DOLAR
13,0691
EURO
14,8758
ALTIN
754,45
BIST
1.804
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
16°C
Diyarbakır
16°C
Parçalı Bulutlu
Çarşamba Sağanak Yağışlı
11°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
11°C
Cuma Az Bulutlu
12°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
11°C

Piraniya partiyên Rojava vexwendina KNK`ê ya beşdariya konferansa

13.05.2021
0
A+
A-

Partiyên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku KNK’ê ew ji bo beşdariya li konferansa “Dijî dagirkeriyê” vexwendiye û piştrast kir ku ew ê beşdarî konferansê bibin û bang li tevahî aliyên siyasî, civakî û çandî kir ku beşdarî konferansê bibin.

Kongreya Niştimanî ya Kurdistanî (KNK) konferansa”Dijî dagirkeriyê” ragihand da ku helwestên li dijî dewleta Tirk a dagirker bibin yek û bang li tevahî partî, rêxistin û saziyên civakî kir ku tev li konferansê bibin, tê payî ku çalakiyên konferansê di 15’ê Gulanê de bi rêya online dest pê bikin.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî ku sîwana 25 partiyan û tevgera siyasî ya li Rojava ye vexwendin û beşdariya ji konferas re misoger kir.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk Sema Bekdaş ji ANHA`yê re wiha got: “KNK’ê em vexwendin konferansê û me jî vexwendin erê kir.”

Sema Bekdaş destnîşan kir ku girîng e ku konferans ji bo yekitiya helwestan li dijî êrişên Tirkiyê li dar bikeve ku hebûna gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê wê û Başûrê Kurdistanê dike armanc.

Sema Bekdaş bal kişand ser çend sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û got: “Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker êrişî siyasetmedarên ku beşdarî piştgiriya ji berxwedana Kobanê re bûn a di dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê de dike, niha jî HDP`ê qedexe dike û li Başûrê Kurdistanê jî bi tevahiya hêzên xwe êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û hewl dide parçeyên din dagir bike.”

Sema Bekdaş îşaret pê kir ku dewleta Tirk êrişên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şoreşa 19`ê Tîrmehê ve ranewestandine û her tim hewl dide Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûrî hemû  hewldanên siyasî yên têkildarî aloziyê Sûriyê bike û ev xal rêz kirin: “Ji ber vê em dibînin ku girîng e ku li dijî êrişên Tirkiyê helwesteke kurdî ava bibe.”

Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Sema Bekdaş da zanîn ku konferans dê gaveke girîng a ji bo yekitiya refa kurdî ya li Kurdistanê be.

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Loqman Ehmê nirxand ku ew ê vexwendina ji aliyê Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê ve ji wan re bi cih bînin û got: “Divê tevahiya partî, hêz û rêxistinên Kurdistanê vexwendina Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê bi cih bînin û beşdarî konferansê bibin, ji ber ku dagirkeriya Tirk di şerê xwe de partiyekê yan jî rêxistineke diyarker nake armanc, lê belê gelê Kurd tevahî dike armanc.”

Ehmê wiha gotina xwe berdewam kir:  “Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike û destpêkê hêzên parêzvanên Kurdistanê yên bi nûnertiya Hêzên Parastina Gel gerîla kir armanc, lê çer ku li vir hêzên azadiya Kurdistanê û Hêzên Parastina Gel hene dê dewleta Tirk a dagirker nikaribe destên xwe bide gelê Kurd.”

Loqman Ehmê bang li tavhiya gelê Kurd û Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin HPG`ê û bang li tevahî hêz, partî, kesayetên welatparêz û rewşenbîran kir ku tev li konferansa KNK’ê bibin.

Hevserokê Partiya Aştî ya Demuqrat a Kurd Li Sûriyê Telal Mihemed piştrast kir ku wan vexwandina ji bo beşdariya li konferansê ji KNK’ê de wergirtiye û wiha bi dawî kir: “Em ê tev li vexwendinê dibin û dê beşdarî çalakiyên konferansa li dijî dagirkeriyê bibin.”

(eh)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.