DOLAR
19,1507
EURO
20,8167
ALTIN
1.212,17
BIST
4.943,18
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Rêxistinên mafên mirovan: Dibê Osman Kavala Azad Bibe

Rêxistinên mafên mirovan: Dibê Osman Kavala Azad Bibe
14.09.2021
0
A+
A-

Rêxistinên mafên mirovan, beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxwaz dikin ku Osman Kavala azad bibe.

Beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 10 saziyên civakî yên sivîl ji bo ku karsaz Osman Kavala yê girtî bê berdan, bang li Tirkiyê kirin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku çavdêriya cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) dike, ji bo civîna xwe ya rûtîn ku ji sê mehan carek pêk tîne, sibê dicivin. Di rojeva civînê de biryara biryara berdana Osman Kavala ya ku DMMEyê wergirtiye û Tirkiye cîbicî nekiriye jî heye. Komîteyê di Hezîrana borî de ragihandibû ku eger biryarên DMMEyê neyên cîbicîkirin ew ê li dijî Tirkiyê pêvajoya binpêkirinê bide destpêkirin.

Beriya civînê Civil Right Defenders (Parêzvanên Mafên Sivîl), Komela Şopandina ji bo Mafên Wekhev, Navenda Bîra Edaletê ya Rastiyê, Komela Mafên Mirovan Şaxa Stenbolê, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Komeleya Xebatkarên Hiqûq û Medyayê, Research Institute on Turkey (Enstîtuya Lêkolînê ya li ser Tirkiyeyê), Komeleya Jin a Rozayê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê, Komeleya Welatîbûnê bi daxuyaniyeke hevpar bang li Enqerê kirin ku biryarên DMMEyê bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku DMME di 10ê Berfenbara 2019an de li ser serlêdana kesane ya Kavala biryar daye ku girtina wî mafê azadî û ewlehiya kesane binpê dike û daxwaza berdana wî ya tavilê dike. Di biryarê de hat diyarkirin ku li gorî 18emîn xala Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) girtina Kavala siyasî ye.

Di rûniştina biryarê ya doza Geziyê de ku di 18ê Sibata 2020an de hat dîtin, Osman Kavala jî di nav de 9 kes hatibûn serbestberdan.

Piştî biryara serbestberdanê Kavala serbest nehat berdan û li derveyê girtîgehê hatibû desteserkirin, rojek şûnde di çarçova lêpirsînek din de, ku berê biryara serbestberdanê hatibû dayîn, hat girtin, di rojên ku li benda amadekirina îdîanameya derbarê lêpirsîna duyemîn disekinî, 12ê Gulana 2020an de biryara DMMEyê misoger bûbû. Daîreya Mezin a DMMEyê piştre serlêdana Tirkiyeyê ya ku îtîrazê biryarê kir red kir û biryar da ku biryara berdanê teqez e.

Doza Kavala bi dozeke din a 35 bersûcan re têkildarî berxwedana Geziyê ku wek “Doza Çarşi” jî tê zanîn kirin yek.

Di daxuyaniya rêxistinên mafên mirovan de tê gotn “Piştî vê biryara yekkirinê, ku tê de binpêkirinên yasayî jî hene, dosyaya Geziyê, ku veguheriye dosyayek çenteyê ku tê de gelek tawanbar û bûyerên ku têkiliya wan bi hev re tune ne, bi awayên neqanûnî ji bo dirêjkirina girtina Osman Kavala berdewam dike.”

Her çend hikûmeta Tirk di parêznameyên xwe de îdîa dike ku van geşedanên nû biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berteraf kiriye jî, Komîteya Wezîran nêrîna xwe domand ku binpêkirinên hatine tespîtkirin berdewam dikin. Berevajiyê îdîayên hikûmetê, ji berfenbara 2019an vir ve di derbarê Kavala de delîlek nû nehatiye eşkere kirin, sûcê ku lê digerin nehatiye dîtin.”

Dibê Osman Kavala Azad Bibe

Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku ji bo rê li ber serbestberdana kavala bê girtin her care bahaneyek hatiye afirandin.

Di dawiya daxuyaniyê de rêxistinan bang kirin û dibêjin “Daxwaz dikin ku tavilê biryara DMME were cîbicîkirin û Osman Kavala bê berdan; nexwe, em bang li Komîteyê dikin ku ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hemû tedbîrên pêwîst bigire.”

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.