zimanê kurdî nîşan didin ku zimanê me xwedî mîrateyeke pir dewlemend e.” Robar, diyar kir ku ziman di heman demê de welatê mirovan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên nikarin zimanê xwe yê dayikê bikarbînin, bê welat in. Ji ber vê yekê ziman hebûn e. Divê herkes bi vî awayî nêzîkî zimanê xwe bibe.”  

MA / Omer Akin 

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.