DOLAR
9,5064
EURO
11,0660
ALTIN
549,28
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

Rêveberiya Xweser 34 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Rûsyayê kirin- HATE NÛKIRIN

18.04.2021
0
A+
A-

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 zarokên çeteyên DAIŞ`î radestî hikumeta Rûsyayê kirin. Radestkirin li gorî wesîqeyeke vegerê ya fermî û peymanên protokolê ku aliyê Rûsyayê li Qamişloyê bi Rêveberiya Xweser re îmze kir, pêk hat.

Îro şandeyeke fermî ya Rûsyayê bi serokatiya Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsova serdana bajarê Qamişloyê kir û li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilêtê Sûriyê bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiya. Radestkirina zarokan di serdanê de pêk hat.

Di protokola radestkirina zarokan de, li ser navê Rêveberiya Xweser hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û her du cîgirên wî Fener El-Giêt û Ebîr Êliya û endama desteya rêveber a daîreyê Senaa Deham, amade bûn.

Her wiha cîgirê serokatiya Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Qafo û Belqîs Hemendî jî amade bûn.

Radestkirina zarokan piştî civîneke dirêj a di navbera her du aliyan de pêk hat, piştî wê jî têkildarî mijarê bi beşdarbûna bi dehan dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/18/142321_2222.jpg

Di civîna çapemeniyê de her du aliyan teqez kir ku radestkirina zarokan ji ber mercên mirovî pêk hatiye. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Ebdulkerîm Omer axivî û got: “Bi teqez cihên wan zarokan ne li kampan û di nava fikirê tundraw de ye, lê li cihên baştir e.”

Omer di civîna çapemeniyê de got: “Em 34 zarokên Rûsî radestî birêz  Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê dikin. Ev zarok hemû sêwî ne, dê û bavê wan di nava rêfên DAIŞ’ê de di şerê li Sûriyê de hatine kuştin. Redestkirina wan di radeya yekemîn de ji exalqê mirovahiyê tê da ku pêşerojeke guncaw ji wan zarokan re were peydakirin.”

Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsova spasiya Rêveberiya Xweser kir ku gelek zarokên Rûs radestkirine û wiha got: “Bi radestkirina van zarokan li welatê xwe yê dayikê em kêfxweş in.”

Her wiha got: “Me 34 zarokên Rûsî yên di kampan de wergirtin. Ez spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku roleke mezin di serxistina vî karî de list.”

Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsova di dawiya civîna çapemeniyê de destnîşan kir ku hikumeta welatê wê dê vegera zarokan bidomîne heta ku tevahî zarokên Rûsî vegerîne.

Piştî civînê, şandeya Rûsya bi 34 zarokan çûn balafireha bajarê Qamişloyê da ku wan zarokan bighîne Şam û ji wir derbasî Rûsyayê bikin.

(cx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.