DOLAR
9,6155
EURO
11,2367
ALTIN
554,31
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
27°C
Diyarbakır
27°C
Az Bulutlu
Pazartesi Az Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
21°C
Çarşamba Az Bulutlu
22°C
Perşembe Az Bulutlu
23°C

Rêveberiya Xweser dosyayên girîng bi şandeyeke Belçîkayê re nîqaş kir

16.07.2021
0
A+
A-

Rêveberiya Xweser tevî şandeyeke fermî ya Belçîkayê biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî ya dirêjkirina dema girtina dergeha Til Koçerê, nîqaş kir. Her wiha hejmareke jin û zarkokên DAIŞ`î yên ji Belçîkayê radestî wan kir.

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, duh êvarê şandeyeke fermî ya Belçîkayê bi serkêşiya nûnerê Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê û berpirsê dosyaya Sûriyê Eric de Moynck, gihaştiye navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişloyê.

Şande ji aiyê hevserokê daîreyê Ebdulkerîm Omer, cîgirê hevserokatiyê Fener El-Giêt û endama Desteya Rêveber a Daîreyê Sena Deham ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de her du aliyan gelek dosyayên girîng nîqaş kirin. Di nav de xebatên siyasî, biryara dawîn a Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya der barê gihandina alîkariyan di dergeha Bab El-Hewa re, qutkirina avê li ser bajarê Hesekê ji aliyê dewleta Tirk ve, sûcên dewleta Tirk ve û gelek dosyayên din ên têkildarî herêmê.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê ji ber biryara Meclisa Ewlehiyê ya dirêjkirina dema girtina dergeha Til Koçerê bedbîn in. Ji ber ku dê bandoreke neyînî li jiyana wan bike. Omer her wiha daxuyand ku divê ev biryar careke din di ber çavan re were derbaskirin û pêwîst e çareseriyên altrnatîf werin peydakirin da ku alîkarî û derziyên koronayê bigihêjin herêmê.

Eric de Moynck got: “Me û Rêveberiya Xweser nêrînên xwe der barê piştgiriya ewlehiyê li herêmê, piştgiriya xebatên siyasî wekî çareseriyeke mayînde û tekane ji bo aloziya Sûriyê, bi hev re parve kir. Her wiha me çawaniya darizandina terorîstên biyanî li herêma ku sûc pêk anîne, pêdiviyên mirovî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya ewlehiyê ya kampan, rêbazên tunekirina terorê, piştgiriya zarokên ku di nava şertên dijwar de ne û astengiyên li pêşiya rêveberiyê, nîqaş kirin.”

De Moynck helwesta Belçîkayê ya li hemberî çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî, bi bîr xist û diyar kir aloziya Sûriyê tenê bi rêya xebatên siyasî yên li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya hejmar 2254`an ku hemû gelê Sûriyê digire nava xwe, pêkan e.

De Moynck wiha lê zêde kir: “Belçîka rola girîng a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di tunekirina DAIŞ`ê de dizane. Em têkildarî rewşa kampan û zarokan bi fikar in, bi taybetî ku pandemiya Koronayê rewşa li kampan aloztir kir. Ji ber wê, hikumeta me her tim girîngî dide warê mirovî û hewl dide alîkariya mirovî ya zêde bigihîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêdiviyên tenduristiyê yên ji bo têkoşîna li hemberî belavbûna koronayê peyda bike û piştgiriyê bide têkoşîna li dijî tundrawiya li cem zarokan ku ji bo me girîng in.”

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Xweser hejmareke zarok û jinên DAIŞ`î ku hemwelatiyên Belçîkayê ne, li gorî belgeyên fermî radestî şandeyê kirin.

(şx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.