Rêxistina Heyva Sor a Kurd têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya wê wiha ye:
“Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya şehîdbûna hevalê xwe Basim Mihemed bihîst, ku di encama êrişa şaneyeke DAIŞ`ê de şehîd bûbû dema ku li navenda sereke ya Heyva Sor a Kurd li Kampa Holê erkê xwe ye mirovî pêk dianî. Tevî hemû hewldanên Basim şehîd bû.
Basim ciwanekî di bihara temenê xwe de bû, li Hesekê ji dayek bûye. Bavê du zarokan e û li benda yê sêyem e. Wî di gelek rêxistinên mirovî de kar kiriye beriya ku tev lm me bibe. Di pênc salên dawî de di nav Heyva Sor a Kurd de ma.
Ji damezrandina rêxistina me û pejirandina xebatên me yên mirovî û tenduristiyê ve, hevkarên me bi berdewamî li cihên herî metirsîdar bi binpêkirinên cûda rû bi rû dimînin, lê herdem em pabendî rêzikname û prensîbên çalakiyên mirovî bûn.
Di van salan de me hevalên xwe yên herî baş winda kir, ku herî dawî jî şehîd Basim bû.
Li hemberî van êşan em sersaxiyê ji malbata Basim, hevjîna wî, zarokên wî, û hemû hevalên xwe û ji xwe re jî dixwazin.
Ji hemû hezkiriyên wî re sebrê dixwazin.”
ANHA