PYD’ê cejna Noelê li xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî Sûriyê û cîhanê pîroz kir û îşaret bi girîngiya avakirina çanda jiyana hevpar a hemû pêkhateyan ir.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya Noelê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Xwişk û birayên me yên xiristiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûriyê û cîhanê, em cejna Noelê li we pîroz dikin û bi hêvî dikin ku aştî û aramî li Sûriye û cîhanê pêk were û hêviyên gelê me û hemû gelên cîhanê pêk werin.
Em wek Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk û bi boneya cejna Noelê bi yekrêziya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbilind û tekezî li ser girîngiya avakirina çanda jiyana aştiyane ya hevpar di nav pêkhateyan de dikin, her wiha tekezî li ser xebata pêşkêşkirina modelên herî baş ji bo gelên herêmê dikin. Em bang li hemû oldaran dikin ku li ser bingehên mirovî bi hev re bijîn, nirxên evîn û wekheviyê belav bikin û rêya ku me bi hev re bi rêya Rêveberiya Xweser dest pê kiriye biparêzin û hêviya xwe ya ewlehî, aramî li tevahî herêmên Sûriyê belav bibe.”
(dx)
ANHA