DOLAR
13,0691
EURO
14,8758
ALTIN
754,45
BIST
1.804
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
16°C
Diyarbakır
16°C
Parçalı Bulutlu
Çarşamba Sağanak Yağışlı
11°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
11°C
Cuma Az Bulutlu
12°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
11°C

Prof. Teysîr El-Alûsî pesna hevbendiya Ereb-Kurdan da

29.10.2021
0
A+
A-

Prof. Teysîr Ebducebar El-Alûsî îşaret bi hevkariya di navera gelê Kurd û Ereb ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û banga xurtkirina vê hevkariyê û berfirehkirina çarçoveya wê li tevahiya herêma Rojhilata Navîn kir.

Kombûna Ereban Jibo Piştgiriya Doza Kurdî Dr. Ebducebar El-Alûsî diyar kir ku şerê niha yê li herêmê bi hebûna dewleta Tirk re eşkere bûye. Dewleta Tirk xeyal dike ku bi navberkariya Îxwan yan jî toranî serdema Osmanî zindî bike.

Teysîr Ebducebar El-Alûsî derbarê girîngiya hevbendiya Kurd-Ereban de ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku ji bo pêxistina vê yekitî û hevbendiyê gelek tişt têne xwestin, ji wan, rêz ji pirrengî û rêzgezên wekhevî û edaletê di navbera hemû aliyan de were girtin û nakokiyên heyî werin derbaskirin.

Hevpeyvîn wiha ye:

Hûn hevbendiya Kurd-Ereban ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi şoreşa Sûriyê dest pê kir û damezirandina Rêveberiya Xweser û QSD`ê tacîdar bû, çawa dinirxînin?

Destpêkê ez spasiya ANHA’yê dikim û hêviya serkeftina di rêvebirina xîtaba ragihandinê de dixwazim, ku teqeziyê bi yekitiya Kurd û bi hevbendiya wê ya stratejîk a bi Ereban re dike, her wiha xwe dispêre rêgeza jiyana hevbeş di navbera hemû komên gelan de bi pirrengiya wan a neteweyî û hebûna mirovî. Baweriya min xurt e ku xîtabata objektîv di her gavekê serkeftî de ber bi hevgirtin, rizgarbûna, misogerkirina mafan, bidestxistina aştî, tevgera geşkirin û pêşxistinê ve esas e.

Di dîtina yekemîn de, wê li ber çavan gelek zehemetiyên ku li pêşiya projeyên ku xeta rêveberinê digirin, derkevin. Dîsa jî mirovê ku helwesta giştî dişopîne wê nikaribe nirxandineke rasteqîn a guncaw ji vê yekê re bibîne. Lê rewş piştrast dike ku hevbendiya Ereb û kurdan kûr bûye, lê ev kûrbûn ne bi rewşa îro ya normal ve girêdayî ye, lê kûrbûna wê girêdayî dîrokê û erdîngariya ku ev gel bi hev re li ser dijîn e.

Rêveberiya Xweser gelek hevbendî di navbera neteweyên Ereb- Kurd de ava kir. Ev yek stratejî û sekna vê hevbendiyê piştrast dike ku rêyeke xurt li ber avakirina hêzên leşkerî yên erebî û kurdî ava kir. Van hêzan bi zelalî dikarîbûn li hemberî qirêjiya leşkerên nû (çeteyên bi pereyan tên leşkerkirin) yên Osmaniya nû, hovîtî, destwerdan û dijminahiya wî bisekiniya. Bi vê yekê hevbendî bû têkiliyên bi xwînê, ku li hemberî pergalên herî hov ên dijminane yên Erdogan û xeyalên wî sekinî.

Bi nûbûna tevgerê li herêmê re, êdî hevbendiya Ereb-Kurdan li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk derket holê, mînaka wê Hevbendiya Kurd-Ereban û bi taybetî hevbendiya ilmanî yên demokratîk. Bi berfirehkirina têkiliyên bi hêzên navneteweyî re anku bikaranîn wan têkiliyan di aliyê navneteweyî de, êdî ev hevbedî ket rêya rast. Bi vê yekê vê hevbendiyê êdî hevbendiya stratejîk kûrtir û bi bandortir kir.

