DOLAR
9,2949
EURO
10,7905
ALTIN
528,13
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

Rapora îstîxbaratê ya YE: AKP’ê DAÎŞ peywirdar kir

Rapora îstîxbaratê ya YE: AKP’ê DAÎŞ peywirdar kir
11.10.2021
0
A+
A-

EÛINTCEN a ku yekîneya îstîxbaratê ya Yekîtiya Ewropayê ye derbarê qetlîama 10’ê Cotmehê raporek weşand û got “Hin sedemên maqûl hene ku hêzên di nav AKP’ê de milîtanên DAÎŞ’ê bi taybetî peywirdar kirine.”

Rapora îstîxbaratê ya derbarê qetlîama di 10’ê Cotmehê de bi fermana AKP’ê li Gara Enqereyê hatibû kirin, derket holê. EÛINTCEN  a ku yekîneya îstîxbaratê ya Yekîtiya Ewropayê ye di 13’ê Cotmeha 2015’an de raporek şand ji mekanîznmayên biryarê yên asta herî bilind ên Yekîtiya Ewropayê.

Di raporê e awayê êrişa DAÎŞ’ê bi kitekit hate weşandin.

Beşa herî girîng a raporê ev e ku di navbera qetlîama Sirûca Rihayê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an de û di navbera Qetlîama Gara Enqereyê de têkilî hate diyarkirin.

Di beşa nirxandinê ya raporê de ev tişt hate diyarkirin:

“*Di hedefa êrişa Enqereyê de ESP hebû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di navbera avakarên ESP’ê de bû.  Beriya hilbijartina parlementoyê ya di 1’ê Mijdarê de û dema hikumetê li dijî PKK’ê tevgereke leşkerî ya bi şîddet bi kar dianî, ev êriş çêbû.

*Di navbera êrişên Sirûc û Enqereyê de xalên wekî hev hene. Di her du êrişên bombeyî de hejmara polîsên ji bo parastinê kêm bû yan jî qet tunebû. Di her du mîtîngan de ESP hebû. Her du mîtîng li ser Kurdan bû. Di her du êrişan de DAÎŞ gumanbar e.

*Êrişa bombeyî ya li Enqereyê ku çalakgerên aştiyê yên Kurd jî di nav de cih digirtin, wê li ser DAÎŞ’ê bimîne ya ku li ser sînorê Tirkiyeyê ya bi Sûriye û Iraqê re çalak e. Lê guman hene ku hêzên ku piştgiriyeke xurt didin polîtîkayên tund ên hikumetê dibe ku tevlî nav êrişê bûne.

* Tarz û awayê êrişê (êrişa bi bombeyan a ku êrişkar bombeyan li xwe girêdide) berê mirov dibe ser DAÎŞ’ê. Lê dema ku mirov dibîne polîsan otobusên çalakgeran kontrol nekirine û di mîtîngeke mezin de hema bibêje polîs qet tune, ev jî diyar dike ku hin hêzên di nav AKP’ê de milîtanên DAÎŞ’ê bi taybetî peywirdar kirine.

Derketibû holê bi fermana endamê DAÎŞ’ê yê bi navê Îlhamî Balî qetlîamên Sirûc û Enqereyê hatine kirin û emnieyt ji sala 2002’an û vir ve wî dişopîne. Dîsa derketibû holê ku piştî qetlîamê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo hin rayedarên polîsan bi sûcê ‘peywira xwe ji bo tiştên xerab bi kar anîne’  lê Walîtiya Enqereyê destûra lêpirsînê nedaye. Di rapora mufetîşan de hatiye diyarkirin ku emniyetê ji ber îxtîmala êrişa li mîtîngê xebatkarên xwe hişyar kiriye lê beşdarên mîtîngê û komîteya mîtîngê hişyar nekiriye.

Di çarçoveya lêprsînê de derbarê Fermandarê DAÎŞ’ê yê Dîlokê Yûnûs Dûrmaz jî agahiyek derket holê. Hatibû diyarkirin derbarê dozekê di 11’ê Mijdara 2013’an de Dadgeha Cezayê Giran a 16’emîn a Stenbolê biryara girtina Dûrmaz daye.

ANF

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.