DOLAR
13,8164
EURO
15,6712
ALTIN
789,77
BIST
2.038
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağışlı
12°C
Diyarbakır
12°C
Yağışlı
Cuma Parçalı Bulutlu
10°C
Cumartesi Az Bulutlu
13°C
Pazar Az Bulutlu
14°C
Pazartesi Az Bulutlu
15°C

Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya Sûriyeyê mayînde bike

Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya Sûriyeyê mayînde bike
09.10.2021
0
A+
A-

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi dagirkeriya xwe Sûriye parçe bike û got: “Heta ku pêşiya binpêkirinên Tirkiye û sûcên wê neyê girtin, wê aramî pêk neyê.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku dagirkeriya Tirkiye dixwaze parçekirina li Sûriyeyê mayînde bike.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha hate gotin:

“9`ê Cotmehê salvegera duyemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ye, du sal ji binpêkirin û kiryarên dûrî pîvanên exlaqî û wijdanê. Komên tundraw û çeteyên destekê ji Tirkiyê digirin, bi çavdêriya yekser a Tirkiyê bi êrişa li dijî Serêkaniyê û Girê spî îstiqrar û aramiya herêmê têk birin. Beriya wê jî bajarê Efrînê ji bo heman armancan dagir kir.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin piştrastkirin: “Kiryarên çeteyan li van herêmên dagirkirî bi awayekî zelal niyetên Tirkiyê yên têkbirina aramiya herêmên me û tecrubeya demokratîk a gelê me, radixe pêş çavan. Her wiha ev yek hewldana astengkirina lihevkirina aliyên Sûriyê ye û projeyeke kûr e armanc jê mayîndekirina dagirkeriya Tirk li Sûriyê û parçekirina Sûriyê ye. Kiryarên îroj rû didin, rewşa parçekirin û dagirkeriyê piştrast dikin. Ji lewre, şaş e hinek bifikirin ku ev dijminahî û dagirkerî li ser asta herêmekê ye û bandora wê sînordar e, ji ber ku ev dijminahiyeke giştî li seranserê cografiya Sûriyê ye. Ji bo me û ji bo her kesê xwedî nirxên girêdanbûna nîştimanî ya Sûriyê, dagirkirina parçeyekî Sûriyê tê wateya dagirkirina seranserê Sûriyê û ji me tê xwestin em derfetên xwe ji bo rizgarkirina wan parçeyên dagirkirî bikin yek.”

Her wiha ev hate gotin: “Bi taybetî li gel bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên NY, Koalîsyona navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê, tiştê ku îro dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên me yên dagirkirî dike, piştrast dike ku dewleta Tirk rûxandina Sûriyê, parçekirina civaka Sûriyê û ferzkirina siyasetên xwe yên ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê dewam dike. Dewleta Tirk bi îdiayên xwe yên wekî ewlehiya neteweyî, piştgiriya îstiqrarê li Sûriyê û destekdayîna hin hêzên xwe wekî opozîsyona Sûriyê didin nasîn, kiryarên xwe yên dijminane û niyetên wê yên xirabkirina Sûriyê dinixumîne. Li hemberî vê rewşê divê hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyê û civaka navneteweyî li hemberî vê plana xeter ya li dijî gelê Sûriyê hayadar bin. Nexasim li hemberî projeya Tirkiye ya piştgiriya terorê û vejandina DAIŞ`ê, kur îro bi hezaraên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriyê reviyane, dewleta Tirk ew pêşwazî kir û ew di bin navê arêtşa Nîştimanî ya Sûriyê de kom kirin.”

Di dewama daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha tê gotin: “Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em teqez dikin ku hebûna Tirkiyê û dagirkirina herêmên me û herêmên din ên Sûriyê ji aliyê wê ve, destkdayîna terorê û hembêzkirina hêzên qaş bi navê opozîsyona Sûriyê, di laşê Sûriyê de xencereke. Heke dosya dagirkeriya Tirk li Sûriyê û kiyarên wê û çeteyên wê neyê çareserkirin, dê li Sûriyê îstiqrar pêk neyê.

Em ji cîhanê û raya giştî ya cîhanî re piştrast dikin ku dewleta Tirk bi rêya siyasetên guhertina demografiyê û koçberkirina bi darê zorê, projeya Osmaniya nû ava dike û pê armanc dike ku îstiqrara Sûriyê û herêmê derbe bike û di aliyê cografî û civakî de parçe dike. Ji ber wê, em bang li hemû saziyên civaka navneteweyî, NY, YE, Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê dikin ku li hemberî xeteriya siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê hişyar bin û dûrî berjewnedî û ajandeyên xwe yên taybet bi Tirkiyê re yên li ser hesabê welatê me Sûriyê û gelê me, dûr bikevin.

Di dawiyê de em ji gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi taybetî gelê me yê Serêkaniyê û Girê Spî  û Efrînê re yên ku bi darê zorê ji warê xwe koçber bûne, em dibêjin em bi we re ne, em soz didin we em ê bi we re heta rizgarkirina herêmên we û vegera we ya bi rûmet, têkoşînê dewam bikin. Em bi vê boneyê şehîdên xwe yên leheng û birîndarên ku bi lehengî li dijî Tirkiyê û çeteyên wê xaka xwe parastine, bi bîr tînin û em soza şopandina rêya wan didin heta pêkanîna serkeftinê û armancên gelê me û biserxistina şoreşa demokratîk.”

ANF

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.