Ez hevbendiya Kurd-Ereban û bi komên di nava xwe de yên li ser heman xetê dikarin aştî, serkeftin, geşkirin û pêşketinê pêk bînin. Ez wê yekê gelekî baş dinirxînin, ji ber ku ev hevbendî hemû hêzên heyî li ser esasê wekhevî, rizgarkirin, sîstema rêzgirtina ji pirrengî ya bi bingehên mirovî, kar û xebatê diparêze. Bi vê hevbendiyê dikare li hemberî hemû cureyên terorê bi ser bikevin. Her wiha dikare şêniyan ji êrişan biparêze û aştiya navxweyî biparêze û di jiyana navxweyî de pêş bixe.

Çawa mirov dikare hevbendiya Kurd-Ereban li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku bingeha avakirina hevbendiya stratejîk li tevî Sûriyê ye, biparêze?

Komên xebatê yên vê hevbendiyê temsîl dikin, divê ne tenê vê hevbedniyê biparêze, pêş bixe û xurt bike. Lê belê destpêkirina diyalogên kûr û girtina wê wekî rêgeheke xwezayî ya yekane ji bo çareserkirina astengiyên li dijî vê hevbendiyê derdikevin, dê yekemîn rêbaza parastina vê hevbendiyê be. Helbet naskirina tecrûbeyên dîrokî, mîna çawa ku parçebûn her du gel û netewe derbe kirin û çawa ku xebata hevbeş a rasteqîn bû cewherê serkeftinê, pêwîst in. Ew diyalog û esasgirtina wê aktora cewherî ye ne ji bo jiyaneke derbasdar lê belê ji bo hevbendiyê ava bikin û wê li hember her astengiyên rastê tê, bi hêztir bikin.

Xebata meydanî ya hevbeş a xurt, hevdûqebûlkirin, rêzdariya li hemberî pirrengiyê dikare vê hevbendiyê xurtir bike û destkeftiyên wê biparêze. Lê sûdwergirtina ji destekdayîna navneteweyî ya di vî warî de, dê di parastineke rasteqîn heya demên dûdirêj de bibe derfeteke din a alîkariyê, nemaze yên ku amûrên lîstokên qirêj ên ku şerê Erdoganî yê Îxwanî eşkere dike, ku ne gelên herêmê tenê hedef digire, lê belê gefan li ewlehî û aştiya navneteweyî dixe.

Ji bo pêşxistina yekitiya di navbera Kurd û Ereban de li Iraq û Sûriyê çi ji hêzên siyasî yên kurdê û erebî tê xwestin?

Ji mijarên ku divê ji bo pêşxistina yekitiyê pêk werin, xwedîdekertina li pirrengiyê û rêgezên wekhevî û edaletê ye ku hemû alî bi rêya wê karibin gelek astengiyan û nakokiyên derbarê dateyan de derbas bikin. Her wiha li beramberî rewşa heyî û astengiyên heyî mijarên stratejîk di çarçoveya hevbendiyê de pêş bixin.

Pêwîstiya me bi pişthevgirtinê heye ne ku her yek bi tenê kar bike. Divê em mentiqa xenîmetê berdin ku dijminên her du gelan û neteweyan pêk tînin. Divê em fêm bikin ku serkeftina aliyê ji bo aliyê din jî serkeftin e.

Divê li vir bi taybet li Sûriyê û Iraqê yekitiya Kurdistanê, kûrahiya wê ya neteweyî ya girêdayî dîroka Kurd a li ser têkoşînên bêhempa hatiye avakirin, bînin bîra xwe. Divê em kûrahiya mirovahî ya vê yekitiyê ji bîr nekin ku ji herêma erebî re jî vekirî bû. Divê em pirrengiya kêmnetewe, ol û perest ji bîr nekin ku encama vê hevbendiyê ne û ji bo hemû aliyan bûye hêz.

Divê em di aliyê pratîkê de li hemû form û sazûmaniyên fermî yên desthilatê binêrin ku ji bo yekitiyê korîdorên avakirinê ne, ne ji bo parçekirina wê ye. Bi xwedîderketina li dûrahiya demokratîk û bi avakirina federasyonan û konfedraliyan piştgiriya yekitiyê dike.

