DOLAR
9,4954
EURO
11,0618
ALTIN
548,17
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

Plasschaert, Nûnera NY: Madeya 140 a Destûrê pir giring e

Plasschaert, Nûnera NY: Madeya 140 a Destûrê pir giring e
20.07.2021
0
A+
A-

Şandiya Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê dibêje, derbarê cîbicîkirina madeya 140 a destûra herdemî ya Iraqê, ji demekê ve gelek gotûbêjan dikin, lê hêj aliyan nekarîne bigihin rêkeftinê.

Jeanine Plasschaert, di dema beşdarîkirina xwe de, di bernameya Rûdawa Îro ya Tora Medyayî ya Rûdawê de, da xuyakirin ku wê gelek caran daxwaza diyaloga bingehîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriye.

Jeanine Plasschaert dibêje: “Madeya 140î, madeyeke gelekî girîng e. Derbarê madeya 140î, gelek gotûbêj di navbera berpirsên Kurd û hikûmeta federal de, herwiha di navbera wan û Neteweyên Yekbûyî de bûne. Bi nerîna min gelek kêşeyên mezin hene. Ev sê sal in, ez li vî welatî me, tiştê min têbînî kiriye, ew e ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de, herdem lihevkirin û rêkeftin li gorî pêwîstiya rewşê tê kirin, her dema kêşeyek hebe, aloziyek hebe, daûnstandin û rêkeftina demkî li pey wê tê, lê encam ew e ku ne pêkan e çareseriyeke demdirêj ji bo kêşeyê bê dîtin. Min gelek caran daxwaza diyaloga bingehîn û avakar di navbera herdu paytextan de kiriye, ji bo em piştrast bin ku dibe çareserî ji bo hejmarekê ji kêşeyan bê dîtin.”

Çaksaziyên di nav Wezareta Pêşmerge de babeteke din bû ku di bernameyê de behsa wê hat kirin.

Wezareta Pêşmerge mijûlî cîbicîkirina du projeyên çaksaziyê ye, projeyeke 35 xalî bi alîkariya Hevpeymanan û projeyeke 5 xalî ya Encûmena Wezîran.

16 lîwayên hevbeş ên Pêşmerge hene û Hevpeymanî piştgiriya wan dikin. Karkirin li ser herdu projeyan jî berdewam e, lê ne bê astengî ne jî.

Şandiya Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Jeanine Plasschaert dibêje: “Nûçeya xweş ew e ku gelek kes li nav Pêşmergeyan, wate berpirsên Pêşmerge gelekî ligel wê yekirinê ne. Ew ji bo karkirinê bi wê arasteyê amade ne, û kar jî dikin, lê ji aliyê siyasî ve, hinek zehmetî li ber çend mijarên girêdayî navxweya partiyan û girêdayî partiyên din in. Ev karekî ne hêsan e, lê take rê ye, ber bi pêş ve, ji ber ku Herêma Kurdistanê nikare di dabeşbûnê de, berdewam be, nikare di dabeşbûna hêzên hikûmetê de, bi ser du bereyan de, berdewam be.”

Şandiya Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, li ser pirsa azadiya raderbirrînê û mafên mirovan diaxive û dibêje, pêwîst e berpirs zemîna baş ji bo azadiya raderbirînê peyda bikin, û kar jî bikin ji bo parastina mafên mirovan bikin.

Jeanine Plasschaert di vê derbarê de ragihand: “Eger em li azadiya raderbirrînê û azadiyê li Iraqê û Herêma Kurdistanê binerin, bi nerîna min dadperwerane ye ku bibêjim, bi ratstî em hez dikin pêşketinê bibînin. Tevî ku di destûr û hemû yasa û rênimayan de, behsa raderbirrînê hatiye kirin, lê ev nayê wê wateyê ku ti alî û desthilatek hewla bertengkirina azadiya raderbirrînê nade. Pêwîst e ez tekeziyê li ser wê yekê bikim ku azadiya raderibrrînê li welatekî demokrasî, gelekî girîng û bingehîn e.”

Derbarê biryara dadgehê, li ser keysa hukimdarbûyên Badînan, Jeanine Plasschaert ragihand, “Li welatekî demokrasî, metirsîdar e axaftin li ser biryara dadgehê bikî, ji ber ku dadwer û dadgeh serbixwe ne, lê li vê derê, me çavdêriya dadgehkirina wan  kesan kiriye û bi ronî me nerîna xwe di wê derbarê de derbirriye. Tu têbînî dikî, ku ez bi wê encamê ne kêfxweş bûm.”/RUDAW

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.