Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi biryarekê hemû desthilatên hevserokatiyê yên Lahor Şêx Cengî jê wergirtin û dan Bafil Talebanî.
Li gorî daxuyaniya Polîtboruya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), di civîna 15’ê Tîrmehê de, bi erêkirina hemû endamên polîtboruyê, hemû desthilatên hevserokatiyê yên Lahor Şêx Cengî jê hatin wergirtin û dan Bafil Talebanî.
Biryara Polîtburoya YNK’ê wiha ye
-Hevserok Lahor Şêx Cengî hemû desthilatên xwe dide Hevserok Bafil Talebanî, heta sererastkirina rêziknameyê.
-Ev biryar di roja hatî derxistin de pêk tê.
Ji bo çareserkirina di nava YNK’ê de hevserokên wê 3 caran kom bû û herî dawî herdu hevserok li gel Polîtburoya partiya xwe civiyan.
Di 8’ê Tîrmehê de Bafil Talebanî û Qubat Talebanî biryara guhertina Berpirsê Saziya Zanyarî (îstixbare) û Dije Terorê dan. Ev yek bû sedema nerazîbûna Lahor Şêx Cengî.