Yekemîn rêbazên pêkanîna vê modelê, dê ji hebûna sazûmaniyên leşkerî û siyasî yên tevgera hevbeş a têkoşînê dest pê bike ku wê piştgiriyê bide çanda hevbendiyê, mentiq û rêgeza wê.

Ez di wê baweriyê de me ku ev vebijar bi ser keve, pêş keve û hêzê ji zanabûna raya giştî û xwedîderketina wê li projeyên heyî bigire.

Li ser asta fermî, dozên ku divê bi awayekî hevbeş di navbera her du welatan û Başûrê Kurdistanê de werin çareserkirin mîna dozên parvekirina avê, hevkariya bazirganî, aborî û mijara çandinî û enerjiyê û gelek projeyên din, ev karûbarên fermî ji valahiyê nayên. Ew xwedî kûrahiyeke dîrokî ne. aliyên têkildar vê yekê fêm dikin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê ji rojnameya El-Nehar El-Erebî re ragihandibû ku hevbendiya Kurd-Ereban têrê dike ku xeyalên Osmaniya nû têk bibe. Gelo hûn vê daxuyaniyê çawa dinirxînin û ev hevbendî çawa tê avakirin?

Aloziya heyî, êdî diyar e. Rêveberiya Tirkiyê xeyal dike împeratoriya osmanî bi rêya ajanên xwe yên Îxwanan û rêgeza dûrxistinê mîna derbeya leşkerî ku pêk aniye, vejîne. Dewleta Tirk darbeya leşkerî kir dika binpêkirina mafan û pêkanîna sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê.

Ji vir Ereb û Kurd xwe li pêşiya sûcên destwerdanekê û binpêkirina serdestî û mafê jiyana di nava ewlehiyê de dît. Ev yek jî ji bo avakirina hevbendiyeke stratejîk dibe motîv ku bingeha hebûna xwe xurt bike.

Çawa zayîna hevbendiyeke ku berê heye, tê xurtkirin? Ev yek destpêkê bi rêya lidarxistina kongraya neteweyî ya Kurd pêk tê û piştre xurtkirina yekitiya hêzên kurdistanî û nirxandina rêbazên pêkanîna konfedaraliyekê ku ji gelên Rojhilata Navîn re vekirî be. Ta ku bibe bingeha avakirina sazûmaniyekê ji bo hevbendiya Ereb-Kurdan çi li ser astên siyasî ku hinek jî hene yan jî meydanî ku bi gerên avakirin, geşpêdan û parastina hebûn, serxwebûn û serdestiyê mijul e. Sazûmaniyên heyî modelên pêşîn in ku ji pêşxistinê re vekirî ne.

Wê demê ev sazûmaniya hevbendiyê dê cewhera sekna li hemberî destwerdanê, dabînkirina serdestiyê, biserxistnia azadiyan û mafê diyarkirina çarenûsê.

Di dawiyê de ez we spas dikim ku we balkişand ser vê mijarê û mijara xurtkirina bangewaziyên lidarxistina kongreyên neteweyî û mirovahî yên pirreng ji gelên herêmê re bi şêwazekê ku jiyana hevber û sazûmaniyên hevbendiya stratejîk a hêvî heye pêk were, pêk bîne.

Ez û hevalên xwe yên Kombûna Ereban Jibo Piştgiriya Doza Kurdî ku rêxistineke herêmî ya mezin e, projeyan esasdigirin ku lidarxistina kongreyan bibe alaveke ku lehengiya têkoşerên gelê me derxîne û neteweya me ber bi rêya azadî û serkeftinê ve bibe.

(Dr. Teysîr El-Alûsî, mamosteyê wêjeya nûjen, renxnegiriya wêjeyî û lêkolînvanê akademîk ê zanistanê siyasî ye di Zanîngeha Ibin Ruşid a li Holandayê de. Di wêjeya erebî ya fekulteya wêjayê-Zanîngeha Bexdayê de sala 1992`an doktoreya felsefeyê standiye. Her wiha pisporê wêjeya erebî ya nûjen-wêjeya şanogeriyê ye. Niha jî peywira Sekerterê Giştî yê Kombûna Ereban Jibo Piştgiriya Doza Kurdî girtiye.)

 (bx-şx)

ANHA

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.